KOMKAR-DK beşdarî 1. Gulanê bû
Wek her sal îsal jî Komela Karkerên Kurdistan, KOMKAR-DK
li bajarê Kopenhagê beşdarî roja kedkar û xebatkarên
cihanê a 1. Gulanê bû. 1. Gulanê dîsan li parka bi navê
Fælledparken hate lidarxistin.
KOMKAR bi çadirekê û di bin ala Kurdistanê de beşdar
bû û çand û kultûra kurdî da nasîn. Li ber çadirê standek
ji pirtûk, CD, rozet, alên Kurdî, desmalên kurdî û hwd.
hatibû vekirin û xemilandin û li kêlekê jî dimênên ji
cur be cur ên ji gelek cihên Kurdistanê. Vê yekê gelek
bala milet dikişand û çadir zîyaret dikirin û li
ser rewşa Kurd û Kurdistanê agahdarî standin.
Ala Kurdistanê jî di nav bi sedan alên sor de bi şêweyekî
azad ber bi bê diket û ji hemi deverên parkê ve dihat
xweya kirin.Gelek kurdan û nas û dostan çadir zîyaret
kirin û xebatkarên KOMKAR’ê bi tenê nehiştin. Gelek
kesan ji wan heta ku çadir hat girtin jî her li ber çadirê
man û ji xwe re sohbet dikirin. Hêjayî gotinê ye ku endama
parlamento a kurd ji Partîya Sosyalîst a Gel (SF), Özlem
Çekiç jî hat çadir zîyaret kir û heta demekê li gel hevalên
KOMKAR’ê sohbet kir.
Ji bo vê roja taybet KOMKAR’ê belavokek bi zimanê danîmarqî,
ku tê de bi kurtayî bahsa dîroka kurdan û rewşa her
çar beşên Kurdistanê dikir, amade kiribû û li wir
li ber çadirê hate belav kirin. Herweha belavokên Partîya
Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Konfederesyona Komelên
Kurdistanê li Ewropa (KOMKAR.eu) jî li kurd û tirkên ku
çadir zîyaret kirin hate belav kirin.
Îsal jî wek her sal saha parkê ji milet tiji û dewlemend
bû. Bi sedhezaran kes beşdar bûn. Li ser sahneya
mezin jî her muzîk hebû an jî serokpartî û sîyasetmedarên
danîmarqî ên çepgir axaftin dikirin.
Bi kurtayî 1. Gulanê li bajarê Kopenhagê bi xweşî
bi dawî bû û beşarbûna komela KOMKARê jî bi serkeftî
derbas bû.
Yilmaz Yildiz
Dema Nû/Kopenhag
roniwelat@yahoo.dk
|