KOMKAR.eu
û KOMCIWAN beşdarî 1ê Gulanê bûn
Konfederasyona Komeleyên Kurdistan li Ewrûpa-KOMKAR.eu
û Yekîtiya Zarok û Ciwanên Kurdistan-KOMCIWAN beşdarî
meş û mîtîngên 1ê Gulanê bûn. Her weha şaxên
KOMKARê jî li seranserê Ewrûpayê 1ê Gulanê bi karker û
zehmetkêşên wan welatan ve pîroz kirin.
Meşa
li Wuppertalê ku ji aliyê Yekîtiya Sendîkayên Elman-DGB
ve hatibû amade kirin, di saet 10.30´an de li ber avahiya
sendîkayê despê kir. Endam û alîgirên IKV-KOMKAR û ciwanên
Kurd di bin flama KOMCIWANê de beşdarî meşê
bûn û di berdewama meşê de dirûşmên „Bijî Yek
Gulan“ û „Her Bijî Pişgirî û Alîkariya Navneteweyî“
qêriyan. Hêjayê gotinê ye, ku ciwanên Kurd kirasên wekhev
li xwe kiribûn û li ser
singê wan de bi zimanê Îngilizî „Ez Kurdistanê hez dikim“
(I love Kurdistan) û dilek bi rengên alaya Kurdistanê
cîh digirt.
Meş di saet 12.00´an de li ber dêra Laurentiusplatz
bi dawî bû û mîtinga 1ê Gulanê despê kir. IKV-KOMKAR û
KOMKAR.eu di qada mîtîngê de jî masayek agahdariyê danî
bû û xwarin û vexwarinên Kurdî pêşkêşî beşdaran
kir. Her weha belavoka KOMKAR.eu ya bi zimanê Elmanî û
Kurdî û ya Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSKê di berdewama
meşê û qada mîtingê de hatin belav kirin.
Nurnberg
KOMKAR-Nurnberg jî beşdarî meş û mîtinga 1ê
Gulanê bû. Meş di saet 11,00´an de Aufstezplatzê
despê kir û di saet 12.00´an de bi mîtingek li ber avahiya
Yekîtiya Sendîkayên Elman-DGB ve qediya. Meş û mîtinga
ku nêzî 6.000 kes beşdar bûn serketî bi dawî bû û
KOMKARî jî di meş û mîtingê de çalak bûn.
|