1ê
Gulan li Xarpêtê
Di xwepêşandina 1ê Gulanê de li hember bêkarî,xizanî
û dijî siyaseta şer dengê têkoşina xwe bilind
kirin. Di bin sîwan û banga sendîqa û rêxistinên siyasî
nêzî hezar kes beşdarî xwepêşandina 1ê Gulanê
bûn. Partiya Maf û Azadiyan jî bi cawnivîsa BIJI 1ê GULAN
bi kurdî û tirkî beşdarî xwepêşandinê bûn.
Gelek balkêş bû ku Partiya Komar a Gel-CHP cara
yekemîne ku li Xarpêtê beşdarî xwepêşandina
1ê Gulanê bûn. Dibe ku di vê dema hilbijartinê de xwe
nîşanî dengdaran bike û deng ji wan bigre…
Nûçe û wêne S.Zîrek
|