Cejna
Newrozê li Kopenhagê bi coşî derbas bû
Bi hatina cejna netewî a gelê kurd, îsal cejna Newrozê
li bajarê Kopenhagê di roja 19. Adarê de di bin sîwana
yekîtî û biratîyê de bi amadekarîya Federesyona Komelên
Kurd li Danîmarqayê (FKKD) di nav coşek mezin de
hate pîroz kirin.
Cejna
Newrozê wek her demê îsal jî li salona li taxa Albertslundê
a nêzîkî bajarê Kopenhagê hate lidarxistin. Di şevê
de ji her çar perçên Kurdistanê bi sedan kes beşdar
bûn û bernameya şevê tiji û dewlemend bû.
Şahîya Newrozê, piştî bixêrhatin û pîrozkirina
hemû mêvanan dest bi bernameya xwe kir û rêveberîya
şahîyê ji serî heta bi dawîyê ji alîyê serokê KOMKAR-DK
Serhad Amadî û endama Komela Afretanî Kurdistan, Nîştiman
ve hate meşandin. Li ser navê rêveberîya Federesyonê
kek Mehdî axaftinek kir, cejna hemû kurdan pîroz kir û
li ser naveroka cejna Newrozê û mahneya wê ji bo kurdan
û berxwedana kurdan rawestîya.
Ji
partîya Ny Alliance (Yekîtîya Nû), ku partîyeke liberal
e, berendamê wan ê ji bo parlamento ê bi navê Joachim
B. Olsen beşdar bû û axaftinek pêşkêşî
mêvanan kir. Miletwekîla kurd Özlem Çekiç a ji Partîya
Sosyalîst a Gel (SF) jî wek mêvan beşdarî Newrozê
bû.
Di
şahîya Newrozê de hunermendên wek Başo,
Huseyîn Germîyanî, Mizgîn, Serdar Yildiz û Dîya Ciwan
beşdarî kirin û her yekî li gor xwe bi deng û awazên
xwe hunera xwe pêşkêşî mêvanan kirin û ew rakirin
govend û dîlanê. Herweha gruba folklora kurdî a di bin
serkêşîya Şoreş Kiliçaslan
de jî bi çend govendên cur bi cur şahî xemilandin
û folklora kurdî pêşkêşî temaşevanan kirin.
..Bi giştî cejna Newrozê di nav kêf û şahîyê
de derbas bû û mêvanan bi dilxweşî dawî li cejna
xwe anîn.
Li dora Agirê
Newrozê govend kişandin
..Piştî
pîrozkirina Newrozê bi girseyî, roja din jî, ango roja
20. Adarê êvarî jî Federesyona Komelên Kurd li Danîmarqa
hilkirina agirê Newrozê amade kir û girseyek mezin ji
kurdên Kopenhagê û derdora wê hatin û tê de beşdarî
kirin. Ahenga hilkirina agirê Newrozê di seat 16.00’an
de li taxa Bellahøj/Brønshøj dest pê kir û bi hilkirina
êgir re kesên beşdar destên xwe dane hev û govend
kişandin. Gelik beşdarvanan bi cil û bergên
kurdî beşdar bûn û rengekî taybet dane ahengê. Taybetmendîyeke
balkêş jî îsal ew bû ku gelik kes bi malbatî tê de
beşdar bûn û di rûyê zarokan de jî baş dîyar
dibû ku vê yekî gelkî kêfa wan dianî. Çalakîya ji bo
Agirê Newrozê heta derdora seat 20.30’an berdewam kir.
Bîranîna Qamişlo
û Helebçe
Wek ku tê zanîn hemû çalakîyên netewî ên di meha Adarê
de îsal bi amadekarîya Federesyona Komelên Kurd li Danîmarqa
hatin pêkanîn. Hêjayî gotinê ye ku bîranîna şehîdên
Qamişlo û tevaye Başûrê Rojava û şehîdên
Helebçe dîsan bi merasimeke bîranînê ji alîyê Federesyonê
ve hatibû lidarxistin. Ev merasim di roja 12. Adarê de
hat lidarxistin û bi vî rengî hemû şehîdên Kurdistanê
hatin bibîranîn.
Yilmaz Yildiz
Dema Nû/Kopenhag
21.03.2011
roniwelat@yahoo.dk
Têbînî: Bi hatina cejna netewî a gelê kurd,
ez Newroza hemû kurdan ji dil û can pîroz dikim û hêvîdarim
ku ev cejna Newrozê a îsal bibê cihê kêfxweşî, aşîtî,
biratî û yekîtîya nav kurdan. Hemû rojên we Newroz, Newroza
we pîroz bê.
|