Newroz
li Bajarê Wuppertal bî coşek mezin hat pîroz kirin
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa –KOMKAR.eu,
li Bajarê Wuppertal Newroza 2011´an dibin Şîara
“Perwerda Zimanê Dayîkê, Mafekî Bingehîn yê mirovahîyê
ye“ da, bî coşek mezin pîroz kir!
Husoyê Emîn / Dema Nu - Wuppertal
Foto: Şahin Aydin
Salona
Newrozê bi alên Kurdî û gelek perdeyên reng-rengî ku
bi, şiar û daxwazên Mafên çandî û Netewî hatibûn
neqişkirin va xemilî bûn.
Wexta meriv dikete hundirê salonê; Aheng û Harmonîya
di navbera perdeyên rengîn û xemlên Panoyên bi daxwazên
Sîyasî û Netewî dardakiri wek Keskesorek ji Ewrên sayî
da daketî dihat xuya û bîhnek fireh dixist dilên Mirovan.
Berîvan
û Azad bi xêrhatîna beşdaran kirin û Şahîya
Newrozê dest pêkir!
„Mêvanên hêja, xuşk û birayên delal, Welatparêzên
dilsoz û hemwelatîyên kurd û dostên doza kurd û kurdistan’ê!
Gelê Kurd îsal 2623 sale ku, cajna xwe ya netewî Newrozê,
li Kutdistanê u seranserî cîhanê pîroz dike. Ev ji bo
gelê me serbilindîyê ke dîrokî ye!
Ji bo wê em we hemuyan bi nave Konfederasyona Komelên
Kurdistan li Ewrupa-KOMKAR.eu yê bi dil û can silav
dikim û dibêjin hun bi xêr û xweşî ser seran û ser
çavan hatin.“
Şayanî gotinêye ku, ev helbest û silavname awayek
domkirî, beş bi beş bi du Zimana(Kurdî-Almanî)
dihat pêşkêş kirin. Her usa di navbera Dengên
her du pêşkêşvan û Zimananda jî Ahang û Harmonîyek
xweş diherikî!
Pêy silav xêr hatîne Li ser banga ji bo Qedir girtina
Şehîd û cangorîyên Kûrd û kurdistanê Li ber surûda
Netewî Ey Raqib girse ji bo Deqek rezgirtinê rabûn li
ser Pîyan!
Dûra
Koma Folklorê Ya rexistina Ciwanên kurd KOMCIWAN bi cil
û bergên Netewî yên ren-rengî govendên hêrêmên kurdistanê
yen cure-cure û her yek ji ya din xweşiktir, pêşkêşî
bêşdarvanan kirin. Paşê ji Kêç û Xortên KOMCIWAN’ê
skêçek li ser daxwaza perwerda Zimane Dayîkê pêşkêş
kirin. Ev kar û xebatên Delal didin xuya kirin kû, Ciwanên
Kurd di gel hemû problemên xwe yên sosyal û civakî li
welatên lê dijîn, xwedî li çand û folklore xwe derdikevin.
Dûra Koma Hêvî derketin ser dîkayê(Sahnê). Koma Hevî
bi deng û awazên xwe yên xweşik û Ciwan, tovên hezkirina
ziman û kultura kurdî di dile keç û xortan da reşand.
Demek
pîştî wê Hunermendê Ciwan Rojan Delyar beşek
stranên xwe yê xweşik bi awazê Muzîkek hemdem û Nujen
bi Zimanê Dayîka xwe, dilê keç û xortan geşkir. Ya
rastî bi çepikan va xwe dida xuyakirin, kû Keç û Xort
Muzika wî baş diecibandin!
Dawîya pêşkêşya Rojan dîsa Peyamên Mêvan û
Bêşdarvana hatin pêşkêş kirin.
Dû
wêra dîsa Hunermendekî Ciwan Zele Mele bi deng û awazê
xwe demek xweşik bêşdaran da borandin.
Pey Beşdarîya Hunermend Mele Zele, Serokê KOMKAR
eu, birêz Kovan Amedî Peyama xwe pêşkêşî
beşdarvanan kir. Peyama birêz Amedî, bi rastî naverokek
bi Têr û Tijî xemilî bû. Amedî di axaftina xwe de girîngî
da çend xalan û usa got: “Di 27’ê meha Sibatê
da li bajarê Düsseldorfê, Serokwezîrê Tirkîyê Birêz Recep
Tayip Erdogan, di civînekêde li pêşberî kamêrayên
televîzyonan, ji bo Tirkên li Almanyayê dijîn daxwaza
perwerda zimanê Tirkî kir û di axaftina xweda usa got:”Asîmîlasyon
sucek li dijî mirovatîyê ye, Mafê perwerda bi zimanê dayîkê,
mafekî bingehîn ya mirovîye.” Eşhedûbîlla wusa
ye, Erdogan rast dibêje, sîyaseta asîmîlasyonê sucek û
guneheke mezin e. Lê Erdogan vî mafî tenê ji bo çend
mîlyon Tirkên Elmanyayê dixwaze. Ji avabuna Komara Tirkîyê
heta îro li ser kurdan sîyasetek be hempa ya asîmîlasyonê
tê ajotin. Heta doh jî, bi kurdî axaftin qedexe bû. Ger
Erdogan di gotinên xweda samîmî be, dive daxwaza mafê
perwerda bi zimanê Kurdî bi cîh bîne, û di zûtirîn wext
da, bi gavên lezgîn guhertinên yasayî pêk bîne. Divê nasnameya
Kurd , bi fermî bê naskirin û di yasya Tirkîyê de bê pejirandin
û parastin. Divê neyê ji bîr kirin ku, heta Kurd ne azad
bin û di nav huzûrê de nejîn, li Tirkîyê jî huzûr çê nabe.”
Her
usa Amedî îşaret bi nebûna yekitiya Kurdan kir û
axaxaftina xwe usa domand:” Kurd, bi hezaran sal in
li Kurdistanê li ser axa bav û kalan dijîn, yek ji wan
herî kevntirîn milletê heremê ne. Ne yek in, ne hezar
in, bi milyonan in, îro tenê li Bakurê Kurdistanê 30 milyon
Kurd hene. Kurd, bi ziman, bi kultur, bi kevneşopiyên
xwe îro bi milyonan in. Loma jî, mafê milletê Kurd e
ku bi ziman, bi kultur, bi nasnama xwe, wek hemû milletên
dinyê, li ser axa xwe azad bijî.
Lê tiştekî me Kurdan kêm e, ew jî tifaqa me ye,
yekitîya hêzên siyasî yên Kurdan e, yekitîya dem û dezgeh
û hêzên demokratîk yên Kurdan e. Ji bo ku Kurd bikaribin
Yekitiya xwe çê bikin, divê bi hevre aş û ji bo pêkanîna
Yekitiyê, divê hewil bidin ku aşîtiya nav ya Kurdan
pêk bê.
Birêz
Amadî, di derheqa çewsan din û Tehdîdên kû li ser Sîyasetmedar,
Rewşenbîr û Hunermendên Kurdan kû di rojeva tirkîyê
û Kurdan da ye jî weha axivî:
Van rojên dawî li dijî nivîskar,şaîr û siyasetmedar
birêz Kemal Burkay û hunermedê hêja Şivan Perwer
û li gelek rewşenbîrên din gotinên erîşkar tê
kirin. Bila her kes vî ya usa bianin ku KOMKAR.eu, bi
tu erîşkariyên li ser Sîyasetmedar, Rewşenbîr
û Hunermendên Kurd qebûl nake, erîşên tehdîtkar
mehkûm dikin. Kemal Burkay, Şivan Perwer, hêjayîyên
mene. Emê her tim xwedî li wan derkevin. Ji we û ji gelê
Kurd jî daxwaz dikim ku xwedî li hêjayîtên xwe derkevin
berî ku dereng nebe!”
Piştî
pêşkêşkirina peyama birêz Amedî, hunermendê
heja û hizkirî Xêro Abbas cîhê xwe di sahnê da girt.
Her stranek hunermend Xêro Abbas ji ya din xweştir
bû. Xêro bi bi stranên xwe beşdaran rakiribû ser
pîyan, bi al û kincên netewî, keç û xort li ber sehnê
civiyabûn, hem govend digirtin û hem jî bi Xêro ra distiran.
Hela Strana rehmetyê Mihemed Şêxo ya “Ay lê
Gulê”, Hunermend û beşdarvanan bi ahengek
pir rengîn bi hevra stranan gotin.
Piştî programa Hunermend Xêro Abbas Peyamên Hizb
û Partîyên Kurd hatin pêşkêş kirin;
Peyama
PDK-Başur Birêz Hosam Hoşkanî, ya PDK-Î(Rojava)
Birêz Mehdî Fetehî, ya PPDK-Surî Mistefa Tofîq,
ya PAK-Î(Partîya Azadya Kurdistan) Birêz Bîyan
Zibarî û ya PÎK-Bakur Birêz Hîkmet Serbilind bi
zindî pêşkêşî beşdaran kirin. Zehra
Topgiderê Peyama KOMJIN’ê pêşkêş
kir. Peyama DIE LINKE siyasetmedar Yasîn Kut pêşkeş
kir.
Serokwezîrê Eyaleta Bakûrê Elmanya Hannoelore Kraft,
Wezîrê Kar û Întegrasyonê ya Eyaleta Bakur Guntram Schneider,
li ser navê Partiya Çep DIE LINKE parlamerter yê Eyaleta
Bakur Alî Atalan, Berpirsê Karên Întegrasyon û Ciwanan
li Şaredariya Wuppertaê Dr. Steran Kühn, Sizasetmedar
Feleknas Uca, Nivîskar Riza Çolpan, dostê Kurdan avukat
Stephan Urbach, li ser navê DFG-VK Joachim Schramm, serokê
Federasyona Ciwanên Elman li Ewrûpa Thomas Hoffman, serokê
Encûmena Niştîmaniya Kurdistanê li Surî Dr. Şêrko
Ebbas, Serokê Navend ji bo Lêkonlînên Kurdî NAVEND Metîn
Încesu, KOMCIWAN-ELMANYA Li ser navê Komeleyên Çira Newzat
Karakeçi, Serokê Komeleya Nivîskarên Kurd li Taxa Duhokê,
Liqa Jinan yê HAK-PARê, û gelek nûnerên rêxistina û kesayetiyên
Kurd beşdarî şahîya Newrozê bûbûn.
Dû
van Peyaman, Hunermanda çeleng û dengxweş Fatê Ala
hunera netewî ji destê Xêro Abbas girt û bêşdarvan
ji Başurê piçuk Hilda bir û çû ware Xecê û Siyabendê
Silîvî, li ser çiyayê Sîpanê Xelat û behra Wanê gerand.
Pêy beşdariya hunermend Fatê Peyamên Sekreterê Partîya
Sosyalîst a Kurdistan Birêz Mesud Tek û Sekreterê
berê, sîyasetmedar, ronakbîr û helbestvanê rêzdar Kemal
Burkay hate xwendin.
Sekreterê
PSK´ê di peyama xwe de usa got: ” Herwekî ji bo me hemu
eyan e Newroz her usa sembola yêkitî û berxwedan e, mizgîniya
serketinê ye. Werin, em di Newroza 2611’ê da, refên xebata
xwe ya azadî û bexteweriyê rêk û pêktir bikin;
Werin em xebata sîvîl, aşitîxwaz û
şiveyên din yên serdemî bikine hevîna berxwedana
xwe,
Werin
ji bona bi dest xistina mafen xwe yên demokratîk û netewî,
ji bona jiyaneka azad û bextewar milên xwe bidine hev,
kar û xebate bikin, daku bikarin mizgîniya serketinê,
mizgîniya Kurdistana azad û demokratê bidine şehidên
xwe.“
BirêzKemal Burkay jî, di peyama xweda bi pasindarî qala
kar û xebatên KOMKAR’ê dikir û Newroza wan pîroz dikir
û Hêvîyên xwe yên ji bo Tekoşînek daha xurttir bo
rojênAzadya gelê Kurd tanî Ziman û weha berdewam dikir;
”Va ye pêl û bayê Azadîyê li Afrîka Bakûr û Erebistanê
jî dixe, welatên Misilman dikelin.Eva xebereka xwes e.
Dîktator û kevnesazîyên herêmê dilerizin û diruxên bin
erdê ra war dibin. Xuyaye bayê guhertinê dereng be jî
li derîyê Rojhilata navîn dixe û salên bên bi gelek surprîzan
tije ne. Divê em hevîdar bin.
Hevalno, Newroza we û ya temamîya gelê Kurd pîroz be!“
Piştî xwendina peyamên Mesud Tek û Kemal Burkay
Girsê sloganên Bijî Azadya Kurdistan avetin.
Pêy
Xwendina herdu peyaman cîgîrê serokê giştî yê Partîya
Maf û Azadîyan(HAK-PAR) birêz Hasan Dagtekîn peyama
partîya xwe pêşkeş kir. Birêz Dagtekîn, li
gel silav û Hurmetan, di derheqa Kar û Xebatên partîya
xwe, bîr hizrên xwe û Partîya xwe di derheqa bûyer û qewumandinên
rojeva li Tirkîyê û Kurdistanê de, bi beşdaran ve
par vekir û Agahîyên giran buha da beşdaran.
Piştî
Peyaman, dor hatibû dora Hunermandê Kurd yê navdar birêz
Şivan Perwer. Pêşkêşvanên Newrozê
bi vî awayî bangî Şivan kirin ji bo Sahnê: „Roj
hat Pêşmergeyên qehreman û lehengên Kurd, bi dengê
wî, bê narkoz dil û laşên xwe, canê şirîn dane
ber kêr û guzanan. Bi awazên wî, hestên welatperweri û
Şoreşgeri di dilê hezaran Kurdan da wek gulan
bişkivîn. Roj hat têla Tembura wî wek volkan, mîna
dînamêt di dilê dijmin da teqîya.
Tu bi xêr û xweşî, li ser seran û ser çavan hatî,
hozanê gelê Kurdistan Şivan Perwer!
Bi
rastî jî bi hatina Şivan coşa Newroz Şahîyê
û beşdarvanan gîhîştibû Asta herî bilind. Şivan
wek herdem Beşdarvanan bi stranên xwe yên Niştiman
û Welatperwerî li seran serî Kurdistanê digerand. Geh
li serê çîyayê agirî bû, geh li Koyê Dersim. Geh li Mahabad
ê bû, geh li Dihoka rengin, geh li Gerdûna penaberyê bû.
Ew û stran û Gel gîhîştibûn hev
Bi wî awayi jî, destê beşdarvanan ji Şivan
û ji şahîyê ne dibû. Bi wi avayî Newrozek geş
û serketiji di qedîya!
|