Agirê Newrozê Nürnberg jî Germ kir
Wekî her sal li Almanya, li bajarê Nürnbergê Kurdên
her car parceyên Kurdistanê îsal jî li ser banga KOMKARa
Nürnbergê îro(20.03.2011) li meydana ber deriyê Kachelbau
yê agirê Newrozê gur kirin.
Di pîrozbahiya ku saet 17:00 an destpêkirî da, besdarvan
bi stran û kilamên Koma Ararat ketin govenda azadiyê,
û heta ku agirê Newrozê vêxin govend gerandin. Pistî
vêxistina agirê Newrozê ligel sirûda Newrozê, hem govend
dirêj bû, û hem jî kêf û cosa besdarvanan zêde bû.
Di axaftina ku di sahiya Newrozê da hate kirin da jî,
bang li kurdan hate kirin ku berî rojekê yekitiya xwe
di her warî da cêbikin. Nûnerê KOMKAR Nürnbergê M. Elbistan
jî got: Em gelekî serbilind in ku em kurdên
Nürnbergê her sal di rojên Newrozê da tînin cem hev û
bi hevra cejna netewî pîroz dikin. Ez hêvî dikim ku ev
kar û xebata kurdên Nürnbergê berdewam be. Sahîya
ku nêzîkî 500 kes besdar bûyî, heta saet 21:00 bi dawî
hat.
|