26ê Sermawezê Roja Pêşmergeyên
Kurdistan hat pîrozkirin
26ê Sermawezê Roja Pêşmergeyên Kurdistan îro
li Koya bingehê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê-PDKÎ
bi merasîmekê hat pîrozkirin.
Dengê Azad/Koya
26ê Sermawezê Roja Pêşmergeyên Kurdistan îro li
Koya bingehê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê-PDKê,
bi beşdariyê Sekreterê Giştî yê PDKÎ Mistefa
Hîcrî û endamên Deftera Siyasî a PDKÎ û endam û alîgirên
heman hîzbê ve hat pîrozkirin.
Merasîma pîrozbahiyê bi xwendina sirûda netewî Ey Reqîb
û rêzgirtin bo yadî şehîdên Kurdistanê ve destpêkir.
Di merasîmê de bi navê Deftera Siyasî a PDKÎ Kawa Behramî
axaftinek kir. Behramî axaftina xwe de balkişand
ser rola tekoşîna pêşmerge û anî ziman ku pêşmerge
ji bo dabînkirina mafên mirovan û azadiyê li dijî dîktatoriyê
û rejîma kevneperest xebat dike.
Behramî di berdewamiya axaftina xwe de weha got; “Ev
roj bi biryara Komîteya Navendî a Partiya Demokrat a Kurdistana
Îranê ve hat destnîşankirin. Roja Pêşmerge roja
ew kesan e ku ji bo welat û miletê xwe şer û xebat
kirine. Xebata pêşmerge ew bû ku ne tenê di nav Kurdistanê
de li dijî dagirkeran şer dikirin herweha di welatên
cihanê de jî ji bo mafên gelê xwe di karûbarê dîplomasiyê
dimeşandin. Hêzên Pêşmerge a PDKÎ heta ku li
Îran û Kurdistanê rejîmekî demokrat nehê ser xebata xwe
berdewam bike.”
Piştre bi navê Yekîtiya Jinên Demokrat, Yekîtiya
Ciwanên Demokrat û Yekîtiya Xwendekarên Demokrat ên Kurdistana
Îranê peyameke hevbeş ji aliyê Dara Natiq ve hat
xwendin.
Piştre Sekreterê Giştî yê PDKÎ Mistefa Hîcrî
wekî sembol 5 pêşmerge yên ku pitir ji 20 salan pêşmerge
bûn xelat kir.
Merasîma pîrozbahiyê bi xwendina çend sirûd, kilam û
şiîran bi dawî hat.
Hejayî gotinê ye Şandeyeke Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK
ku bi serokatiya Sekreterê Giştî yê PSK Mesûd Tek
ve beşdarî vê merasîma pîrozbahiyê bûn.
|