Roja 8 Adarê, roja cîhanî
ya jinan li Kolnê hate pîroz kirin.
Komjin -Buroya jinên kurd li Kolinê ji bo pîrozkirina
8ê Adarê kombûneke þahiyê pêkanî. Seba giringîya
roja 8 ê adarê ji aliyê Komjin-buroya jinên
Kurd ve belavokek hate belavkirin û di nava evê
belavokê da pirozbahî li jinên kurd û gelê
kurd li baþurê Kurdistanê bi taybetî û li hemû cîhanê
bi giþtî kirin û piþtgîrya serkevtina
destkevtên gelê kurd li baþûr kir. Di
belavokê da li ser baþûr tê diyar kirin: ``Em wekû
KOMJIN di ewê bawerîyê da ne, ku dewleteke federal
û demokratîk ji bo gelên iraqê û hindikayên
olî û netewî daxwazîyeke realîst e û ji bo berjewendîya
wan hemyan ``.
Komjin di belavoka xwe da bi rohn û zelalî
rewþa bakurê Kurdistanê jî li berçav datine û armancên
xwe destnîþan dike.
Rê û resma 8 ê Adarê bi beþdarîya jin
û qîz û xortên kurd li Kolnê bi surûdê ; Ey
reqîb ; dest pêkir û komek ji qîz û jinên Kurd bi
awaz û dengê xwes çend surûd û sitiranên kurdî pêþkêþ
kirin. Koma jinên kurd bi libasên renga-renge deverên
Kurdistanê sehne dixemiland.
Koma govanda Hevaltî jî bi dengê dihol û
zurna yê lêyistikên deverên cudayên Kurdistanê
pêþkêþ kirin û roja 8 ê adarê pîroz kirin.
Xwarinên aþxana Kurdî hatine pêþkêþ kirin,
di nava mêhvanan da xelat hatine belav kirin.
Gulþîna deng xweþ û bedew bi dengê xwe yê xemrevîn
þahîya roja 8ê adarê xemiland, beþdaran bi
dil û can jin û mêr , bicuk û mezin bi hevra govend
girtin û mizgînya baþûrê welat hembêz girtin.
Komjin-Koln 08.03.04
|