Den
Haag: Roja Jinên Cîhanê bi coşek mezin hat pîrozkirin
8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, li Hollanda li bajarê Den
Haag’ê bi çoşek mezin hat pîrozkirin. Ev şahiya
8ê Adarê, bi hevkariya Komkar Hollanda, ji aliyê Navenda
Jinên Kurd li Hollanda ve hat organîzekirin.
Li ser navê Navenda Jinên Kurd li Hollanda, Nalînê axavtinek
kir. Nalînê di axavtina xwe de bi taybetî balê kişand
ser jinên Kurd û bang li mêrên Kurd kir ku li dijî tundiya
li hemberî jinan derkevin û wekheviya jin û mêran di her
qada jiyanê de biparêzin û têxin pratîkê.
Endama rêvebiriya Navenda Jinên Kurd li Hollanda Nalîn
wiha axivî:
Wek hûn jî dizanin, 8ê Adara 1857an li New-York a bajarê
Amerîkayê, jinên ku di fabrîqeyên textile de dixebitîn,
ji bo bidestxistina mafên xwe yên wekheviyê dest bi têkoşînê
kirin û bi serketin. Di sala 1910an de li Danîmarkayê
di konferansa Sosyalîst Enternasyonal ya jinan
de, ev roj, wek Roja Jinên Kedkar ya Cîhanê hate îlankirin.
Di sala 1977an de jî ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve bi
fermî hate pejirandin.
Ev roj bila li hemû jinên kedkar pîroz be!
Lê, ya rast ew e ku li welatê me, li Kurdistanê hê jî
mafên gelek jinan binpê dibe. Zilm û zordariya
dewleta dagirker li aliyekî, bi taybetî tundiya zilaman
ya li ser jinan rewşa jinên welatê me hê dijwartir
dike. Gelek jinên welatê me hê jî bêyî destûra mêrên xwe
nikarin tu tiştekî bikin, wek êsîrên mêrên xwe ne,
bêyî wan nikarin ji mala xwe derkevin. Mixabin gelek bûyerên
nexweş jî diqewimin; jin tên şewitandin, tên
kuştin û bi darê zorê tên zewicandin. Ciyê kêfxweşiyê
ye ku di nava civaka me de jî, jinên azad, demoqrat û
têkoşêr hene û hejmara wan roj bi roj zêde dibe.
Niha parçeyek welatê me, başûrê welatê me azad e.
Em dikarin bi serbilindî bibêjin ku sîstema li wir ji
ya hemû welatên Rojhelata Navîn demoqrattir e. Lê hê jî
pirsgirêkên jinan nehatine çareserkirin. Banga
me li Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ku rojek zûtir pirsgirêkên
jinan çareser bike û herweha banga me li hemû
mêrên Kurd e ku cudayiyê nexin nava jin û mêran û wekheviya
jin û mêran di her qada jiyanê de biparêzin û têxin pratîkê.
Em wek endamên Navenda Jinên Kurd, mil didin têkoşîna
azadiya gelê xwe û ji bo wekheviya jin û mêran çi ji destê
me tê em dikin û em ê bikin jî. Em bi vê baweriyê, 8ê
Adarê Roja Jinên Cîhanê li hemû jinên Kurd û yên Cîhanê
pîroz dikin. Silav û rêz li we hemû heval û mêvanan.
Şahî bi muzîka Koma Dep, Koma Folklorê ya Zarokên
Dengê Kurdistanê û bi dengê endama Navenda Jinên Kurd
li Hollanda Neclayê, ji saet 14:00an dest pê kir û di
saet 19:00an de bi dawî hat.
|