DEWLETA TIRK, YEKİTÎYA EWROPAYÊ Û KURD…
Eskerê BOYÎK
Dewleta Tirkyayê pir dixweze bikeve li
nav Yekitîya Ewropayê. Ewê tirê kete li nav wê civakê
pêşketî pirsgirêkên wê ê yekser helbin, wê bive cawamêr
û li ber sifra dewlemendîyê rûnê, kêfke. Helbet
fikira usan xwe û gelê welatê xwe xapandine. Heta dewlet
pirsgirêk û konfilîktên nav xwe, bi xwe çareser neke tu
yekitî û civak nikarin wê ji halê xirav derxin. Heta
nexweşî bi rastî di laş da neyê qenckirin, nexweş
bikeve li nav dur û cewahiran jî, ji nexweşîyê xilas
nabe. Paşê jî li ber wê sifira Yekîtya Ewropayê hukumdarên
cihanê yên usane gewre rûniştine, ku parîk nanê
xwe cîyê vala nadine tu kesî…
Lê çi jî hebe Tirk di wê rîya miraza da xwe dilezînin.
Bi rastî, wan bi xwe, ew rîya merem û mirazan bi kelemên
xeysetên xwe li ber xwe xitimandine. Çiqas jî ev dewlet
bi xeysetê pêşîyên xwe dixwaze cihanê bixapîne, xwe
dêmokirat, heyf bide nasîn, nabe û nikare li ser wan
e´dûyên xwe, yên rezîl ra banzde. Ew xeysetana
usa giran û ne însanî ne, ku çiqas jî fêl û fîstikan dike,
nikare qîlên xwe, yên guran ji çavan veşêre...
Edûyê dewleta Tirk jî yek-dudu nînin, pir in.
Edûya ewlin nijarperestîya
tirkîtya wane hişk û kor e. Wê dewletê da bi
dehan milet dijîn. Ziman, nav, nasname û çanda hemya
hatiye qedexe kirin. Kê li wê dewletê da dijî, bi qewl-qanûn,
destur û zagonên wan gerekê bivine Tirk. Ev xeysetê
netê cihanê da neheqî û bê edeletîya here zulm e. Tu dewleta
dinyayê da tiştê usan nîne. Bi destê zorê, bi qewata
dewletê, nehêlin evd dayka xwe ra jî, bi zimanê wê biaxivin.
Ji bo peyvek-dudê zimanê dê mirovan li ber çavê temamîya
cihanê digirin û 15-20 salan cezayê hebsê didinê… Deve-devî
bîst mîlyon Kurd, li ser axa pêşîyên xwe, di bin
dagerkiriya wan da dijîn, bi zora şûr dixwazin
tevî bikine tirk.*
Ê, nave bavo. Çi jî dikin, nave. Xelk nexwazin dest ji
eslê xwe berdin herin ser eslê wan…
Edûya dudan pantûrkîzm
e. Heta roja îro jî dewleta Tirk ji mîrata Osmanîyê
dest nakşîne. Meremê wê Tûrkîstana mezin
e. Vê dawiyê hewar-gazîya wan li ser Kîrkûk û Mûsilê
bû. Digotin ew bajar erdê kal-bavên wan e, gerekê
bidine me. Çavê wan ji Sîbîra Rûsyayê girtî heta serê
dinyayêye…
E’dûya sisyan, destê dewleta
Tirk mîna pêşîyên wan, hê ji xûna bi dehan gelên
wî dewletî zuha nebûye. Gênosîda (komkujî) Ermenîyan,
ku deve-devî du mîlyon Ermenî bûne qurbana
zulma wan, îro jî naxwazin wê zulma pêşîyên xwe naskin
û ji wî gelî lêborînê bixwazin. Ji wê qirêjê vîjdanê xwe
paqijkin. Serda jî dibêjin: Ne me, lê Ermenîyan em
qir kirine. Gelo ew, ji gotinên xwe bawer dikin?
Ji dema Osmanîyan girtî heta îro bawerkî deh gênosîdê
weke ya Ermenîya wê dewleta zalim aniye serê Kurdan,
lê ji bo Kurd xweyî xwe derneketine, dîrokê da hînî undayên
wî teherî bûne, bawerîya wan û ya Tirkan yek e û pêra
jî pir bûne, guh nedane tiştên usan. Kurd birînên
xwe zû jibîr dikin. Kîna Kurdan tek Kurda ra heye, xelkê
ra tune…
Di nav van heyştê salên xwe da çi zulm ji destê
dewleta Tirk hatiye anîye serê gelê Kurd… Destê wan bihata
qet Kurdek li ser dinê nedihîştin. Hema di nav bîst-sî
salên dawîyê da çar hezar gund wêran kirin, ma
ev gênosîd nîne? Lê gênosîda sipî?
Edûya çaran bêqanûnî, çeteyetî,
talançîtîya hukumdarên dewletê û feqîrî, belengazîya gelê
walêt yên sade ye. Xweyî-xwedan gênêralên
qafterîye-dilkevir in. Li wî warê buhuşt
da evd halê aborî û civakî ê dijwar, tunebûnê da dijîn,
xebat tune, mecalê jîyanê tune. Hebs tije ne. Namûsa
xelkê li ber pîya çûye. Dewlet bi seda mîlyar dolara deyndarê
der e… Serda jî salê bihê bi mîlyaran çek-sîlihan dikire,
ordîke pir giran xweyî dike… Gelo vî Leşkerê giran
û van çekên zulm û evdkuj dijî kê hazir-xweyî dike û wê
dijî kê dide xebatê?...
Hukumdarên Tirk pir ditirsin, ku Tirkîya wan ji destê
wan here. Ji bo wê jî welat û binelîyên wê bi wan qeyt-bendên
kirêt girêdane, dest ji wan edûyên xwe nakşînin…
Ji pêra jî dixwazin bikevin Yekitîya Ewropayê…
Der-dor dibêjin Tirkîya bi vî qilxê xwe û Yekitîya Ewropa
bi hev ra nameşin…
Destê Tirkan jî ne ji wan edûyan dibe, ne jî Yekîtya
Ewropayê…
Lê Kurd çi dibêjin?
Çawa ez tê digîhîjim Kurd jî pir dixwazin Tirkîya bikeve
di nav Yekitîya Ewropayê. Ew jî bi wî xiyalî xwe dixapînin,
kû giva dewleta Tirk kete li nav Yekitîya Ewropayê wê
bive berxê Xwedê, dêmokiratîk cimhûryetê, buhuşta
pîroz… Pirs û pirsgirêkên wê temam bi carekê va çareser
bin…Rast gotî, Kurd xêncî Dêmokiratîk cimhûryetê
(xwe jî nizanin ew çî ye) tiştekî ji
tirkyê naxwazin. Nizanim tirk ji çi ditirsin. Dibe tirsa
Tirkan ewe ku sibê-dusba, nişkêva KURDEK rabe avtonomyayê-mavtonomyayê
bixweze…
Yekitîya Ewropayê çi dibêje?
Ew jî li bajarê Kopênhagênê li hev civyan û hinek şert-
mert danîn pêşya Tirkan, kîjan eyan in wek Kirîtêrên
Kopênhagênê. Ew şert hîmlî seva parastina mafên
hindikaya ne. Bîst mîlyon Kurd jî hindikayên Tirkîyê ne.
Bi fikira min, ev kirîtêr ken û qerf in, ku bîst mîlyon
Kurd hatine kirin… Ku qedirê birêz Tirkan nekevin, navê
Kurdan jî belgeya xwe da nenivîsîne. Dewleta Tirk navê
kurdan heram kiriye, wî navî ne nivîsên xwe da
dinivîsin, ne jî dihêle bikeve belgeyên resmî yên pismamên
xwe…
Dewleta Tirk çi dike?
Dewleta Tirk jî agir berî heryê dayê, seva xatirê
birêzên Yekitîya Ewropayê mafê kûrseke fêrbûna zimanê
dê daye çend hindikayên welatê xwe. Navê Kurda di
belgeyê da nenivîsîne, lê Kurd ji ça hindikayîkî wî
welatî ( 20 mîlyon) navê xwe di wê belgeyê da divîne.
Dewlet bi hizkirin dihêle ku Tirkîyê da, salê
150-200 mirov kîsî xwe, xwe ra, kûrseke fêrbûna Kurdî
vekin…Heftê da seva wî 20 mîlyonî çend deqa jî bi têlêvîzyonê
mafê axaftinê dane kurda. Qencîke mezine din jî Kurda
ra kirine…Seva du-sê peyvê kurdî Leyla Zane û hevalên
wê deh sala hebsê da xweyî kirin, niha jî çavronyê didine
birêzên Yekîtya Ewropayê, ku binhêrin em çiqas
dêmokirat û merivhiz in ku wan çend roja zû berdidin…
Naha jî gazegaz û hêwarza hukumdar, sîyasetmedarê Tirk
e, ku çi neheqîke mezin li wan tê kirin, ji pey
ewqas rêformên gewre ra Yekitîya Ewropayê hemêza xwe
li ber wê dewleta dêmokiratîke merivhiz venake…
Lê ez çi dibêjim?
Ez jî metel mame, fêlbazîyê dewleta Tirk, dîlana Kurdan û durûtîya
Yekitîya Ewropayê dinhêrim…
Hersê reqas jî rind li hev tên…
__________________________
* Dibêjin bavê dewleta Tirk, Misto dema xwe da xewn dîtiye. Xewnê da Osmanê
kalkê wî, jêra gotiye, ku Kurd gerekê gişk bivine
Tirk. Misto jî rabûye ew gotina kalê xwe kiriye destûra
dewletê…
Kurd serhişk, qafseqet xema wan ne xewna Misto
ye, ne jî gotinên kalkê wî bûye.
Misto jî mir çû, Ecoyê nebiyê wî jî ber çûyînê ye, Doxan-Moxanê jî herin lê
Kurd dest ji kurdîtîya xwe bernadin, wê ha hebin (niha
jî we xwe ra fêdêrasyayê çê dikin) xewna Misto jî mîyaser
nabe. Dewleta Tirk jî ji wî derdî bînçikyayî û bêsebir
bûye…
Vê dawîyê dibêjin Koçekekî pir bi aqil cihanê
da dîyar bûye… Dibêjin surên erd-esman gişkî zane.
Hukumdarên Tirk radibin diçin cem Koçek , xewna mezinê
xwe jêra gilî dikin û dipirsin: “Gelo çiqas dem maye
ku xewna kalkê me mîyaserbe?” Koçek dikene û cawa
wan dide: “Gelî birêza, evd xewna xwe da çi dibîne,
jîyanê da berovajîyê wê dibe…”
Ji vê cawê dewlet ketîye kirîzîseke dijwar…
18. 06. 04.
|