“Hikumeta AK Partî divê di warê çareser kirina pîrsa Kurd da jî pêgîr be!”
Hikumeta AK Partî serê xwe li ber gefên generalên Tirk neçemand û daxwaza wan ya xaneniþin bûnê pejirand, ku ev yêka hanê ji bona bi hêz kirina desthilatiya sîvîl û siyasî gavekî gelek giring bû.
Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK, piþtgiriya li halwesta hanê ya hikumeta AK Partî dike û dixwaze, hikumet halwesta hanê di warê amade kirina destûreka nû da jî bigre, ku destûra nû wê pirrengî û pirdengiya Tirkiyê niiþan bide hemu maf û azadiyan biparêze.
Divê Hikumeta AK Partî ji bona aram kirina rewþê, ku ji ber þer û pevçûnên dawiyê aloz bibû, hewl bide. Hikumeta AK Partî, di wî warê çareser kirina pirsa Kurd bi rêka dan û sitandin û aþitîwazî da jî divê pêgir be û ji bona geþtîr kirina proseya guhartin û demokrasiyê divê îlan bike, ku dixwaze pirsa Kurdî bi reka diyalogê çareser bike.
Partiya me ji îro pêve jî piþtgiriya her gavên AK partî bike, ku ber bi demokrasî û aþitiyê têne avêtinê.
30 Tîrmeha sala 2011
Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK
|