Kurdên Swêdê
Anna Lîndh bi bîr anîn
Rêxistin û saziyên Kurdan roja
18ê Îlonê li Stokholmê di
dêra Adolf Fredrîk Kyrkan de seramoniyeke
bîranîn û wefadariyê çêkirin.
Di civînê de nêzîkî
200 kesî amade bûn. Wezîrê
mafên mirovî û hevkariyê
yê Kurdistanê Sefîq Qezaz û
wezîrê Tendurustiyê ê Swêdê
Morgan Johansson, jî amade bûn û
gotar xwendin. Li ser navê rêxistin
û saziyên amadekar serokê Federasyona
Komelên Kurdistanê Keya Îzol bi
swêdî û Dara Ahmad bi kurdî
derbarî Anna Lîndh û helwesta
wê ya mirovane û internasyonalîst
qise kirin. Wefadariya gelê kurd ji xatuna
hezkirî Anna Lîndh re diyar kirin.
Civîna bîranînê ji alî
van rêxistin û dezgehên kurdî
ve hatibû amadekirin:
KRG (Nûnertiya Hukumeta Kurdistanê
ya Herêmî -li Bakurê Ewropayê)
Komîteya Hevkariya Hêzên Siyasî
yên Kurdistanê li Swêdê
Insiyatîfa Kurd li Swêdê
Platforma Kurdên Ewropa
Weqfa Pirtûkxana Kurdî
Federasyona Komelên Kurd li Swêdê
Yekitiya jinên Kurdistanê
Yekitîya Ciwanên Kurd
|