Asteng li pêş malpera me
Ev du roj e ku xwendevanên me yên li Tirkîyê nikarin
bikevin malpera me (
www.kurdistan.nu). Dema xwendevan dicêribînin bikevin
malperê nivîsek derdikeve pêşîya wan û dibêje: “Ev
malper li gor biryara Dadgeha Cezayî ya 11 li Îstembolê,
ku di 4ê Tebaxê da hatiye girtin, bi destê Serokatiya
Têlekomikasyonê hatiye astengkirin.
Xuya ye ew biryara ku di 4ê Tebaxê da hatiye girtin teze
tê cêbecêkirin. Em nizanin ev biryar ji ber çi hatiye
girtin. Tê gotin “ji bo parastinê.” Gelo parastina kê
û ji çi? Ew Kurdan û Tirkan ji çi diparêzin, ji top û
tifingên me, yan ji bîr û rayên me?..
Xuya ye hin kes û ali ji bîr û rayên ku di malpera me
da cî digrin aciz bûne. Tiştê herî balkêş ev
biryar piştî vegera Kemal Burkay hatiye girtin. Xuya
ye ew eleqeya mezin ku di dema vegerê da ji Burkay ra
hat nîşandan û malpera me bi firehî cî dayê, hin
dorhêl aciz kirin û hin sazî û navendên qedexebaz dest
bi kar kirin.
Helbet dijî vê êrîş û neheqîyê emê bi rê olaxên
yasayî li heqê xwe bigerin. Ev bûyer careke din nîşan
dide ku li Tirkîyê sazîya dadî (edalet) hîn di herî hezazekê
da ye û ji bo pêşîlêgirtina li bir û bawerîyên mixalîf
çawa roleke sereke dilîze. Hîn jî li vî welatî li pêş
azadiya bîr û bawerî û çapemenî seddên Çînê hene.
Gelo ev kiryarên han wê bikaribin pêşî li belavbûna
bîr û bawerîyên me bi temamî bigrin? Heya nuha nekarîn
pêşî lê bigrin û piştî vê saetê, di dema kominikasyona
îroyîn de qet nikarin. Eger astengên han bikira pêşî
li Bihara Ereban digirtin. Ji vê siyaseta şaş
tenê xelkê vî welati zirar kirin. Dawiya van sazî û kesên
qedexebaz êdî hatiye û ew çi bikin vala ye.
Êdî ne hedê wan e ku bikaribin dengê me bibirin.
Dengê Kurdistan
10ê Çirîya Pêşîn, 2011
|