Axaftina
Bûbê Eser
Di Civîna Stokholmê da
Mevanên giranbiha,
Hevalên hêja
Gelî rojnamevanan
Bixêrhatineke germ li we hemiyan dikim.
Dost û mêvanên hêja!
Îro ji bo min, rojeke gelekî girîng e. Di destpêkê
de dixwazim ji bo vê roja taybetî sipasiyên xwe
ji Federasyona Grekiyan, Federasyona Komeleyên Kurdistanê
li Swedê, Biblioteka kurdî, Komele û kesan re diyar
bikim ku rojek weha ji bona min amade kirine.
Ji bo ku pêþgotina pirtûka min ya bi navê Gardiyan
ku bi grekî û li Grekland ê hate çapkirin, nivîsî
ye, sipasiyên xwe yên teybetî pêþkêþî Serokê Partiya
Çep a Greklandê Nikos Konstandopoulos dikim. Her
weha sipasîyên xwe pêþkêþî Angelos Sideratos dikim
ku pirtûka min bi grekî çap kir û belav dike. Konstandopoulos
bi pêþgotina xwe û Angelos jî bi weþandina vê pirtukê
“pira dost û hevaltiyê” di navbeyna Kurd û Grekiyan
de ava kirin. Karekî pîroz û helwesteke baþ wergirtin.
Ez gelekî pê þa û serbilind im. Û hêvî dikim ev
helwest û piþtgirî di çareserkirina pirsa Kurd û
Kurdistanê de wek mînakeke dîrokî berdewam be.
Dixwazim di huzûra we de, sipasî hevalê hêja, Nazim
Yamak bikim. Wî bi zahmetiyek mezin pirtûka min
ji kurdî wergerand Grêkî. Destên wî saxbin.
Ez qet nikarim qenciya Kiriaki Demitriadou ji bîr
bikim. Ji ber li ser pêþniyar û alîkariya wê ev
pirtûk bi zimanê Grekî hate wesandin. Her weha dixwazim
sipasî Costas Sandalis, Anna Maktesiadou u Rezan
Babur bikim ku wan jî ji bona organizekirin, kar
û xebata presskonferansê (Civîna Capemeniyê) xebateke
baþ kirin.
Ez Bubé Eser, di 02.01.1980ê de li Kurdistanê
li bajarê dîrokî, Diyarbekira þêrîn di daireya xwe
ya kar de hatim girtinê. Polîsan girte ser daîreya
ku min lê kar dikir, yekser xwestin ku min bibin,
lê þefê min yê daîreya kar, heta ji wan kaxezeke
bi îmza wernegirt, ez nedam destê wan. Loma jî bi
saya wê kaxiza îmzekirî polîsan nema karibûn girtina
min veþér in û bêjin: “Bûbê ne li ba me ye”. Ji
ber ku wan berîya min û piþtî min gelek xortên kurdan
weha bê deng girtin û di îþkenceyan de kuþtin û
wendakirin.
Ez 72 rojan di îþkencexaneyê de mam. Di iþkenceyê
de dilê min rawestiyaye. Wan bawerkirine ku ez miri
me. Ji bona ku mirina min nekeve hustiyên polisan,
wan ez ji qatê 4an di pacê re avetime derve. Gava
min davêjin, ji xwe plana wan her hazir e; dikin
gazi û dibéjin: “Xwest bireve û xwe avêt”. Bi avîtinê
re ez, li ser erebeya wan ku li ber deriyê þubeya
îþkencexaneyê sekinî bû, dikevim. Bi saya wê ketinê
dilê min ji nû ve kar dike. Ez nemirim. Yanî wan
him ez kuþtim û him jî sax kirim.
Piþtî vê bobelata giran wan tenê ez hefteyekê di
nexweþxaneyê de hiþtim. Di pê re, dîsa ez birim
cihê îþkenceyê û ez bi tenê xistim hucreyekê. Nan,
av û cixare ji bona min qedexe bû. Ji bona min tiþtên
wan dixwestin negot, nigê min î çepê þewitandin.
Di îþkenceyê de çavên min xera bûn, yek li ber çavê
min dibû dudo. Zara guhê minî rastê teqandin. Li
Swêdê çavên min li nexweþxaneya Sabatsberg, guhê
min jî li Karolinskayê hate emeliyatkirin. Û zêdeyî
salakê jî ez çûme nexweþxaneya xaça sor.
Nezi sê salan di girtigeha bi nav û deng, “5. Nolu”,
ya ku ji bona kurdan hatibû avakirin de mam.
Di 19.05.1983an de hatim berdan.
Di 28.11.1984an hatim Swêdê.
Nuha ez hemwelatiyekî swêdî, weke swêdiyê nuh û
kurdekî li vî welatî dijîm.
Pirtûka min ku þahîdê zordarî û îþkenceyên ku
desthilatdarên tirkan li me dikir, di sala 1994an
de di nav weþanên Roja Nû de, bi zimanê kurdî ku
hê jî li tirkiyeyê qedexe ye, li Swêdê hate weþandin.
Zimanê Kurdî zimanê min yê dayik e. Ez bi vî zimanî
mezin bû me. Weke her kesekî ku ji miletê xwe hez
dike, ez bi zimanê xwe serbilind im. Di gel qedexekirina
zimanê kurdî, kurdan weke hêjayiyeke neteweyî bi
zimanê xwe axifîne û nivîsine.
Ev pirtûk bi xwe belgenameyeke dîrokî ye. Ev pirtûk,
bûyer û kiryarên hov yên girtîgeha Diyarbekirê tîne
zimên û eþkere dike. Ev ne bi tenê ji bona nivþê
me pewist e, lewra em bixwe jiyane. Lê ji bona nivþên
pêþ gelek girîng e da ku ew jî bizanibin çi hatiye
serê me. Ev belgename ji bona mirovantiyê jî gelek
pêwist e ku gelên cîhanê jî bizanibin, kurdan çi
zilm û hovitî ji destên nijadperestan kiþandin e.
Di Girtîgeha Diyarbekirê de gelek lehengên bê nav,
destanên qahremaniyê afirandine. Xort û keçên qahreman
diberxwedan û serî li ber dijmin netewandin. Mirina
bi rûmet ji jiyana bê rûmet gelek giringtir e. Lewra
rûmetgirtina serfirazîyê û berxwedana me ya bi mêranî,
dijmin hovtir dikir û iþkence zédetir dibûn.
Ez hêvî dikim ku ev pirtûk bibe çirûskek di jiyana
mirovantiyê de ku rûreþiya desthilatdarên tirkan,
eþkere bike û quncikekê ji diroka me ya reþgrêdayî
ronî bike.
Ez hêvî dikim ku ev pirtûk bide zanîn ku desthilatdarên
tirkan çiqasî ji zimanê kurdî û Gelê Kurd ditirsiyan
û ditirsin. Ji ber wê tirsê bû ku wan herroj metodên
lêdan û îþkenceyên cûrbecûr diafirandin.
Ez bi xwe þahidekî zîndî yê wê demê me. Ez hem
berî û hem jî piþtî darbeya leþkerî (12 îlona 1980ê)
di girtîgeha Diyarbekrê de razam. Ez bûm þahidê
hovitiya dijmin û qahremaniya xort û kecên kurdan.
Ji ber vê yekê bû ku min xwest wê demê binivîsînim,
bînim zimên, da ku zarok û nevîyên me pê bizanibin
ku bapîrên wan çiqasî ji destê desthilatdaran kiþandin
in.
Rêzdarên amade:
Bi rastî gotin û þirovekirina bûyerên wê girtîgeha
bi navê 5 nolu ya ku ji bona îþkencekirin û bêrûmetkirina
xortên kurdan hatibû amadekirin, gelekî zehmet e.
Bûyerên di pirtûkê de hatine zimên, bi çavên gelên
Ewropayê dikare gelek xeyalî bêne dîtin. Ew ne neheqin
jî. Lewra bi salan e gelên Ewropî tiþtên weha barbar
û hov nedîtîn e. Lê di rastiyê de, bûyerên di vê
pirtûkê de hatine nivîsîn kêm in. Bûyer bixwe ji
tiþtên ku hatine nivîsandin mezintir in.
Gelî Mêvanan:
Piþtî ku ez ji girtîgehê hatime berdan, min xwest
ez li welatê xwe bijîm. Li gel malbat, jin û keçika
xwe bijîm. Lê desthilatdaran rehetî neda min. Hertim
çavderiya min û yên wekî min dikirin. Ji ber zilm
û tirsa kuþtinê, ez mecbûr mam ji welatê xwe bidûrkevim.
Ez di wê dema ji welat bidûrketinê de, li hêla
behra reþ rojekê li miroveki rast hatim. Wî bi xwe
di dema leþkeriya xwe de di girtîgeha Diyarbekirê
gardiyantî kiribû. Em bûne destbirakê hev. Wî dixwest
hemî bûyer û kiryarên di wê girtigehê de dihatin
kirin eþkere bike. Bûyerên girtîgehê ew çelq kiribû.
Wî nema karîbû xwe ji vê mejîçelqandinê azad bikira,
dixwest vê hovitiyê eþkere bike. Her digot: “Dewletê,
em jî xapandin.”
Ew mirovê ku di girtîgehê de gardiyantî kiri bû,
di jiyana xwe ya sivîltiyê de gelek bécir û asabî
bû bû. Wî tim weke di girtigehê de gardiyan be,
li xwe dinerî. Loma jî wî û malbata xwe û kesên
din, li hev nedikirin. Ew fêrî lêdanê û emirdayinê
bû bû. Wî dixwest kesên din tim ji wî re silavê
bidin û di emrê wî de amade bin. Bi cîran û gundiyên
xwe re heroj þer û pevçûn dikir.
Ew her gardiyan û yên din jî girti bûn.
Ew jî qurbanek yê girtîgaha Diyarbekrê bû. Wê girtîgehê
gelek psikopat, cenawir, nexweþên ruhî afirand.
Lê herweha mirovên nîvzindî jî afirand.
Gava min û wî kesê ku di girtîgeha Diyarbekrê de
gardiyan bû, bi tesdufi naskir, wî di destpêkê de
nizanî bû ez jî di wê girtîgehê de mame. Wî dixwest
ku wan xerabiyan bêje. Bêje ku herkesek bizanibe,
ka kê ew emir dida û ji bona çi bû?
Me li hev kiribû. wî digot û min jî dinivîsî. Wî
ew bûyerên wir hemî weke fakta digot. Rast digot.
Ez bi xwe jî þahidê gelek bûyeran bûm. Wi dixwest
hemî bûyeran bêje û sedemên lêdanê eþkere bike.
Dema gardiyan rewþ û îþkencên girtîgehê digot gelek
hêsir bi çavên wî diketin û di berxwede digot: “hey
wax me çikir, em çawa ji însanetiyê dûr ketibûn”
Hîn gelek bûyer hebûn ku wî yê ji min re bigota,
lê wî ne qedand. Rojekê, dîsa ji bo hevdîtinê, gava
ez hatim ba wê dara ku me hev li bin didît, min
ew bi dardakirî dît. Hew îdare kiribû. Li þûna xwe
bi tenê du name hiþtibû, yek ji min re û yek jî
ji malbata xwe re.
Mêvanên granbuha:
Min xwest, di vê pirtûka xwe de, wan bûyerên hov
bînim zimên. Ez bi xwe ne nivîskar bûm. Ev kar ji
bona min zehmet bû. Lê min zor da xwe ku vî kari
bikim. Loma jî min ancax di þeþ salan de ew faktana
ji bona hêsankirin û rehetxwendina wan, bi zimanekî
edebî û weke romanekê pêþkêþî we xwendevanên hêja
kir.
Dema ez hatim Swêd û li vir bi cih û war bûm, min
xwest wasiyetnameya wî camêrî bi cih bînim. Wan
tiþtên wî gotine binivîsînim û ji raya giþtî re
eþkere bikim. Wan îþkenceyên desthilatdarên dagirkerên
welatê min, divê bihatana eþkerekirin. Çima wan
ewqesî iþkence li me dikirin? Çima dixwestin di
wir de, me bi darê zorê bikin “tirkên baþ”. Çima
dixwestin em înkara xwe, ya zimanê xwe û hebûna
xwe bikin?
Wan dixwestin guhên me jêkin da ku em nebîhîzin.
Dixwestin çavén me derxin da ku em nebînin. Dixwestin
destê me jêkin da ku em nikaribin binivîsînin. Wan
dixwestin me sernizm bikin, me teslim bigrin û me
dûrî neteweya me bixin.
Lê bi ser neketin. Me xwe li ser piyan hiþt û li
zimanê xwe, li xwe û tevgera xwe xwedî derketin.
Me bêtir guh da hêjayiyên xwe yên neteweyî. Me bi
kurdî gazî hevdu dikir, me bi kurdî xwar û vexwar
lê bi tirkî jî lêdan û îþkence dît. Ji ber vê jî
ez xwe serbilind dibînim.
Dîsa sipasî we dikim. We zahmet kiþand, hûn hatin
vir. We guhdariya min kir. Mala we ava
|