Eve ne jîn e,
agirî kiras e
B. Kamuran
Ez bawer im gelek kes hene ku ji xwe dipirsin,
gelo ev xelkê belingaz û desteng çawa derbara xwe
û jîna xwe diqetînin? Gelo îro çend kes hene ku
bi bê nanî û bê dermanî û li jêr bar û doxên hejarî
û nedartîyê da çavên xwe li jînê digirin û bi belengazî
dimirin? Gelo çend kes evê rastîyê dizanin û bi
çavên xwe dibînin, mirovên birsî ji bona jîndarmana
xwe çi hovyan dikin?Ji bona somineke nanê gerim
qîzên tazegihiştî çawa xwe difiroşin,
zarok û mirovên kal çawa destê xwe vedikin li suk
û kolanan bersingê mirovan digirin û bi kele girî
arikarîyê dixwazin...
Ew rupelên rojnamên renga û reng çawa deng û bahsê
xwe kujî ya xort û qîzan, karmend û kasibkaran dike
nuçe û bi wênê mezin destgir kirina çend zarokên
çentebir û rêgiran bi deng û bahsên jîyana xelkê
radixine ber çavan. Zarokên ku beqlave dizine çawa
destgîr dikin û davêjine zîndana. Lê belê sedem
û hegerên evê rewşa xirab û dur ji mirovatîyê
vedişêrin û dewsa rastiyê ji çavên civatên
birsî û perîşan wunda dikin.
Le belê tiştekî balkêş e ku ev civatên
ji birçiyan dinalin û ber bi merg û mirinê diherikin
her bêdeng û miskînin!. Gelo ev çi ruhe ku li hemberê
bê dadî yê bê deng û mate?. Serdarên welat diz û
çete û xortimçî û talankerên kedê, malê gel û serweta
welat bi keyfa dilê xwe tar û mar dikin.Kes nabêje
ew çiye, çima û çira ?
Nanê xelkê kirine bombe û tank û top, panzer û
firokên şer û wêranîyê di serê Kurdistanê da
barand û gund û bajêrên me wêran kirin û bi milyonan
mirovên kurd ber bi mihacirîyê û derbederîyê herikandin.
Sedema ewî şerê qirêj bi milyaran dirav hate
pûçkirin û reşe ewrên birçitiyê û bêkariyê
û derbederi û jarîyê di seranserê welat da girt
û gelê tirk ji kirine exsîrê nanê rojê. Ew qeyrana
aburî û qer û perseka IMF û dem û dezgahên navneteweyî
û siyaseta çewt, xêr û bêrparêza mistek mirovên
sermayedar, welat kiriye cehnem. Di şevekê
da bi milyonan xelk ji nanê xwe yê heyî bûn. Hatinê
talan kirin.
Îro piraniya xelkê xweziya salên beri şerê
qirêj dikin.Gel niha dibêje ez dixwazim weki berê
li gundê xwe û bi bizina xwe û çandina dexil û dan
û balcanên xwe, xwe pê bijînim. Li gundê min da
derdê kirya xanî nebû,ú îr û mast û penirê min
hebû, kulîn û şikeva min tejî bu, ava bacana
,tirşî û pincara hişkkirî, pitat û pîvazên
me hebûn. Pez û terş û bax û rez, xêr û bêra
mebû, iro em di nava behra birçitîyê da niqo bûne.
Ji bona ku rewşa heyi berçavtir be, em çavekê
di ser rewşa jîna xelkê ku li bajêrê Entab
û Edenê û Mêrsînê, ku bajarên here germ Ÿn, ewê
deverêne û piraniya çîn û toja kedkar ku piranî
kurd in, kasibkarî û bazirganî di evê deverê da,
bi germî di gêr daye, bînin. Li nava sukên Edenê
û Entabê her wekû seranserî welat ne biker heye
û nejî malfiroş (erz û teleb). Li sûk û gerekên
çada Qaziya, Pasaja Solemez, xana kûpçi, bazara
dexil, li Qebrê Reş, Cînderesî, Perîlî Kaya,
Unaldi, bazara heywana û hal û bazara destfiroşa,
ji bilî qêr û hewara kasibkara tiştek nayête
ber çavan. Xelk bi betali li nava bazaran digerin
û temaşa dikŸn û êvarî bi dest xalî vedigerine
malên xwe. Bi milyonan bêkar û leşkerê betal
û birçîya di nava sûk û kolanên bajaranda diherikin.
Ji birçitî û ji tirsan çavên wan teji xwîn bûne,
lê disan ji şukurdar in û ji halê xwe razîne!
Evê qedera xwe dizanin û li hêza xwe nebawer in.
Em behsê evê nakin ku bêkar û nedar çawa jîyara
xwe dikin. Werin temaşayî Malbeteke Karker,
ku çar kes Ÿn (du zarû û hevjîna xwe), ku 160 milyon
panqenota werdigire, çawa jîna xwe diqetînin. Çu
mafên arikarî û sosyali ku ji alyê dewletê ve bê
kirin nine û belku li hemberê dewletê mirina wana
ji, tawan û sûç e, jîna wan û mirina wan ji wan
ra bac e. Bi derwêşa rewşa enflasyona
heyî serast nekirin û dewlement dewlementir kirin
û feqîrî û jarî jî zêdetir bu. Zelzel û zam û terora
dewletê û derewên serdarên dewleta romê pişta
xelkê şikand.Vêca gelo dermanê evê rewşê
çiye? Werin em bi pêkve dakevine nava dinya jîna
malbeteke kedkar,ka çawa û bi çi derd û bela şerê
jîna ne mir û ne jînê da berxwe didin bi
zelalî rayêxne ber çavan:
Çend bihayiyek (TL) li ser pêwîstîyên jîyanê
Kirya xaniyeki yêk-dû mezelî û şevnişînî:
45.000.000
Parê av û vizê elektirîk) her du meha carekê:
30.000.000
Tonek sotemenî û komir û dar:
220.000.000
Heqê telefona nav malê here kêm li mehê: 20
000 000
Somineke nan(200 gr):
75.000
Kiloyeke mastê çêlê:
500.000
Kiloyeke penîrê bê iman:
1.000.000
Kiloyek ji zeytînên here xirab:
1.600.000
Runê sena (200 gr):
600.000
Kiloyeke ar:
400.000
Kiloyeke savara here xirab :
750.000
Kiloyeke birinc:
1.850.000
kiloyeke balcanê sor:
600.000
Kiloyeke isotê:
500.000
Kîloyeke xiyaran:
600.000
Kiloyeke lîmonê:
300.000
Kiloyek goşt:
4.800.000
Kiloyeke çayê:
6.000.000
Kiloyeke şekŸr:
1.250.000
Heqê bus û çon û hatinê:
400.000
Taksî:
5.000.000
Bo qutabîyekî dibistana destpêkê ji bo wesîlên
hewce: 25.000.000
Ji bo kar û barê resmî û dosya qutabî:
7.500.000
Solek lastik, pantolek, kirasek, goreyek:
10.000.000
Bav û dayik salê carekê ji bo xwe libasên kevin
ji bazara seyar bikerin, bo jinê kirasek binkirasek,
derpî, dahmen an ji şel û enteryê devera germîyanê
(tev serpêş terlik) yek ku ji 50 milyona kêmtir
nine û mêr ji her wusa.
Dibê
nesax nekevin, heqe doxtor û derman ne di nava hesabê
da ye.
Ji
bona ser şuştinê sabûn û didan şustinê
xemîr, heqê ser tiraşinê û hwd...
Fikrê
nekin, nabe biçe qehwê û çayekê vexwe, cigarê bikêşe
û rojname û pirtûk bixwinin, biçine sinema û şano
û geryan û seyrana.
Ev
daxwaziyên serekî yên jînê wek û xewn û xiyalên
wana ne. Ji ber evê, dahata wana diyar e, ew perên
werdigirin (vêca eger xudan karbin) dikarin çi û
çiqas ji xwe ra bikerin û an jî çiqas dikarin pê
bijîn.? Eve perê wana eger 3 sed milyon jî be dîsa
bersîva pêwîstiyên jînê nade, eger malbetek 7 û
8 zar û zeç be, wê ci xwelya dinyayê bi serê xwe
da bike.
Xort
û qiz dibê ne zewicin û nexwinin, li koç û kolana
destmalan bifiroşin.
Ev
e tabloya reş ya Komara Tirkiyê ye, ku xwe
û sistema xwe ji bo deverên dinê wek model nişan
didin. Wêyla xwelya evê dinyayê bi serê we û dewleta
we û sistama we wer be. Hûn hem hov in û hem ji
diji mirovin. Loma xelk ji we direve û xwe ji we
xilas dike. Lê belê, ya rast ne ji we revîne belk
û berokên we girtin û ji holê rakirine; çinkû
we ev qedere danîye û xelk di nava zilm û zorê da
ragirtîye. Hûn dibê ji taç û text bêne xwarê û xelk
nanê xwe , karê xwe û axa xwe û keda xwe û hebûna
xwe bêxê destê xwe.
Belê
me got ku miaşê karker eve ye:
Miaşê karkerekê (Ya asgarî û li bazara reÆ):................160.000.000
Baznişestek (emekli):.................................................150.000.000
Baş e ev mirovê dibê di çend mihan da carekê
kiloyeke goşti bixwe û bikaribe ji zarokên
xwe ra mast û penîr bikere, dikare di çend mehan
da carekê kiloyeke sêv û pirteqalan bo mala xwe
bikire? Başe wê çawa bikare nivîn û aman û
iskan û kevçik û xawlî û sabûn û xemîra didana û
cîled û xemirrîş bikere û ser û rihên xwe bitiraşe?.
Baş e wê çawa û kengî bo xwe û hevjina xwe
pêlav û libas û pêwîstîyên rojane û jînê bikire?
Ax hewar, ew zarokên ku di zikê dayka xwe ya birçî
da wê çawa firşîk bigrin û bê kêmasî bêne dinyayê
û eger hatin jî wê çi şîrekê ji çiçkên daykên
zik birçî û tazî ye xwe bimêjin? Gelo lêşên
wan wê çawa li beranber ewê nedarîyê da pêşve
herin û tendirustîya wana başbe. Ew zarokana
roja ku di nava rehmê dayika xwe da jîndar dibin,
her hevdem hemû êşû nesaxîyên xeternak ji tev
xwe mezin dikin û gelek bi lez ber bi merg û mirinê
da dimeşin.
Vêca hûn werin bifikirin di civateke wehe da.jan
û êşên civakî wê çawa xilasbin. Baş e
ev civatên bindest û birçî, li benda çi maye û çira
ji ev jîne ji xwe ra kirye qeder û nabêje bese?.
Bê guman dibê ev çîn û tojene bêne sazdan û raperin.
Ewe ji ne karekî hêsan e û bi gor dilê mirov nameşe.
Pêşeng dibê dakevine nava civatê û bi reng
û dengê civatê xwe seqa bikin. Baweriyê û reka rast
û durust bidinê civatê û wena bi hêza wana bihesînin
û bi xwe bawer bin. Daxwazîyên wana yên kurt demî
û dur demî dest nîşan bikin û bi diruşmên
rast û sivik bidine destên wan û bi hemû rengên
civakî û çandî û siyasî rêz bikin.
Lê wextê ku ez li berêşenîya ked û karker
û zehmetkêşan dinehêrim, teorîya ew kom û komikên
çeprev û tundrev dibinim, Gelek mixabinî gotinên
wana di nava pirtûk û kovarên wana da derbaz nabe
û mirovê di nava jînê da dinale ji zimanê wana fahmnake
û ji hev dur in. Ew nan û kar û mal û zevî dixwazin.Ew
rojekê têrin û deh rojan birçi ne.
Ev rewşe bo carekê dinê ji dide selimandinê,
azadiya kole û birçîya di sistemeke yêksani û
dadi û bextewerî da ye.Sistemeke ku li dijî her
core çewsandinê ye û ji bona mirov û keremeta mirovatiyê
û jineke serdemî û wekhevîyê digêre.Eger di dirokê
da xebata çewsawa bi qonaxên corbecor hatibe û du
gav ber bi pêş û gavek ber bi paş avêtibe
jî, dîsa ji ber bi pêş dikişe. Eger 70
roj ceribandina xebatkarên komîna parîsê neba ,
dibe ku 70 salan ceribandinên Sovyetê ji ne bi ba.
Kiryara (piratîka )çîn û civatên kedkar û bindest,
li serdemê teknoloji yê da pêşveçona mirovatiyê
her ber bi ewê rastiyê da diçe. Şikl û nav
û reng çi dibe û çawa xwe bide nişandanê jî,
bila xwe bide nîşandan, dîsa her enî û berê
mirovatiyê ber bi ewê civata yêksanî û wekhevîyê
da dimeşe. Çu hêzek nikare evê bizava pêşdaçonê
rabigre.Rizgarîya mirov û mirovatîyê di nava ewê
civatê da ye, ew civata ku mirov ji aliyê mirov
neyê çewsandin. Ew hertim hevîya mirovê serdemî
ye. Ew ala jîyana pila hera bilinde mirov û mirovatiyê
ye. Ew Yeksanî ye, dadi ye, biratî û azadî û bextewari
ye.Ew sosyalizma serdemî ye. Bê guman em sosyalîst
pêvajoka civakî û xebata evê qonaxa îroyî baş
dest nîşan dikin û gelê xwe bi gor ewê rewşê
rêz dikin.
Loma, di qonaxa îro da ji bona bi destve înana
azadî û demoqrasîyê, hewceye hemî çîn û tojên civatê,
mil bi milê hev dakevine meydana xebatê û bo armancên
hev beş bi hevra bibine hevxebatî. Civatên
rikeber û bindest, dibê di nava bazinekî berfireh
û hevbeş da, çi sosyalîst, çi lîberal, çi sosyal
demokrat, çi oldar û çi maldar, gişt welatparêzê
kurd, bi pir rengî bi pir dengî li jêr durûşmên
ber heqe, qonaxa xebata rewaye gelê me da berxwe
bidin. Bersîva evê pirsê jî di roja 11 miha subatê
da hatîye dan. Partiya HAK-PAR, ala xwe bilind
kir û bangî civata xweragir kir û dakevte meydane
berberekanîye. Dê vêca hun werin, birayên karker,
karmend, kasibkar,gundî, cotyar, rewşenbîr,
oldar, pênaber, bêmal û bê waren kurd, dayik û xuşkên
cerg sotî, bi hevra di bin banê partiya HAK-PAR´ê
da em mil bi milê hev xebata xwe bilezînin, evê
qonaxa rizgarîxwazîya neteweyî û demokratî derbaz
bikin, bi hevra armancên pîroz bi destve binin.
Heta ku gel û welat li jêr destê dagîrkeranda rizgar
bikin, Pêşerojên bextewerîya mirovî vejîn bikin.
Xwe li armancên nihayî nêzîk bikin.
|