Bang
Piştgiriya
namzetê serbixwe A. Melîk Firat bikin!
Wek hûn pê dizanin di 3Novembirêde, dê li Turkiyeyê
hilbijartina giştî çêdibe. Hilbijartin di rewþek
normal û demokratik de nayê çêkirin. Bi vê hilbijartinê,
em bixwazin an nexwazin dê pesnê demokrasiya Turkiyê
bê kirin û di dawî de jî meþrûyetiya rejîma wê
bête qebûlkirin. Ev ji bo me Kurdan dezavantajek
e. Hilbijartinek bêedaletî û nedemokratik hin dehfika
jî bi xwe re tîne .
Piraniya partiyên Turkiyeyê ku dikevin hilbijartinê
bi toqmaqê dewletê (îdolojiya resmî ya dewletê)
li defê dixin. Ew wek organê dewletê ne û hew mafê
dewletê diparêzin. Mafên însanan, mafên Kurdan,
li hemberî dewletê nayê parastin, ev ne karê siyaseta
wan e. Di siyaseta wan de vatiniyê dewletê tune
ye, hew bes mafê dewletê heye.
Partiyên Îslamî partiyên utopîk û pragmatîk in.
Propangandaya hêviyên sexteyî ku ji guhê
raya giştî re xweþ tê, dikin; ”Dûzana Adil,
Dîtina Mîllî, Asr-î Saadet ” hwd bi kar tînin.
Ew dixwazin cîyê, îslametiyê di civatê de zêde bê
xuyanîkirin. Li gorî wan mafê mirovayetiyê, demokrasiyê
û mafê kurdan ne di bin tehdîda siyaseta dewletê
de ye, lê belê îslamiyet di bin tehdîdê de ye.
Partiya HADEPê ku profîla xwe ya partiya kurdbûniyê
winda kiriye, îro wek partiyeke çep, di bin baskê
DEHAPê de dikeve hilbijartinê. Îro siyaseta HADEP/DEHAP
ne ew e ku pirsa kurdî çareser bike, lê ew giringiya
siyaseta xwe di pirsa demokrasî de an jî di ber
bi firehiya demokrasiyê de dibîne.
Em tekoþîna ku ji bo demokrasiyê tê dayîn piçûk
nabînin. Pêwistiya civata Kurd û Tirkan bi demokrasiyê
heye. Demokrasî kare bibe garantiya parastina hin
mafên demokratik, lê temînata statûya sîyasi ya
Kurdan nade. Aktorên projeyên sîyaseta piralî divê
hebin û ji hev cuda bin. Herkes bila xizmeta projeya
xwe bike. Pirsa Kurd û pirsa demokrasiyê, du projeyên
cuda ne. Partiyên Kurd divê dinamika siyaseta xwe
li ser pirsa xwe disiplîne bikin. Pirsa çareserîya
Kurd û pirsa demokrasiyê ne aynî tiþt in, lê dikarin
tesîrê li hev bikin. Ji bo me çareserkirina pirsa
Kurdî pirsa yekemîn e. Sebebên hebûna me ev e,
divê em jê veneqetin. Em bînin bîra xwe ku di sîyasetê
de gurûra neteweyî pêwîst e. Ji bo azadiya civakî,
þertê yekem birexistinbûniya netewebûnî ye.
Di vê hilbijartinê de gelek partî beþdarê hilbijartinê
dibin, lê ne pir sîyaset. Li ser navê Kurdan û li
ser pirs û pirsegirekên wan tu parti beþdarê hilbijartinê
nabe. Ne Siyaseta “Kemalizmê” ne ya “ Dûzana Adîl”
û ne jî projeya siyaseta “demokrasiyê” teminata
mafên siyasî ya gelê kurd nikare bide.
Partiya ku îro pirsa Kurdî ji xwe re kiriye
bingeha siyaseta xwe di halî hazirde HAK-PAR e.
Ew, pirsa Kurdan bingehina pirsa Turkiyê dibîne
û bê ku pirsa Kurd bê çareserkirin, demokrasî û
aþitiya civakî jî ne mumkin e peyda bibe. HAK-PAR
di vê hilbijartinê de serokê xwe Birêz A. Melîk
Firat li Diyarbekirê wek namzetekî serbixwe nîþan
daye.
Ger kurdên li Diyarbekirê û der û dora wê rayên
xwe ji bo rêzdar A.Melîk Firat bi kar bînin,
ji bo me Kurdan serkeftineke mezin e! Ji bo vê yekê
jî em bangê Kurdên runiþtvanê li Swêdê dikin û dibêjin:
”Ger tu ji Diyarbekirêyî û dost û nasên te, mirov
û malbata te, kom û eþîreta te, li Diyarbekir û
der û dora wê dijîn, ji kerema xwe, bi wan re peywendî
deynin, bila herin ser sandoqê û rayên xwe ji bo
A. Melîk Firat bi kar bînin.
Rêz û hûrmet
Oktober 2002, Swêd
Komîteya piþtgiriya namzetê serbixwe yê Diyarbekirê
A. Melîk Firat
|