Banga Kurdên Diyasporayê ji bo Partiyên
Kurdistanî, ji Kom û Rêxistinên Sivîl û ji Welatparêzan
re
Komeke Kurdên Diyasporayê ku li Ewrûpayê dijîn, di
2ê Nîsanê de civînek li ser hilbijartina Tirkiyeyê ku
di 12ê Hezîranê de bête sazkirin, pêkanîn. Di civînê de
rewşa hilbijartinê hate nirxandin û dîtin û pêşniyarên
xwe bi bangenameyek ji bo raya giştî ragihandin.
Bangename bi vî awayî ye;
Em beşek welatparêzên Kurd ku li Ewrûpayê dijîn,
li ser hilbijartinên Parlamentoyê ku di 12 hezîranê de
pêk tê, me cîvînek pêk anî.
Di civînê de me rewşa hilbijartinê nirxandan
û dîtin û pêşniyarên civîna xwe pêşkeşî
raya giştî dikin.
Hilbijartinên 12 Hezîran 2011´an, bi giştî ji
bo demokratizekirina Tirkiyê û ji bo bi destxistina mafê
rewa ya netewa Kurd, derfetên girîn dide pêş me.
Netîca hilbijartinê bi taybetî ji bo yasayek demokratîk
li Tirkiyê, xwedî hêjayiyek girîng e.
Netîcên hilbijartinê, dikarê ji bo çareseriya pirsa Kurd,
zemînek aşîtîxwaz bihulqîne. Dikare, rê ji bo diyalogek
maqûl, di navbeyna dewlet û Kurdan de xweş bike.
Loma jî, divê hêzên demokratîk û tevgêra welatparêz
ya Kurd, di vê hilbijartinê de bi xurtî derkevin holê.
Îro dîrok, ji bo serketina welatparêzên Kurd , bi
beşdariyek fireh, hevkariya hêzên netewî û demokratîk,
li ser me ferz dike.
Hevkariya Hêzên Netewî û Demokratîk; Divê, di nav Civata
Kurdistanê de, cîh mafên temsîlî ya hemû hêzên cuda
di nav Hevkariya Netewî û Demokratîk de hebê.
Hevkariya Hêzên Netewî û Demokratîk; Divê, perjevendiyên
netewî ya gelê Kurd, li ser hemû cure mafên ferdî gurûbî
bê girtin.
Ji ber vê mebestê bangê hemû Partî, Grup, Rêxistinên
sivîl û kesayetiyên siyasî, li ser esasên Hevkariya Hêzên
Netewî û Demokratîk, ji bo ku wek blok bikaribin beşdarî
hilbijartinan bibin wan dawetê bi cîhanîna erkên netewî
dikin û em hêvîdarin ku vê berpirsiyariyên xwe bicîh bînin.
Em beşek Kurdên welatparêz ku di diyasporaya
Ewrûpayê de dijîn; Ji bo aghdariya we, em di nav meha
Gulanê de, li ser hilbijartinên giştî ya 12 Hezîranê
Konferansek amade dikin..
Yaşar Kaya, Yilmaz Çamlibel
, Siracettîn Kirici, Bayram Ayaz , Baran
Hemze, Selîm Çurukkaya
, Seyitxan Kurij, Kovan Amedî , Hikmet
Serbilind, Alî Haydar Koç
, Dr. Huseyîn Bektaş , Mustafa Kisabacak
, Suleyman Ateş, Murat Dagdelen
|