Êrişa ser
Şivan Perwer şermezar dikim
Dilê me diêşînin, dixwazin şewqa me bişkênin
û kare ku em dikin piçûk bikin û war jê dibinin.
Lê gerek ew bizanin; ê ku hunermend dike car caran
ji Bombeyê atomê daha pewistir e.Hozanê welateki
aynika welat e ; Derd û kulen welat, daxazi û rahmana
milet, deng û awaza gel hemû ji ser wî/ê top dibe
û di wi Aynikê da gelle dinyayê Kurdistan dibine
bo wi ez dibem ewe ji Hozan û ronekberen xwe xadi
dernakewin ji welate xwe qet xadi denakewin ki ku
dibe ez welatperezim gerek erişa ser Şivan
şermezar bike
Lê gelo dibe kemasiyên me hozanên ronakbîra tune?
Gerek hebe, le belkî ku em Hozan jî di nav kemasiyanda
bin gerek Parti û rêxistin bi zimaneki xweş
me ra rexnên xwe bêjin, riya me durust mebe durust
kin, zimane me tûjbe şirinkin, lê ledan û
tembûra hozanan bişkênin ew ne baş e û
ji xwe ra jî bibên em welatparêz in, xudê ew kare
dujminan e,
Êrişa ser Şivan Perwer şermezar
dikim Gelo bi salane bo Kurd û Kurdistan distirine
û bi zimanê xwe yê xweş bayê Azadi û Aşiti
di dilê miletê xwe da heşin dike ma çi zerar
daye Kurdan? Ez naxwazim bikevim nav polemikan û
ji ser wi meseleyi politika bikim, lê ew karê ku
bi navê kurdan hatiye kirin şerm e!
Ji hunermendên Kurdan ra banga min ew e;
gerek yekitiyekê em çekin û fikr û ramanên xwe bê
tirs bikanin binin ziman. mebin xulamê rêxistin
û parti û kesan, gerek em bîr mekin „ê ku bi xwe
azad nînin bila mebên em bo azadi kar dikin“ ji
hew bibin Xudan û pirsyar mebin kelemê çawên hevdu,
bibin kelemê çavê dujminan.
Hunermend wê bi hunerên xwe tim bijîn, ê ku andabin
huner nine, fikr û politikayên şaş in.
Ehmedê Xanî 400 sal e dijî, lê berî çarsed salî
çi politikacî û politika hebû kes nizane...
Hunermend Baran
|