Barzanî
: “Leyla Qasim sembola azadiya rêya Kurdistanê ye”
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi boneya 37’emîn Salvegera bidarvekirina Leyla Qasim mesajek ragihand.
Dengê Azad/Hewlêr
Barzanî di mesaja
xwe de ragihand ku di rojeke wekî îro da û di sala 1974an da
keça kurd a wêrek
û çavnetirs Şehîd Leyla Qasim hate
bidarvekirin û bi şehîdbûna
wê jî
şehadeta nemiriyê
bi xwe bexşî û bû sembola azadiya rêya Kurdistanê.
Barzanî
bi bîr xist ku Şehîd
Leyla Qasim
yekem jina Kurd e ku li Iraqê
li ser siyasetê
hate bidarvekirin û di dema îdama xwe de jî bi dengekî bilind hawar kir ku bi kuştina wê dê bi hezaran
Kurd ji xew
şiyar dibin.
Serokê herêmê
da zanîn ku pêwîst
e ders ji
reftarên Leyla Qasim bê wergirtin
ku berî
bidarvekirinê gelek tade û zorî lê
hatibû kirin
daku daxwaza lêborînê bike, wê ew daxwaz
red kir û ji celatdên
xwe re got, ewê
tenê li
gelê kurd daxwaza lêborînê bikim çimkî amrê wê
têra wê
çendê nekir zêdetir
xizmeta gelê
xwe bike.
Serok Barzanî
di berdewamiya mesaja xwe de got, “ Hezaran silav ji bo ruhê
paqijê Şehîd
Leyla Qasim û hevalên wê Hesen
Heme Reşîd,
Nerîman Fuad, Azad Silêman Mîran û Cewad Hemewendî ku di vê rojê da her
hemû bûn
stêreke geş û biriqdar li asmanê
Kurdistanê ku
îro Parlemento û Hikûmeta Herêm di jêr sî û ronahiya
wan da ye.”
Serokê herêmê
da xuyakirin ku Kurd wekî neteweyeke zîndî û bixwebawer ji bo destxistina
mafên xwe
yên rewa amade
ye giyanê
xwe bext bike
û bi merdayetî û azayetiya
xwe rûpelên
dîrokê bi tîpa zêrîna xebata xwe binexşîne û dasteneke tije serwerî û qahremanî tomar bike.
Hêjayê gotinê
ye Leyla Qasim
û çar hevalên
wê Hesen Heme
Reşîd, Nerîman
Fuad, Azad Silêman
Mîran û Cewad
Hemewendî Roja 28ê Nîsana sala 1974ê (28.04.1974) ji
ber karê kurdayetî
û niştîmanperweriyê ji aliyê Rejîma Iraqê ve hatin girtin û li roja
12ê Gulana 1974an jî
serê sibê hatin
îdamkirin.
|