|
Ji rayagiþtî re
“Pêþangeha pirtûkên kurdî ya duwemîn” ku ji aliyê Yekitiya
Komelên Kurdistanê KOMKARê ve di navbera rojên 28-30 gulanê
de li bajarê Kolnê pêk hat, kete ber êriþa apociyan.
Li ciyê pêþangehê, digel nivîskar û rewþenbîran, gelek zarok
û kesên bi temen mezin jî hebûn. Di vê êriþê de xwedîyê Nasnamê nivîskar
Þukrî Gulmuþ hat birîndarkirin.
Armanca êriþkaran ew bû ku, bi darê zorê pêþangehê
ji hev belav bikin; tirsê berdin ser derdorên welatparêz, niviskar,
weþanxane û xwendevanên kurd yên ku hewl didin ziman û çanda
kurdî û hemû hêjahiyên neteweyî li ser piyan ragirin û bidin
jiyandin.
Êriþeke weha qilêr ji kê re xizmet dike, gelekî aþkere û diyar e. Em, di piþt
perdê de dewleta tirk û dardestikên wê dibînin; ew
dewleta ku hebûna gelê kurd înkar dike, zimanê kurdî qedexe
dike û gelê kurd ji hemû mafên netewî û demokratik bêpar dihêle!
Wek tê zanîn, sala par, dema KOMKARê ji bo vekirina
“Pêþangeha pirtûkên kurdî ya yekemîn” haziriya xwe dikir, dewleta
tirk xwestibû rê li ber bigre. Bona vê hemû îmkanên xwe yên dîplomatîk ceribandibû, lê bi serneketibû.
Mixabin îsal hevkarên xwe yên apocî xistin dewrê ji bo ku pêþangehê belav bikin. Êriþkar ji aliyê
rewþenbîrên welatparêz û parêzgerên KOMKARê ji ciyê pêþangehê
hatin dûrxistin.
Em, wek weþanxane, rêxistinên demokratîk-sîvîl û kesên ku îmza wan li jêrê ye,
êriþa ser pêþangeha pirtûkên kurdî û beþdarên wê, bi tundî rûreþ
dikin. Em careke dî bangî wan kesan dikin ku hîna jî bin navê
kurdîtiyê êriþî hêjayiyên gelê kurd dikin, ku dev ji van êriþkariyên qilêr berdin.
Weþanên Afiþ, Weþanên ROJA NÛ, Weþanên DENG, Weþanên KOMKAR, Weþanên ÖZGE Weþanên KOMAL, Weþanên FIRAT, Weþanên RİYA AZADİ, Weþanên PELDA, Weþanên EVRA
|
|