Belavoka hevbeş a 9 partiyên
siyasî yên Kurdistanê
Kêşeyê Kurd bi êrîş kirin
li ser Herêma Kurdistan û Qendîlê çareser nabe!
Her çend berî hilbijartinên 12’yê Xizîranê, heyam heyam
operasyonên leşkerî yên artêşa Tırk û çalakiyên
hêzên PKKê hebûn jî, hêviya çareseriyek demokratîk û aştiyane
peyda bibû ku piştî hilbijartinê ligel amadekirina
destûrek nû, rê liber çareseriya aştîyane û demokratîk
vebe.
Lê belê piştî hilbijartina 12’yê Xizîran ê, operasyonên
leşkerî yên artêşa tirk û çalakiyên hêzên PKKê
roj bi roj zêde bûn, axaftin û helwesta tund û gef xwarina
serokwezîrê Tirkiyê Erdogan û hevalên wî, ligel axiftan
û ragihandinên berpirsên PKKê yên ne di xizmeta danûstandin
û aştiyê da ne. Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê bi ber
aqarekî xeternak ve birin û bûne sedemê lawazbûna hêviyên
aştiyê di nav civatê de.
Hikûmeta AK Partî, li şûna bo aramkirina rewşa
aloz û temirandina vî agirî kar bike, ew agir geş
û berfirehtir dike û bi firokeyên cengî êriş dike
ser Qendîl û aramî û seqamgiriya Herêma Kurdistan li Başûr
têkdide. Hikûmeta AK Partî her usa amadekariyê ji bona
girtina kesên sivîl, berpirsên partiyên siyasî û komel
û civakî dike; bi tometa ku kesên han “alîkariya PKK”
dikin. Bi vî awayî AK Partî siyaseta tûnd û tûjiyê bi
rêva dibe, ku heta niha encamên baş nedayine.
Divê hikûmeta AK Partiyê ji vê siyaseta çewt vegere,
êrişên xwe yên liser Herêma Kurdistanê, ku bandora
xirab liser pêwendiyên baş a Tirkiyê û Herêma Kurdistanê
datîne bide sekinandinê.
Em êrişên firokeyên cengî yên Tirkiyê li ser Herêma
Kurdistanê mehkûm dikin.
Bang li hikûmeta AK Partî dikin, li şûna vê siyaseta
çewt û operasyonên leşkerî, ji bona rê xweşkirina
çareseriya pirsa Kurd bi rêka diyalogê gavan bavêje.
Em bang li PKK dikin; ku li ser biryara xwe ya agirbesê
bimîne. Karên usa neke, ku bibe sedema aloziya Herêma
Kurdistanê.
Em banga hêzên aştî û azadîxwaz û demokratên Tirkiyê
û Bakûrê Kurdistanê û dem û dezgeyên navnetewi dikin,
ku dengê xwe dijî êrîşa Tirkiyê li ser Herêma Kurdistanê
bilind bikin.
21 Tebax 2011
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê-PDK-Î
Partiya Sosyalîst a Kurdistan(Bakur)-PSK
Partiya Demokrat a Peşverû Kurd li Sûriya-PDPKS
Partiya Welatparêzên Demokrat-PWD
Komela Şoreşgerên Zehmetkeşên Kurdistana
Îranê-KOMALA
Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriya-PYDKS
Partiya Demokrat a Kurdistan-Bakur-(PDK-Bakur)
Partiya Azadiya Kurd li Sûriya
Partiya Demokrat a Kurd li Sûriya(El-Partî)
|