psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 
Berlîn: Seredana Sekreterê Giştî ya Hizbî Demokrat a Kurdistana İranê

Sekreterê Giştî ya Hizbî Demokrat a Kurdistana İranê, birêz Mistefa Hicrî, ji bo danûstandinan, li gel delegasyonek hat bajarê Berlînê. Di delegasyonê da, di gel Birêz Mistefa Hicrî, berpirsîyarê karên dîplomasîyê ya Hizîb Mîro Alîyar, berpirsîyarê komîta Almanya Bakûr Şahrîyar û berpirsîyarê Komîta Berlînê Hacî Cindî cîh girtibûn.

Birêz Hicrî da ragehandin ku, di gel Wezareta Derwe û Wezerata Daxilî, her weha bi partîyên sîyasî wek CDU-CSU, SPD, Die Grünen, Partiya Çep, bi rêxistinên sîvîl û  di gel hinek kesayetîyan hevdîtin pêk hatîye.

Sekreterê Hizîb ragihand, ku di hemû hevdîtinên xwe da li ser rewşa gelê Kurd ya Kurdistana Îranê, rewşa sîyasî ya seranserê İranê û li ser sîyaseta Hizbî Demokrat  anîye zimên; ji wan daxwaz kirîye, ku hember rejîma kevnêpest ya İranê sîyasetake hevbeş birêva bibin û pişgirîya gelê Kurd bikin.

Delegasyona Hizbî Demokrat, rojek jî bû mêvanê hevalên KOMKAR-Berlînê jî.

Serokê KOMKAR-Berlîn birêz Dr. Guler di hevdîtinê da bixêrhatina Mistefa Hicrî û hevalên wî kir û dilxweşbûna xwe anî zimên. Di gel dr. Şukrî, endamên komîtê S. Dişçî, F. Aktaş, û Unal Yardimcî, û berpirsîyarê KOMCIWAN Adîr Tekîn jî beşdar bûn.

Di hevdîtinê da, birêz Hicrî sedema hatina xwe yê Ewrupa, her weha seredana Berlînê agahdarî da û hevdîtinên xwe wek serfirazîyek baş pejirand.

Paşê berpirsîyarê KOMKAR Berlîn Dr. Guler, li ser kar û barên KOMKAR-Berlînê agahdarî da û amadebûna KOMKARê ji bo alîkarîya Hizbî Demokrat nîşan da û got, ku ger pêwîst be, hevalên KOMKAR amade ne ku konferansek, komcivînek ji bo birayên xwe yên Kurdistana Rojhilat amade bikin.

Birêz Hicrî, ji berbirsîyarê KOMCIWAN hîn pirsan kir, xwest bizanibe, ku pêwendîyên rêxiraba cîwanan li gel partîyên sîyasî, li gel Partîya Sosyalîst bi çi awayî dimeşe.  Adir li ser karûbarên KOMCIWANê, li ser pêwendîyên wan bi partîyên sîyasî agahdarîyek berfireh da.

Herdu alî jî kêfxweşîya xwe li ser hevdîtinê anîn zimên.

Dema Nû-Berlîn

 
   
Dengê Kurdistan © 2011