HAK-PAR
Serokê Xwe yê Rumetê Bibîranî
Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PARê) Serokê Rûmetê yê HAK-PARê Şêx
Evdilmelîk Firat di 2emin salvegera koçkirina wî de, bi
serdana gora wî ya li Xinisa Navçeya Erzirûmê û bi merasîmek
jî li Salona Avahiya Odeya Pişesazî û Bazirganiya
Amedê bibîranî.
Di yekê meha Çiriya Pêşîn
ya 2011an roja Şemiyê Serokê Giştî yê HAK-PARê
Bayram Bozyel û Rêvebirên Partiya HAK-PARê ji bo bibîranîn
û serdana Evdilmelîk Firat çûn Xinisa Navçeya Erzirûmê
û serdana gora wî kirin.
Li ser gorê, Serokê Giştî
yê HAK-PARê Bayram Bozyel axafitinek Kurt kir. Bozyel,
qal û behsa hevaltî, şexsiyet û meziyetên Şêx
Evdilmelîk Firat kir û da zanîn ku ew gelek tişt
ji wî fêrbune. Bozyel di berdewamiya axaftina xwe de anî
ziman ku ew şopa ku malbata gorbuhîşt bi taybetmendiyên
maf, azadî, cezaret û nefikirin danîne dê tu car bê xwedî
nehêlin û dê bi dil û can di şopa wan de bimeşin.
HAK-PAR
îro jî li Salona Avahiya Odeya Pişesazî û Bazirganiya
Amedê, ji bo yadkirina Şex Evdilmelîk Firat, merasimek
lidargist. Merasima ku Serokê Gişgtî yê HAK-PARê
Bayram Bozyel, Serokê Berê yê Wezareta Çandî ya
Herema Kurdistan Felaketîn Kakayî, Parlementerê Gruba
Ked û Demokrasiyê Altan Tan, endam û rêvebirên HAK-PARê,
Serok û Nûnerên Saziyên Sivîl beşdarbûbûn de Şex
Evdilmelik Firat bi heskirin hat yadkirin.
Di merasîmê de li ser kurte
jiyana Firat slaytek hat nişandin û beşdaran
bi axaftinên xwe taybetî û girîngiya kesayetî û jiayna
wî hat bibîrxistin.
Di
merasîmê de jî Serokê HAK-PARê yê Giştî Bayram Bozyel
axaftina destpêkê kir. Bozyel di axaftina xwe ya li vir
de jî behsa rewşa ku bi hevre xebat kirin kir û wê
demê weha bibîranî; “Di sala 1999an de hewldanên yekitiyê
lezgîntirbûn.
Rewşa welat û ya devreyê
welat yekitiyê li ser kurdan ferzkiribû.
Pişti xebatek dûr û dirêj,
di 11 Sibata 2002 de bi serokatiya rezdar Abdulmelik
Firat partiya me, Partiya Maf û Azadiyan hat damezirandin.
Cara ewil bû ku gellek derdorên Kurd yên xwediyê fikrên
cûda, di bin bana partiyek de, ji bo azadiya
gelê Kurd hatibun ba hev...
Abdulmelik Firat ji malbatek
bi kok û dindar hatibû. Lê wi tu car ferqi nedixist nava
xwe û me. Wek hevalek, wek birayek bi me ra tevdigeriya.
Bi tevazu û nefsbiçuk bu. Ezîti di kitêba wi de qet tunebû.
Şêwr û mişewere di xebata wî de şiarek
pir mihim bu. Di eyni wextê de gelek qedirşînas bu
jî. Ji ber ked û xebata wan ya ji bo azadiya gellê Kurd,
sosyalistên Kurdan teqdir dikir û ji bo fêdekari û xebata
wan her tim sipasiyên xwe diani ziman…”
Di
merasimê de Felaktîn Kakayî jî axaftinek kir. Kakayî diyar
kir ku ew li ser navê Serokê Herema Kurdistanê Mesût Barzanî
beşdarî vê merasîmî buye û dazanîn ku Evdilmelik
Firat jî wek Hemû malbata xwe kedkar û têkoşerê maf
û azadiyên gelê xwe têkoşiyê û piştî jiyanek
bi zehmetkêşî çuyê dîlovaniya xwe. Kakayî di axaftina
xwe de taybetiya malbata Şêx Evdilmelik Firat bibîrxist
û anî ziman ku dê wek Şêx Seîdê Kal, dê Şêx
Evdilmelik Firat jî wê bi berhemên bermayîyên jiyana xwe
di dilan de tim bijî.
Altan Tan jî di axaftina xwe
cerbandinên xwe yên bi Evdilmelik Firat re jiyabû parvekir
û behsa şehsiyeta wî ya nevsbiçûk, zanyar, xwedî
kûrfikrî û cesareta wî kir. Tan dazanîn ku ew kesekî ehlî
heq û xwedî meziyetên mezin û giranbihabû.
Her weha merasim bi axaftina Neviyên Şex Seîd;
Mihemed Tahir Akar, Diyadin Firat, Rêvebira HAK-PARê Sevgi
Moray, Yek ji wan Damezrenêrên HAK-PARê Sebahattin Korkmaz
û hin Serokên Saziyên Sivîl yên din dom kir. Merasîm bi
xwendina helbesteke Cegerxwîn gihîşt encam û xilasbû.
|