Mela Mistefa Barzanî hat bibîranîn
Bi mebesta 32emîn salvegera koça dawîn ya Serok Mela
Mistafa Barzanî, merasîmek li ber gora wî hate lidarxistin.
Dengê Azad/Barzan
Wekî her sal, îsal jî bi hezaran kes ji bo bibîranîna
serokê nemir yê gelê Kurd Mela Mistefa Barzanî hatin gora
wî û wefadariya xwe ji bo xebat û fedakariya Mela Mistefa
Barzani nîşan dan.
Merasîma bîranîna fermî Mela Mistefa Barzanî, bi axaftina
Komîteya Amadekariya Merasîmê destpêkir. Paşê, gotara
xelkê devera Barzan hate xwendin û piştê wê jî gotara
Pêşmergeyên Hêza Barzan û rêxistinên nehikmî ya devera
Barzan hate xwendin.
Merasîm bi xwendina çend helbestên ku li ser Barzanî
û xebata wî hatiye nivîsîn, bi dawî hat.
Herweha, heta çend rojê din ji hemî deverên Kurdistanê
Kurd vê bên ser kebrê Mela Mistefa Barzanî û wefadariya
xwe wê nîşan bidin.
Heyetek ji Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK jî beşdarî
merasîma bîranînê bûn û desteyên nêrgîzên çiyayên Kurdistanê
li ser kebrê Mela Mistefa Barzanî danîn.
|