Civînên bîranîna 100 salîya
Hozanê Nemir Cegerxwîn
Rênas Sutci - Munih
Li bajêren Almanyayê Mannheim û Munîhê
ji aliyê Komelên KOMKARÊ ve du civînên Bîranîna
hozanê nemir Cegerxwin hatin darxistin. Di
civînan da wek gotarvan birêz nivîskar û helbestvan
Eskerê Boyik beþdar bû.
Civîna yekem di 15.11.03 yan de li Mannheimê bû
û bi beþdarbûna qasî 40 kesi ve pêkhat. Her wisa
li bajarê Munîhê jî li 16.11.03 yan de bi beþdarbûna
qasî 60 kesi ve pêkhat.
Civîna Munîhê bi axaftina serokê komelê ve destpêkir.
Piþtî xêrhatina mêvanan bo hozanê nemir Cegerwxin
û þehidên Kurdistanê deqeyek hat rêzgirtin. Dû wê
re helbestvan Eskerê Boyîk dest bi axaftina xwe
kir. Bi kurtî li ser jiyana wî ya dagirtî sekinî.
Ji dayîkbûna wî heta dilovanîya wî bi dûr û dirêj
behskir. Cegerxwin çawa tê naskirin û çima ji nav
ewqas helbestvanên Kurd qala wî tê kirin. Birêz
Boyîk di axaftina xwe de ev usa tarîf kir.
“Di zamanê bere da helbestvanên Kurda piranî ji
malbetên devlemend ku axa-þêx bûne hatine. Lê Cegerxwîn
ji malek belengaz hatîye û nav tune yê da mezin
bûye. Piþtî ku diçe Medresê dibe mele û bo vî karî
li çar parçeyên Kurdistanê digere. Gelê xwe ji nêzik
ve nasdike. Serhildana Þêx Saidê nemir li ser wî
tesîrêk mezin dike. Pistî wê dest ji meletî berdide
û dibe endamê Partîya Komûnist a Sûriyê. Pir nema,
bi çend hevalên xwe ve Partî ya Demokrata Kurdistan
li Sûriyê ava dike. Û bawerîyek xurt bi Sosyalizmê
ve gire dide. Cegerxwîn wek neferek gelê xwe bo
Azadî û aþîtîyê kar dike. Piþtî teda û zulma giran,
mecbûr dimnîne derdikeve dervayî welat û diçe Siwedê.
Heta dilovanîya xwe jiyana xwe li wê didomine.”
Birêz Boyîk qala Þaîrên Kurda wek Ehmedê Xanî,
Feqîyê Teyran, Melayê Batê, Osman Sebrî, Melayê
Cizîrî û hwd.jî kir. Birêz Boyîk li ser Helbestên
Cegerxwîn jî sekinî û usa got. “Zimanê Helbestên
wî wek zimane xelkê bû, sivik bû, xelk jê fehm dikir.
Her wisa wek klaman bû . Loma jî qasî helbestên
Cegerxwîn ya tu þaîran nebûne kilam . Wî di helbestên
xwe da xizanî û nezanîya gelê xwe jî anîye ziman.
Bindestîya gelê xwe, tekoþîna azadîya gelê xwe jî
aniye ziman.”
Di beþa pirs û bersîvan da jî gelek pirs li ser
Sovyêta kevn jî hatin.Piranî liser rewþa Kurda li
Sovyêt a kevn û li welatên nu. Birêz boyîk hemû
pirs bi bersîv kirin. Ji çar parçêyên Kurdistanê
beþdarvan tev li civînê bûn.Vê civîne jî da xuyakirin
ku gelê Kurd wê tim xwêdî li evdên xwe wek Cegerxwin
derkeve.
|