Li
Stockholmê bîranîna şehîdên Helepçeyê
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê li Stockholmê
di 16 adarê saet 17.00 de li Kîlîseya Adolf Fredrik, bîranînek
bo şehîdên Halepçeyê amade kir.
Di vê bîranîne de hunermend Armanc, Diyarî Kurd û Grûba
Azad musîk û stran pêşkeş kirin, şanoger
Ingela Karlsson ji bi stran, herlbest şehîdên Halepçeyê
bibîranî.
Kurdo Baksî û Ingela Karlsson programa bîranîna şehîdên
Halepçeyê birêvebirin.
Di destpêkê de seroka Federasyona Komeleyên Kurdistanê
li Swêdê axaftinek kir.
Dû re Seroka partiya Sosyal demokratan Mona Salin, serokê
partiya çep Lars Ohly, wezîrê entegrasyonê Erik Ullenhaag
ji partiya gel, parlamenter Margaretha Cederfeldt ji partiya
moderater, Bodil Ceballos ji partiya Kesk, Desire Pethrus
ji partiya Krist Demokrater axaftin, silav û rêzên xwe
bo şehîdên Halepçeyê û malbatên wan şandin.
Herweha piştgiriyên xwe bo 16 adarê bibe rojek navnetewî
li hember bikaranîna çêkên kimyevî.
Serokê partiya çep Lars Ohly beriya ku be seremoniya bîranîna
şehîdên Halepçeyê nameyekî taybet ji Hukûmeta Swêdê
re şandibû tê de daxwaz kiribû ku bila Hukûmet bona
16 adarê ji aliye Koma Netewan wek rojek li dij bikaranîna
çekên kimyevî bê îlan kirin kar bike. Herweha Ohly diyar
kiribû ku Hukumet û hemû partî bi hev re ji bo vê yekê
kar bikin.
Di dawîya programe de parlamenterên kurd, Roza Guclu,
Shadiye Heydari, Jabar Amin, seroka komiteya parlamenter
Kurdistan-Swêd û beşdar bo rêzgirtina şehîdan
mum vêxistin.
www.fkks.se
info@fkks.se
|