METİN
AKSOY HAT BİBÎRANÎN
Dengê Agiri
Şehîd Metîn Aksoy ku di îşkencexaneyên
12ê Îlonê de hatibû şehîdkirin, li ser gora wî ji
aliyê Komeleya ÇIRA ya Agirî ve bi merasîmek hat bibîr
anîn.
Komeleya Çandî û Hunerî ya ÇIRA ya Agirî di 30 saliya
şehîdkirina Metîn Aksoy de li ser gora wî ku li gundê
Êranosê ye, merasîmek bibîranînê li darxist. Birêvebirê
Partiya Maf û Azadiyan-HAK-PARê ya şaxê Agirî, birayê
mezin yê Metin Aksoy beşdarê vê merasîmê bûn.
Wek tê zanîn Metîn Aksoy di derba leşkeran ya 12ê
Îlon a sala 1980 de di doza Riya Azadî de hatibû darazindin
û di işkencê da gelek berxwedabû û ji ber işkencê
de hatibû şehîdkirin.
Di
merasîmê de Serokê Komeleya ÇIRA ya Agirî Yusuf Demîr
axaftinek kir. Demîr di axaftina xwe de diyar kir ku bi
saya şehîdên Kurdistanê gelê Kurd nêzikî azadiyê
bûye. Demîr; “İro ji bo 30 saliya şehedata tê
carek din jî em bûne mêvanê te. Te ji wek milletê xweyê
mêvan perwer pêşwaziya me kir. Em baş dizanin
ev milleta deyndarê weye we ber milletê xweda can û rihê
xwe da. Lê millet jî tu caran hûn ji bîrnekirin û ji bîr
jî nake. Ew rêya ku, bi xwina te, mistefa, yilmaz û şehîdin
din xemelîye hemû hewal û hogirin We têda di meşin.
Em îro jî bo mizgînîkî bûn mêvanê te, ked, xebat û fidakiya
we vala neçû xwina we li erdê. Nema bi saya we gelê kurd
gelek nêzikî azadiyê bûye. Hûn hemû şehid baş
bizanibin navê we şehidan wê di diroka kurdistanê
da bi herfe zêr bê nivisandin. Heval û hogirin weyê di
rêya azadi da wê bi meşin û doza gelê xwe bi domînin.
Mizginîya meye here giring ku em bidin te eve; ew hêzên
tarî ku bi fêt
fûnda û listikan. Mudaxalê pêvajoya demokratîk kirin îro
yek bi yek derdikevin holê û pêwendiyên wanê bi qirêj
eşkere dibin û têne darizandin.
Şehidê delal Metin;
Di gora xweda rehet razê tu bi tenê nînî tu û hemû şehidên
kurdistan di dilê gelê kurd û Hewal û hogiranda dijîn
û hûne tim bijîn BİJİ KURD Û KURDİSTAN”
Piştî merasimê beşdaran li mala Kaya AKSOY bûn
mêvan û li ser jîyan û keseyatîya Metin sohbet kirin û
li ser pêvajoya çareserkirina pirsgirêkên herêmê, bi taybet
çareserîya pirsa kurd gengeşî çêbû.
|