Ji
bo bîranîna Kemal Xoþnav civînek li Stokholmê çêbû
Stockholm 20.12.2004/ Rektorê Zankoya Silêmaniyê
Prof. Kemal Xoþnav ku hefteya borî li Amêrîka jiyana
xwe ji dest dabû, li Stokholmê di civîneke taybetî
de hat bîranîn.
Civîna yadkirina Xoþnav ji alî Komîteya YNK li
Swêd hatibû amadekirin. Nûnerên gelek partiyên siyasî,
Komîteya HEVKARÎ di civînê de beþdarî kirin û gotar
xwendin. Li ser jiyan û xebata Xoþnav hat qisekirin
û filmeke dokumenter har raydan. Gelek mesajên serxweþiyê
ji bo civînê hatibîn þandin ku di nav wan de mesaja
komîteya PSK ya li Swêd jî hebû.
Kemal
Xoþnav yek ji wan kesan e ku di sala 1968an de di
vekirina Zankoya Silêmaniyê de pêþengî kiriye. Wek
tê zanîn Xoþnav ne tenê akademîkekî bi nav û deng
e, ew herwisa siyasetmedar û pêþmergeyek e. Wi bi
salan wek endamê deftera siyasî ya YNK kar kiriye.
Di warî dîplomasiyê de jî xwediya xizmeta salan
e. Mirina Prof. Xoþnav ne tenê ji bo derdorên akademîk,
xwendekarên zankoyê û partiya wî YNKê, lê ji bo
tevaya gelê kurd xesareke mezin e. Kurên hêja yên
gelê me wê hertim bên bîranîn. Prof. Xoþnav jî bi
ked û xizmeta xwe wê her hebe.
|