Komeleya ÇIRA şehîdên Kurdistanê
bibîr anî
Bi mebesta bîranîna şehîdên Kurdistanê Komeleya ÇIRA
Diyarbekirê çû ser gorên şehîdan û bi merasîman wan
bibîr anî.
Dengê Azad/Amed
Komeleya ÇIRA Diyarbekirê ji bo şehîdên Kurdistanê
piştî ku li avahiya xwe merasîmek li dar xist di
2yê Nîsanê de çû serdana gorên şehîdên ku gorên wan
li Diyarbekirê ne.
Endamên Komeleya ÇIRAyê pêşî çûn gundê Keibiyê, ser
gora Abdûlselam Aydinî. Li wê derê ji bo bîranîna wî deqîqeyek
li ber bîranîn û tekoşîna wî rêzgirtin. Piştî
rêzgirtinê li ser xebat, tekoşîn û jiyana wî agahî
dan û bi kulîlk û gulan derdorên gora wî hat xemilandin.
Piştî serdana gora Abdulselam Aydinî, endam, birêvebir
û alîgirên komeleyê çûn goristana Deriyê Mêrdînê. Li wir
gorên Mele Evdirehman Uçaman, Hecî Seîd Sitki, Wedat Aydîn
û ew kesên di sala 1991ê de di bûyerên Wedat Aydîn de
hatin qetilkirin ziyaret kirin. Piştî deqîqeyek rêzgirtin
derbarê jiyan, tekoşîn û şehadeta wan de agahî
hat dayîn.
Qefleya Komeleya ÇIRAyê, ji wir derbasê Goristana Şehîtlîkê
bûn û li wê derê jî serdana gora tekoşer û
kedkarên Riya Azadî Mahmût Yigîtel (Mamo) û Mehmet Yalçîn
hat kirin û herdû xebatkarên Riya Azadî hatin bibîranîn.
Ji aliyên birevebîr û endamên Komeleya ÇIRAyê ve li ser
gora herdû şoreşgerên kurd darên gulan hatin
çandin û gorên wan bi qerenfîlan hatin xemilandin. Li
ser gora Mamo, Arif Sevînç axaftinek kir. Sevinç di axaftina
xwe de weha got; “Di tekoşîna azadiya gelê kurd de
bi hezaran ji bo rizgariya gelê kurd têkoşiya. Yek
ji wan jî Mamo bû. Mamo bi ked û tekoşîna xwe ji
me hemûyan re bûye mînakek hêja. Wî alaya tekoşînê
ji destê xwe tucar nexist. Alaya xwe niha teslîmê xortan
kiriye û bi hezaran Mamo îro di rîya azadiyê de dimeşin.
Piştî serdana şehîdên ku gorên wan li Goristana
Şehîtlikê ne qefleya ÇIRAyê çû Goristana Yenîkoyê
û li wir çû serdana gorên tekoşerên Riya Azadî û
şehîdên Kurdistanê Edîp Samancî û Remzî Îl. Li vê
derê jî birevebîr û endamên Komeleya ÇIRAyê li ber yadên
Edîp Samancî û Remzî Îl rêzgirtin. Li ser gora tekoşer
û xebatkarên Riya Azadî Edîp Samancî û Remzî Îl gul çandin
û gorên wan bi qerenfîlan hatin xemilandin.
|