Hakparê Erkê xwe anî cih, lê
me…
Bûbê Eser
Berî ku dest bi nivîsa xwe bikim, ez ji bona di 4mîn
kongre xwe de Ey Raqîb da xwendinê HAPKARê pîroz dikim.
Wan vê carê jî weke gelek caran li Tirkiyê yekek din pêk
anî û hin ji partiya serdest ya tirkan ji ber sirûda neteweyî
ya kurdan rakir ser nigan. Ma gelo ev ne casaret û erkekî
mezin û girîng bû ku HAKPARê pêk anî. Îcar baweriya min
ew e ku vê carê wan erkên xwe yên welatparêzî weke hate
xwestin pêk anîn.
Gelo em kurd partiyeke çawa û hêzeke bi çi rengî ji
xwe re dixwazin? Heger îro daxwaza kurdan ji sedî nod
federasyon be ew pêk hat. Partiyeke ku di qada eşkere
li Tirkiyê û li bakurê Kurdistanê ji bona kurdên bakur
Federasyonê bixwaze û dixwaze ma hîn em doza çê lê dikin?
Partiyeke bikaribe li paytextê Tirkan sirûda neteweyî
ya kurdan bide xwendin û gelek karmendên dewletê jî di
navde hemû li ser lingan rawestîne heta ku ew bi dawî
bû. Ma gelo ji vê xweştir hîn wê çi bibe. Destpêka
axaftina serokê partiyê bi kurdî bû. Ma gelo ev ne mesejek
bû, ji bona karbidestên Tirkan û cihanê?
Mirov dikare gelek tiştan li ser 4mîn kongre HAKPARê
binivîsîne. Lê bawer bikin vê carê di pratîka xwe de HAKPARê
da îspatkirin ku ew ji bona mafê kurdan û ji bona azadiya
welatê xwe kar û xebatê dike. Hin dikarin bêjin ku ma
berê jî neweha bû? Belê ez dibêjim ji serî de weha bû.
Lê heta ku mirovên me bi çavên xwe tiştan nebînin
bawer nakin. Li gor min niha aqilê kurdan di çavên wan
de ye. Loma jî tiştên bi çavan têne dîtin ji wê bawer
dikin. Li gor min ev xetereke. Ji ber ku car carna çav
dikare şaş jî bibîne.
HAKPARê vê carê bê tirs ev erkê xwe ye neteweyî anî
cih. Ji ber vê ye ku ew gelek caran rastî êrîşan
bûye û bawerim wê ji niha û pêde bêtir bibe. Lê xwezî
ew êrîşana tenê ji aliyê dewletê ve hatibana
kirin. Ji ber ku gelek ji wan êrîşana ji aliyê qaşo
hin kurdên ji bona azadiya welêt(!) kar dikin, hatine
kirin.
Ez naxwazim zêde dirêj bikim û bi kurt û kurmancî dibêjim;
HAKPARê erkê jê dihat xwestin pêk anî. Niha dor dora me
kesên em ji xwe re dibêjin; welatparêz in, li dijî gotin
û fikrên Îmraliyê ne. Gelo em ê jî ji niha û pêde erkên
ku ji me her kesekî/ê tê xwestinê pêk bînin ya na? Êdî
gelek tişt zelal bûne. Ya em ê li wir ya jî li vir
bin. Li gor min tu altarnatifeke din tune ye û nemaye.
Heger em berjewendiya welatê xwe dixwazin divê êdî bê
tirs û bê berjewendiyên şexsî divê her yek
ji me helwesta xwe zelal bikin. Dem derbas dibe, rojev
zû têne guherandin û halê gelê me jî ne zêde zelal û xweş
e. Rewşa me hemûyan jî li ber çavan in ku bê em çawa
ji hev bela wela ne. Bi vî halî em ê nikaribin tu tiştekî
ji bona azadiya gelê xwe bikin. Loma ji me re hêzek, dengekî
cûda ku tenê ji bona berjewendiya gelê xwe di nava
kar û xebatê de ye lazim e. Li gor min ev îro li gor şert
û mercên heyî HAKPAR e . Heger em jî îro vî erkê xwe bi
cih neynin wê sibê zehmet be ku em bikaribin pêşî
li Kurdên Kemalîst ku li gor berjewendiyên tirkan tevdigerin
bigirin…
|