Hevpeyvîn
bi Dilbixwîn Dara ra
Burkay: Hêviya min ya vegerê her demê hebû
Ev hevpeyvîn bi Dilbixwîn Dara
ra çêbû û di malpera Awesta da derket (Dengê
Kurdistan)
- Rêzdar Kemal Burkay piştî 31 salan vedigerî
welat, hem weke siyasetvan hem jî weke nivîskar û şaîr,
tu di nava heyecaneke çawa de yî?
Di nav heyecaneke mezın da nîn im. Lê helbet 31
sal derbaz bûn. Li welat gelek tişt guhariye, hevalên
ku diçin tên dibêjin; lê dîsa jî mereq dikim. Her usa,
ezê merivên xwe, nas û dostên xwe û cî û warên ku zarotî
û xortaniya min lê derbaz bûne bibînim û bona vê yekê
kêfxweş im. Cara pêşîn di sala 1972 da ji welat
derketibûm û di 1974 da vegerim. Ango hingê tenê du sal
li der welat mabûm, disa jî gelek tişt li min ecêb
hatin. Nizanim vêcar çawa be...
- Dema ku tu berî 31 salan ji welat derketî,
hêviya te ya vegerê hebû?
Elbet hebû. Him jî min digot evqas dirêj nake, pir pir
sê sal, çar sal… Heya du salên pêşîn min ji bo penaberiyê
serî lê neda. Lê mixabin ji sî salî zêde kişand.
- Te çenteyê vegerê amade kiriye?
Na, lê ew îşê saetekî ye.
- Di çenteyê Kemal Burkay yê vegerê de çi heye?
Dema ji vir biçim Elmanya, yan ciyekî dine, tê da çi
hebe, ew; çend kiras, çend kitêb û hwd…
- Lihevkirina te û hikûmetê çawa çêbû û li ser çi esasî
bû? We çawa li hev kir?
Me û hukumetê hevdu ne dîtîye, ango bi hevdu ra rûneniştine
û li ser tiştekî li hevdu ne kiriye. Vedigerim welatê
xwe, ewqas. Ji ber ku rewş gor si sal berê, heya,
gor sê-çar sal berê gelek guhariye. Li welat av û hewayê
sîyasî gor berê nerm bûye. Pirsa Kurd êdî bi serbestî
tê qisekirin. Van salên dawî bîr û rayên min jî di çapemenîyê
da bi firehî cî digrin. Gelek kes ku rewşa wan jî
wek min e, bi serbestî diçin û tên û nas û dost ji min
dipirsin, dibêjin „Tu çima venagerî?“ Heya Serokwezîr
Erdogan çend caran got ku ez dikarim bi serbestî vegerim.
Wezîrê Hundur Beşîr Atalay jî têlefonî min kir û
got di derheqa te da asteng ne maye, dozên berê ketine,
tu dikarî vegerî. Hingê min jî ev hemû guhartin da ber
çavan û biryara xwe da ku vegerim.
- Te û rêkxistinên kurdî yên li derveyî HAK-PAR lihev
kiriye?
Ji bo vegerê lihevkirineke usa tune û ne hewce ye.
- Tu ji bo karê siyasî diçî?
Ne tenê ji bo wê. Merivekî ku mecbûr bimîne 31 sal ji
welatê xwe dûr bimîne çima vedigere ez jî bo wê vedigerim.
Jîyan ne tenê sîyaset e.
Li welat, li cîyekî minasiw… Ezê piştî ku nas û
dostan, hevalan bibînim, rayê wan jî bistînim û biryara
xwe bidim.
Li vir çi dikim, dîsa tiştên usa bikim. Ezê dîsa
bixwînim, binivîsim, bîr û rayên xwe bêjim. Bi çapkirina
kitêbên xwe mijûl bim. Bigerim, tevî civînan bim û hwd…
- Ji bo vegerê, xemgîn î, lê kêfxweş î?
Helbet kêfxweş im. Lê bibê nebê ezê bîra Swêdê
jî bikim. Swêd bû wekî welatê minê dudoyan. Di rêvingîtîyê
da pirî caran kêfxweşî û xemgînî bi hevra ye.
- Wê tu bêriya çi bikî, ji Swêdê û Ewropa?
Bi taybetî bîra nas û dostan, hevalan bikim… Û belki
bira demokrati û mafê mirovan jî…
- Hêvî dikim rojên herî xweş, piştî 31 salên
li xerîbiyê, li welat derbas bikî.
Spas dikim, bimînin di xweşîyê da.
11 Tirmeh, 2011
|