Burkay di pêşangeha pirtûkên kurdî
ya 7-an de pirtûkên xwe îmze kirin
Di pêşangeha pirtûkên kurdî ya Viennayê de, îsal
siyasetmedar û nivîskar Kemal Burkay jî beşdar bû.
Burkay li ser pirtûkên xwe yên helbestan û pirtûkên xwe
yên bîranînan qise kir û bersiva pirsên guhdaran da. Burkay
got ku cildê 3-emîn û 4-emîn yên bîranînên wî ji bo çapkirinê
amade bûne, di wextekî lêhatî de wê bên çapkirin. Nivîskar
di dawiya civînêde ji xwendevanên xwe re pirtûkên xwe
îmze kirin.
Wek tê zanîn pêşangeha îsal bi şîara “Zimanê
zikmakî mafekî çandî ye” hatibû li darxistin. Di bernameya
eynî rojê de, li ser zimanê zikmakî du semîner hatin derbaskirin.
Yek li ser perwerdeya zimanê zikmakî li Swêdê bû û ji
alî Haluk Öztürk ve, û ya din jî li ser bandora înternetê
li ser zimanê zikmakî bû ku ji alî Şefîk Öncü hat
pêşkeş kirin. Wan di mijarên xwe de agahdariyên
fireh pêşkêş kirin û dawiyê de pirsên guhdaran
bersivandin.
Di sohbeta digel Kemal Burkay de, guhdaran li ser helbestên
wî, berhemên wî û vegera wî ya welêt gelek pirs jê kirin.
Ji pirsan yek jî ew bû “gelo Burkay baweriya xwe bi dewleta
tirk tîne, ku wê neyê girtin?” Birêz Kemal Burkay got
ku, ne ku baweriya xwe bi dewleta Tirk tîne, lê risk hebe
jî ew vê rîskê digre ber çavê xwe û piştî hilbijartinan
vedigere. Burkay got: “Temenê min 74 sal e, min heya îro
tiştê ku bê gotin gotiyê û tiştê ku ji dest
min hatiye kirîye, ez ji girtinê û tiştekî din natirsim.”
|