BİREWER
U RAYEDARÊ KURD KEMAL BURKAY:
“ PIRSA KURDA PIRSEKE MEZIN E, TU PARTIYEK BI SERÊ
XWE, NIKARE WÊ ÇARESER BIKE”
Ev hevpeyvîn ji bo rojnama El TEAQÎ (Birayetî), ku
lı Bexdayê bi zmanê Erebî tê derxistin hatibû çêkirin
û li wir çap bû. Nuha li jêrê jî em Kurdîya wê pêşkêşî
xwendevanan dikin. (Dengê Kurdistan)
Her
wekî ku tê zanîn Rewşenbir, rayedar, nivîskar û sazumankarê
Kurd rêzdar Kemal Burkayi, piştî 30 salan ku li derveyê
welat firar û penaber bû, dawîya meha Tîrmehê vegerîya
welatê xwe. Kemal Burkay li aprona ( dergeyê hundiruyê
firokexaneyê) firokexaneya Stenbolê, ji alîyê yarîdederê
walîyê Stenbolê M.Aydın û nunerên hAK-PAR’ê ( Partiya
Maf û Azadiyan) û niviskar Latif Epözdemir ve hate pêşewaz
kirin. Rojnamevanê navdar Oral Çalışlar û çend
hunermend û niviskarên din jî, ji Swêdê, bi rêzdar Burkay
re hatibûn.
Li
derveyê firokexaneyê, girseyek mezin bi hez û coşek
bêhempa bixêrhatin li Burkay kiribûn û wî bi dilînî himbêz
kiribun. Vegerîna Burkay li Turkîyê, bı rojan bû
mıjara çapemenîya seranserê welat.Burkay gelek gotaran
bi zindî pêşkêşê raya gel kir. Gelek kes hatin
ziyareta Burkay. Du wezîrê dewletê (Wezêrê Rewşenbîrî
û Wezîrê Yekîtîya Evrupa), çend şaredarên Stenbolê,
nuner û berpirsên gelek rêxistinên siyasî û medenî, jimareyek
zêde niviskar û rojnamevan û hunermend, bi vegerîna Kemal
Burkay dilşahîbûna xwe diyar kirin.
Kemal Burkay, li Stenbol, Anqara û Diyarbekir di
sê civînên girseyî de bi dost û hevalên xwe yên berê re,
hevdîtinan pêk anî û yada rojên rabirdû kir. Burkay ji
alîyê dost û hevalên xwe ve bi germi, hat himbêz kirin.
Burkay her niha jî hevditinên xwe didomîne.
Çend roj berê ( roja 25 ê meha îlonê) me mecal dît
ku em li ser bûyer û rûdavên di rojevêde, bi Kemal Burkay
re sihbetek bikin. Sipasdarim ku rêzdar Burkay, min neşikênand
û bersîva pirsên min da.Hevpeyvîna bi Kemal Burkay
re li jêr pêşkêşî xwendevanan dikim.Ev hevpeyvîn
a here dawî akurdîye ku bi rêzdar Burkay re hatîye çêkirin.
Latif EPÖZDEMİR
PİRS
: Ji sî salan zêdetirbû ku h ûn sedem hin karên siyasî
û ji ber bir û ramanên xwe li derveyê welat penaber bûn.
Lê di van nêzîkan de, hûn bi yekcarî vegerîyane welat.Ev
pêvajoya vegerînê çawa pêk hat gelo? Kijan rûdav
li ser qerarê we yê vegerînê kargerî ( tesîr) kir?
BERSÎV: Ez di sala 1980 da ji welat
derketim. Ji ber ku rêvebirê (sekreterê) Partiya Sosyalîst
a Kurdistanê (Bakur) bûm û di heqê min da doz û dewa hebûn.
Her usa, bona vê yekê penaberiya min dirêj kir, ji min ra
rê venebû ku vegerim heya îsal.
Lê van salên dawi li Tirkîyê rewş piçek nerm bû.
Hukumeta teze hebûna kurdan qebûl kir û got pirsa Kurd
pirsa herî mezin e li vî welatî, ev pirs bi riya şer
û helandinê (asîmîlasyonê) çareser nabe. Li riya danustendinê
û çareseriyeke aşitîxwaz geriya. Xeteke (kanaleke)
têlewizyona dewletê (TRT 6) dest bi weşana Kurdî
kir. Partiyên eşkere hene ku ji bo çareseriya pirsa
Kurd kar û xebat dikin.
Yek ji wan HAK-PAR e ku di bernama xwe da cî daye çareseriya
bi şiklê federalî û bi serbestî kar dike. Her usa
guftugoya li ser pirsa Kurdî gelek serbest bû. Bir û rayên
min jî di van du-sê salên dawi da, bi destê medya Tirkîyê
(kovar, rojname, TV û hwd…) bi serbesti digihan raya gişti,
li Tirkîyê û Kurdistana Bakur belav dibûn.
Doza min a 30 sal berê (a sala 1980) êdi ji murûrîzeman
ketibû. Serokwezîr Erdoğan, navê Şivan Perwer
û navê min da, got “ew dikarin bi serbestî vegerin welat,
li pêş vegera wan tu asteng tune.” Ji xwe gelek kesên
penaber û sîyasî ku rewşa wan jî wek ya min bû, heya
hevalên min bi xwe, gelek berî min vegerîbûn welat. Di
rewş û demeke usa da min got ez êdi çima venegerim
û biryara vegerê da.
PİRS: Dema ku hûn daxilê welat bûn, bi coşek
girseyî hatin pêşewazkirin. Vegerîna we bûyerek balkêş
bû. Ma we hizir dikir ku hûnê bi vî rengî werin pêşewaz
kirin yan na? Gelo ev yek tenê hez û coşa kutabûna
hisret û bêrîkirinê bû? Hûn ji vê coşê qaîl man yan
na.? Hûn di dema hatinê de, çaxa çav bi wê rewşê
ketin, hastên we çawa bûn?
“EW KELCANA NU HER USA JÎ, JI BO HÊVÎ Û GUHARTINEKE
TEZE YE.”
Min
texmîn dikir ku heval hogir û nas dostên min gelek bên ji
bo pêşîwazîya min, lê ewqas eleqeyeke mezin hêvî ne
dikir. Gelek heval û hogir ji bo rêkirina min ji Stokholmê
amade bûn Xelkekî mezin jî hatibû ji bo pêşîwazîya
min li Îstembolê. Min ne diwast ew ji rêyên dûr biwestin
bên. Lê disa jî him ji der welat, him jî ji çar koşeyê
welat derketin hatin ji bo oxirî û xêrhatina min. Helbet
ez ji vê yekê kêfxweş bûm û ji hemûyan ra spas dikim.
Ev eleqe ne tenê ji ber hisret û bîrîkirinê bû. Bi raya
min, ew bawerî û piştgirîyek
bû ji bo xebata min, rê û rêçika siyaseta min.
PİRS: Bêguman, vegerîna we ji bo gel bû hêvîyek
nu. Gelek kes sedem aştîyek niştecî û çareserîyek
dadimend ji nuve hêvîdar bûn û kelcaniyek nu destpê kir.
Gelo hûnê bersîva xwestek û hêvîyên gel bidin yan na.?
Wekî gotina we, ew kelcana nu her usa jî, ji bo hêvî
û guhartineke teze ye. Hevalên min li hêviya wê yekê ne
ku ezê piştgirîyekê bidim wan li nav welat. Her usa
gelek Kurd heya Tirk, bi raya min piraniya civakê, li
benda sekinandina şer û kuştinê ne, ango li
benda aşitiyê û çareseriya pirsa Kurd in, li ser
hîmê dadmendîyê.
Helbet hêzên mezin di dest min da tunin. Her usa jî ez
mirovekî realist im. Lê ew dil û daxwaza civakê ji bo
çareseriya pirsa Kurd bi rê olaxên aştîxwaz, hêzeke
mezin dide me hemûyan. Ew hêvî tişteki delal e. Ez
jî, çiqas ji dest min bê, piştgirî bidime hevalan,
ji bo aşitî û demokratiyê, ji bo çareseriya pirsa
Kurd li ser esasê wekhevîyê kar û xebat bikim.
PİRS: Bûyerên sîyasî yên vê dawî ya Turkîyê hûn
çawa dinirxînin? Gelo bi raya we, wê şiddet û dijwarî
çawa dikare cîyê xwe bide aştî û aramîyê? Ji bo vê
yekê lazime çî were kirin.?
“ DIVÊ BDP Û PKK JI VÊ ŞAŞÎYÊ VEGERIN.”
Piştî hilbijartina dawî (ya 12 Heziranê) hêviyek
mezin hebû ku sileh bê deng bin, di rewşeke aram
da destûreke teze û demokratîk bi destê parlamenê bê çêkirin,
ku her usa rê veke ji bo çareseriya pirsa Kurd û gavên
teze bêne avêtin.
Lê, mixabin usa nebû. Piştî hilbijartinê, BDP (ku
partiyeke legal, nêzî PKKê ye û di hilbijartinê da bi
serket) parlamenê boykot kır. Digel wê ji PKK êrişên
xwe bilind kir dijî leşker û polêzan, heya dijî kesên
ne çekdar…
Hingê hukumetê jî dest bi operasyonên eskerî kir, êrişên
xwe bire wî alî sînor (Kurdistana Başûr). Hingê dengê
silehan bilind bû, aramî nema û hêviya aşitî û çareseriyê
di nav gel da şikîya.
Ev siyaseta hanê, ango boykot û çalakiyên çekdar di vê
qonaxê da şaşî bû, divîya bû ne hata kirin.
Nuha jî divê BDP û PKK ji vê şaşîyê vegerin.
Ango BDP vegere parlamenê, PKK jî silehan bêdeng bike.
Her usa operasyonên eskerê Tirk jî divê bisekinin.
PİRS: Hûn dizanin ku di van çend rojên dawîyê
de, çend bûyerên xwîndar û dijwar qewimîn. Van bûyerên
dijwar rêxistinek bi navê TAK hilgirte ser xwe. Li gorî
raya derdorên sîyasî TAK şaxeke PKK’ê ye. Lê PKK
ji bo encama van bûyeran lêborînê xwest, BDP van bûyeran
şermezar kir, HPG sersaxî da malbata kuştîyan
û beyan kir ku ev bûyer bi xeletî hatine pêkanîn. Şaredarê
Sêrtê Selîm Sedaq bi tundî rexnebaran kir û Mebûsê BDP
Altan Tan jî, di daxuyanîyek çapemenîyê de rageyand ku
“ew gulleya ku navnişana xwe nizane, kujer û qatil
e.” Baş e, mirov dikare li ser van rayên curbecur
bêje ku di nav PKK’ê de, dubendîyek heye, yan gelo PKK
ji disiplin û bandûrek merkezî maye bêpar? Ev cudahîya
di nav alîgirên PKKê ji ku tê.? Gelo TAK li ser navê kê
van qewmînan li dar dixe.?
“ TAK RÊXISTINEKE GELEK TARÎ YE.”
PKK di van du mehên dawi da bi dehan êrîşên çekdar
kir. Ji wan tenê ji bo yekê (kuştina 4 keçikên Sêrtê)
got bi şaşî çêbûye, bo yekê jî (teqandina bombeyê
li enqerê ku 3 kesên siwîl hat kuştin û bi dehan
jî birîndar bûn) got min ne kirîye. Lê TAKê ew girte ser
xwe.
TAK piştî girtina Ocalan derkete holê. Rêxistineke
gelek tarî ye. Hin kes dibêjin PKK çêkiriye û tiştên
ku naxwaze bigre ser xwe, bi destê TAKê dide kirin.
Lê, PKK bi xwe jî ,pêvendîyê xwe û TAKê înkar nake. Hin
texmîn jî hene ku dibêjin rasterast bi destê dewleta kûr
ya Tirk hatiye çêkirin ji bo kiryarên provokatif.
“ PKK NE YEK SERÎ YE”
Helbet
em sedî sed nizanin bi kîjan alî ra girêdayî ye û destê
kê di nav da ye. Lê tiştên ku dike zirara xwe dide
kesên sîwîl û bêgune. Bi vî awayî tiştên ku dike,
bi rizaya PKKê be yan nebe, heya karê dewleta kûr be jî
disa dikeve ser milê PKK.
Ev yek jî nîşan dide ku PKK ne yek serî ye. Yek
dike yê din ne pê ra ye. Gelek dest di nav da hene. Alîgırên
PKKê jî carina di rewşa hanê da nizanin çi bikin,
ji her seriyekî dengek derdikeve.
PİRS: İro li Turkîyê girseyek berfireh heye
ku dixwaze destûrek nu were çêkirin. Bi raya we lazime
destûra nu bi çî awayî were amadekirin? Kurd di destûrek
nu de çaverêyê çî ne? Destûra nu dive li ser bingehek
çawan were danîn.? Gelo destûrek nu wê bikaribe bersîva
hemû girseyên gelêrî bide yan na.?
Destûra heyî bi esasa xwe nijadperest
e,ango gor nijadê Tirk hatiye rêsandin. Welat wek “Tirkîye”
tê nîşandan, millet wek “Tirk” tê nîşandan, zmanê
fermî û perwerdeyî “Tirkî” ye û hemû sazî (hukumet, parlamen,
dadgeh û hwd. “yê Tirkan” e. Divê, destûra nu li ser bingehê
yek nijadî nebe, bibe destûra hemû gelên ku îro di nav sînorên
Tirkiyê da ne. Ango tevî Tirkan, bibe male Kurdan û yên
dine jî. Divê tê da zmanekî usa bê karanîn, da ku rê vebe
ji bo pirsa Kurd bikaribe li ser esasê wekhevîyê çareser
be.Destûra îro ,bi gelek xalên xwe giranîyê dide hêzên leşkerî,
ango militarîzmê.
Divê xal û gotinên hanê ji destûrê bêne paqijkirin.
Destûr dive, di warê azadîyên bingehîn da, standardên
Yekitiya Ewrûpa ji xwe ra wek nimûne bigre.
Divê di amadekirina destûra teze da guhdariya bir û rayên
Kurdan jî bê kirin (bi riya partiyan û sazîyên demokratîk)
û daxwazên wan ên rewa di destûrê da cîh bigre. Statûyek
ji kurdan ra divê, ku ew jî bi raya min federalî ye li
ser esasê wekhevîyê. Nimûne destûra Iraqê ye. Lê helbet
em dizanin ku mixabin dewlet û hukumeta Tirk û raya giştî
yê Tirk îro ne hazir e cî bide formulasyoneke han.
PİRS: Hûn hevdîtinên PKK û MİTê çawa dinirxînin?
Ev hevditin nû ne yan ji berê ve jî hebûne gelo? Berdewamîya
van pêwendîya ji bo çareserkirina pirsa kurdî baş
e yan na? Gelo wê berdewam bike, yan kûtahî bi van pêwendîya
hatîye? Raya we di vî warî de çawan e?
“ GER SÎLEH BÊDENG BIN EM JÎ KÊFXWEŞ DIBIN.”
Roja ku Ocalan hatiye girtin (Sibata sala 1999) vir da
pêvendîyên MİT û PKK heye û ev jî ne tiştekî
ecêb e. Di van 10 salên dawî da muxaberata eskerî û MİTê
gelek caran Ocalan û berpirsên PKK dîtine. Eger ew ji
bo sekinandine şer be tişteki adî ye. Ango sîleh
di dest kê da ye divê dewlet bi wî ra bide û bistîne,
da ku sîlehan bêdeng bike. Ger sîleh bêdeng bin em jî
kêfxweş dibin. Ger sileh bêdeng bin, her usa bi kêrî
Kurdan e. Ev danustandina MİT û PKKê îro sekinîye
lê sibe dikare cardin dest pê bike.
Lê, çareserkirina pirsa Kurd tiştekî din e. Ew tenê
bi riya danustendinê bi Ocalan û berpirsên PKK yên dine
ra çareser nabe. Ocalan û partiya xwe ji bo Kurdan çi
dixwazin ew mihîm e. Mixabin tiştekî esasî naxwazin.
Dibêjin “em dewleta serbixwe, heya federalî û otonomî
(xwemuxtarî) naxwazin.” Dibêjin “zmanê fermî jî bila Tirkî
be.” Hingê çi?..
Divê hemû mafên bingehîn yê gelê Kurd bêne naskirin.
Bê mafên bingehîn çareserî nabe. Ango divê Kurdî jî bibe
zmanê fermî û perwerdeyî. Tirkiye bibe federal û li Kurdistanê,
ango li cî û warên ku Kurd piranî ne, xwe bi destê xwe
îdare bikin, parlamen û hukumeta me yê herêmî hebe.
PİRS: Berî çend rojan li Diyarbekir, konferansek
bi navê “Konferansa Kurdistanê” civîya. Ma we jî dawetê
wê konferansê ne kiribûn? Hûn çima beşdarê konferansê
nebûn? Gelo ew konferans pê kane ku bibe desthilatdarîyek
netewî li beşê Bakur?
Ez jî hatibûm dawetkirin, lê gotin tenê heqê berpirsên
partî û sazîyan heye ku di konferansê da qise bikin. Ez
ne berpirsê tu rêxistinekê me. Her usa jî bi raya min,
ji ber rewşa heyî ku dengê sîlehan bilind bûbû, ji
bo konferanseke han dem ne misaîd bû. Ji ber vê, êrişên
eskerî yê dewleta Tirk û yê Îranê dirêjî Kurdistana Başûr
bûn û Serok Barzanî jî bona vê yekê Konferansa esasî ku
li Başûr bicivîya, sekinand.
Bi raya min, mirov nikare roleke usa mezîn bide konferanseke
han wek “desthilatdariyek netewî”. Lê ger Konferansa her
çar parçeyan bikare bicive û bikaribe bigihe bîr û rayeke
miştêrek li ser sîyaseta Kurdan, helbet tê da gelek
feyde heye. Lê tecrubeyên me nîşan dide ku ew jî
ne tiştekî hêsan e.
PİRS: Bi raya we AKP wê bikaribe; pirsek mîna
pirsa kurdî ku pirsek berfireh û pirsek giran e, çareser
bike yan na? Hûn wê cesaretê di AKP’dê dibînin yan na?
Gelo AKP xwedîyê hêz û karîn û wêrekîyek wisan e yan na.?
Dema AKP hat ser hukim, ji bo çareseriya pirsa Kurd hazirî
û projeyek xwe ya usa rêk û pêk tune bû û bi raya min
îro jî tune.
Lê, AKP dîsa jî di vî warî da, ji hukumetên berî xwe
baştir e. Pirsa Kurd nas kir û hin gavên erênî avêtin,
wek vekirina TRT Şeşê. Di ser Ergenekonê da
çû û tesîra leşker kêm kir. Ev kiryarên han bi cesaret
dibin.
Gel piştgiriyek mezin da AKP û ew jî hêza herî
mezin e ku hukumetek bikaribe gavên bi cesaret bavêje.
Helbet pirsa Kurd pirseke mezin e, tu partiyek bi serê
xwe, nikare çareser bike. Divê rewş bo vê yekê kamil
be û dest bide. Berî hertiştî jî ev yek bi kar xebat
û têkoşîna gelê Kurd girêdayi ye. Divê Kurd bi şikleki
berfireh û girseyî ber xwe bidin, heq û azadî bixwazin
û berxwedana xwe bi rê olaxên rast bi rêva bibin, ango
şaşiyên mezin nekin.
PİRS: Şerê çekdarî ku heta niha PKK di domandîyê
çî tesirek li ser tevgera azadîya gelê kurd kirîye? Gelek
rewşenbîr û rayedarên kurd beyan dikin ku şerê
çekdarî êdî dema xwe qedandîye û xesarê dide tevgera kurdî.
Her wiha tê xwestin ku dawî li şer û dijwarîyê were.
Gelo çima hê PKK dev ji şerê çekdarî bernade? Diyar
e beramber bi vê siyaseta PKK’ê dewlet jî, berê rêya
çareserîya daye kiryarên leşkerî. Ev pêvajoyek xeterhêner
e. Lewra ev yek rê li ber pevçûyîna gelan jî vedike û
gelek tırs ew e ku gelên kurd û tirk bikevin şereke
qewmî. Ji bo ku ev tirs dûr bikeve lazime çî were kirin?
Di pêvajoyek wiha de ji bona aramî û diyalogê pêşnîyarên
we çîne.?
“ DEMA ŞERÊ ÇEKDARÎ ÊDÎ DERBAZ BÛYE.”
Ji şerê PKK çi derket û çi derneket li ber çavan
e. Kar û zirarê şer çibe jî, îro êdî ji bo şer
sedem tune ye, êdî dora diyalog û aşitîyê ye. Mixabin
di van mehên dawî da rewş dîsa aloz bû. Bi rastî
jî, ger pêşî lê neyê girtin, xetereke mezin heye
ku hin xirabtir be, Kurd û Tirk zirareke mezintir bidine
hevdu.
Bi raya min dema şerê çekdarî êdî derbaz bûye. Ji
xwe daxwazên PKK wek berê ne zêde ne, ji bo tiştên
ku dixwaze (perwerde bi zmanê Kurdi û tiştên dinê)
şer ne hewce ye. Kurd dikarin van daxwazan jî, heya
yê mezintir jî (wek otonomiyeke rasteqin yan jî federasyon)
bi kar û xebata sîyasî, ya aştîxwaz û demokratik
bi destxin. Bona vê yekê divê PKK dev ji sîlehan berde,
da ku rîya sîyasetê vebe. Eger PKK çekan bêdeng bike,
êdi di dest dewlet û hukumeta Tirk da jî mane namîne ku
sîleh bi kar bîne, êrîş bibe ser gund û bajarên Kurdan
û xelkê bigre bavêje zindanê.
PİRS: Li gor dîtinên we lazime pêwendîyên Turkîye
û desthilatdarîya Kurdistna Başûr çawa bin? Pêwendîyên
dostane wê çî tesirek li ser çareserkirina pirsa Kurdên
Turkîye bike?
Pêvendîyên Kurdistana Başûr û dewleta Tirk van salên
dawî, ango di dema hukumeta AKP da baş e. Ev yek
ji bo herdu aliyan, her usa jî bo çareserîya pirsa Kurd
li parçê Bakur jî tiştekî baş e. Statûya Kurdistana
Başûr ji bo hemû beşê Kurdistanê nimûneyekî
delal e. Lê divê Kurdên bakur, bi şaşîyên xwe
ji wan ra –ji Kurdistana Federal re--serêşîyan çênekin.
PİRS: Hûn kesek wisan in ku we gelek pênasan
di yek kesayetîyekî de cevandiye. Diroknas Kemal Burkay,
siyasetmedar, helbestvan, zimanzan û sazûmankar Kemal
Burkay. Tu di van hemû karan de jî serwext û serketî yî.
Gelo tu çawa dikarî bi vî rengî pêkhatî bî. Kemal Burkay,
zêdetir ji kîjan Kemal Burkay hez dike?
Hin kes bala xwe didin ser tiştekî û hêza xwe ji
bo armancekê serf dikin, wek bibin dewlemend, yan bibin
hunermendekî mezin, yan di sîyasetê da bi serkevin… Hin
kes jî, xwedî armancekê bin jî bi hin tiştên dine
jî mijûl dibin. Wek min, him bi edebîyatê mijûl bûm, him
bi sîyasetê. Lê kesayetîya mirovan carina pirrengî be
jî yekpare ye. Ez nikarim rengekî xwe ji ser yê dine ra
bigrim.
PİRS: Xuyaye ku ji îro pêve, jîyana we , wê li
welat derbas bibe. Gelo hûnê li ku cîwar bibin? We dive
ku hûn bi çî xebatekre mijûl bibin? Ma niyeta we û sîyaset
kirinê heye yan na? We divê ku hûn piştgiri li rêxistinên
aştixwaz û yên medenî bikin( sivil)? Kes gazî we
û hevkarîyê dike yan na? Kemal Burkay wê çî bike xêncî
niviskarîyê.?
Nuha li Îstembolê me, lê gor kar û hewcedarî dikarim
cîyê xwe biguhurim. Ev 8 sal e ku min di sîyasetê da dev
ji karê rêvebirî berdaye. Lê dîsa dinivîsîm, tevî civînan
dibim û qise dikim, konferansan didim û bi vî awayî li
ser siyasetê bîr û rayên xwe dibêjim; ango di sîyasetê
da aktîf im. Nuha şunda jî ezê vî karî bikim. HAK-PAR
bi bernama xwe nêzî min e, ji bo çareserîya pirsa Kurd
federasyonê dixwaze; ezê piştgirî bidimê. Her usa
jî, kîjan partî dibe bila bibe (AKP, CHP, BDP) ger ji
bo çareseriya pirsa Kurd, ji bo maf û azadiyên bindestan,
ji bo firehkirina demokratiyê li Tirkîyê daxwazekî û karekî
baş bike, ezê ji bo kiryarên han piştgirî bidimê.
Her usa jî ezê piştgirî bidime sazîyên aştîxwaz
û çandî yên ku bi taybetî xizmeta çand û zmanê Kurdî bikin.
GELEK SİPAS Jİ
BO RÊZDAR BURKAY KU Bİ BERSÎVÊN MİN DAN.
latifepozdemir@yaho.com
/ latifepozdemir@gmail.com
|