|
Kemal
Burkay vegeriya Diyarbekirê
Kevneserokê PSK’ê Kemal Burkay, piştî 31 salan
cara ewil vegeriya Diyarbekirê. Burkay, li Diyarbekir
banga “bê dengkirina çekan” li PKK’ê û Artêşa Tirk
kir.
Navenda Nûçeyan
Serokê berê yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Kemal
Burkay ku ev demeke dirêj e ji endamtiya partiya xwe îstifa
kiribû û 2 hefte berê vegeriya Tirkiyeyê, îro hate Diyarbekirê.
Li ber Balafirgeha Diyarbekirê ji aliyê hezkiriyên xwe
ve biç epik, govend û tilîliyan hate pêşwazîkirin.
Endamên HAKPAR’ê di pêşwazîkirinê de pankarta “Kemal
Burkay; tu bi xêr hatî welatê xwe” vekir. Burkay, dema
ji balafirê peya bû û silav da hezkiriyên xwe. Burkay,
di axaftina xwe de got “ez pir kêfxweş im ku di nava
we de me, ji hatina Diyarbekirê gelek kêfxweş im”.
Piştre Burkay bi konvoyê heta Otela Kervansaray hat
û li vir civîneke çapameniyê li dar xist. Burka, bal kişand
ku beriya derkeve derveyî welat li Tirkiyeyê tade, niheqî
û îşkence hebûye, lê niha ev rewş hinek guheriye
û wiha axivî: “Divê mirov van guherînan biçûk nebîne.
Ji bo ku em bigihijin azadiya xwe û mafên xwe yên bingehîn,
pêdivî bi demokrasî û aştiyê heye. Ji bo vê jî divê
pêşî şer bisekine. Divê herdu alî jî sîlehên
xwe bêdeng bikin.”
Burkay,
destnîşan kir ku heta çek bêdeng nebin, siyaset normalîze
nabe û wiha pê de çû: “Di sedsala
21’an de, êdî raya mine w e ku em dikarin daxwazên xwe
yên azadiyê bînin zimên. Gelê kur dêdî hişyar bûye
û dinya guheriye. Ez bawer im kurd û tirk dikarin weke
cînar bijîn. Ne em dikarin wan careke din bişînin
Asyaya Navîn û ne jî ew dikarin me ji ser vê axê bavêjin.”
Burkay, li ser pirsa AKnews’ê ya weke “Kongreya Civaka
Demokratîk bang li we kiribû ku hûn jî tevli wan bibin,
gelo hûn ê li wir siyaset bikin an na?”, bersiveke wiha
da: “Hevalan daweteke nazik kirin. Pir spas ji wan re.
Lê ez ê li wir siyaset nekim.”
Burkay,
derbarê hilbijartina Hatîp Dîcle û hilbijêrên din ên BDP’ê
de, wiha berdewam kir: “Xwezî ew bihatana berdan û biketana
meclisê. Ez operasyona KCK’ê xelet dibînim. Divê em yên
ji çiyê bînin xwarê. Hemû kes bikaribe bi zimanê xwe parastina
xwe bike. Divê li Tirkiyeyê bi zimanê kurdî perwerdehî
bê dayîn û Tirkiye jî dikare weke Başûrê Kurdistanê
be.”
|