KURD Û DIYALOGA YEKÎTIYA EWROPÎ-TIRKIYÊ
Di 17 Kanûn 2004 de,
Konseya Ewropî li Bruksêlê biryar stend ku dyalogê
bi Tirkiyê re di 3 Çirî 2005 de dest pê bike û xwe
spart rappora Kommîsyona Ewropî ya 6 Çirî 2004 û
ya Parlementa Ewropî ya 15 Kanûn 2004.
Kurd, bi giştî,
dixwazin ku Tirkiye bibe endama Yekîtiya Ewropî,
lê bi mercê ku ew xwe dêmokratîk bike û mafên Kurdan
nas bike. Lê, ew dizanin ku rê hîn dirêj û tije
zorî ye.
Her du rappor « mafên
tam » ji bo Kurdan dixwazin, lê ew ji binavkirina
van mafan û ji nivîsîna gotina « Kurdistan »
direvin û dêlva wê gotina ne zelal « Başûrê
Rojhilat » bi kar tînin. Ev yek dibe weka
ku Yekîtiya Ewropî navçeyên Beljîka bi Bakur, Başûr
û Navend, dêlva Flandr, Wallonî û Bruksêl, bi nav
bike. Gelo Yekîtiya Ewropî xwe girêdide eynî zimanê
qedexekirinê ku berpirsiyarên siyasî yên tirk ji
bo Kurdan û navçeya wan Kurdistan bi kar tînin ?
Eger em werin Kurdên
Tirkiyê, yên ku ne PKK (KONGRA-GEL) ne fêdêralîsmê
dixwazin û yên ku girêdayî PKKê yan yek ji rêxistinên
wê yên satêlît (DEHAP, parlementerên berê Leyla
Zana û her sê hogirên wê, KON-KURD, Kongra Neteweyî
ya Kurdistanê, Komîtê Kurdistan, Roj-TV …) in dixwazin
ku Kurd di zagona (qanûn) bingehî ya tirkî de bên
nivîsîn û ku ew karibin kurdî weka zimanê perwerdekirinê
bibijêrin. Ango, evên dawîn fêdêralîsm û otonomiyê
napejirînin (qebûl nakin) û bitenê mafên çandî dixwazin.
Bi vî awayî, bi xwestina mafên kêmtirîn, ew dixwazin
di eynî zemanî de di çavên hem Tirkiyê û hemî jî
Yekîtiya Ewropî de xweş xuya bibin û bibin
muhatabên wan ên tenê.
Rappora Parlementa Ewropî
pirr aşkere piştgiriya partiya ku bi awakî
ne fermî kurdî ye, DEHAP, û Leyla Zana û her 3 hogirên
wê, di bend CC. de, dike : « Leyla
Zana û hogirên wê li dawiyê ji girtineke ne dad
(adil) hatin azad kirin û ew nuha ji bo entêgrasyoneke
baştir a Kurdan di riya bingehî
ya jiyana siyasî li Tirkiyê de dixebitin ».
Kurd dizanin ku Yekîtiya
Ewropî li ser mafên mirov û mafên hindikayiyan gelek
radiweste, lê ew hemî napejirînin ku Kurd bi « hindikayî »
bên bi nav kirin, lê ji bo sedemên (sebeb) cihê :
Ên ku ne PKK ne û ku fêdêralîsmê dixwazin dibêjin
ku ew gelekî ji 40 milyonan, ku di çar beşan
de hatiye parçe kirin û ku ji hezaran sal de li
navçeyeke ku navê wê Kurdistan e dijî, ne. Ên ku
girêdayî PKKê ne di bin fermanên (emr) serokê xwe
Abdullah Öcalan, ku ji 1999 de li zîndana Imrali
ye û ku bi dora xwe di bin fermanên dergevanên xwe,
gênêralên tirk, de ye, de ne : Ew dibêjin ku
Kurd avakerên eslî yên Komara Tirkiyê ne û pesna
Ata-Türk û Komara Dêmokratîk didin !
Ne Dewleta Tirkiyê û
ne jî PKK ferzend (firset) didin Kurdan ku xwe bi
awakî xurt pêk bînin. Em hêvî dikin ku di dirêjayiya
salên vê dyaloga Yekîtiya Ewropî-Tirkiyê de meydaneke
dêmokratîk çêbibe û bihêle ku hemî Kurd beşdarî
jiyana siyasî bibin. Û em hêvî dikin ku Peymana
Lozan a 1923 dubare (tekrar) nebe !
Pervîn CEMÎL
Serok
BUROYA KURDÎ
ya Pêwendî û Agahdariyê
vzw - asbl
ENDAMÊN RÛMETÊ :ADANG Frans, BAUTHIER
Georges-Henri, CARLIER Jean Yves, DARAS
José, DE PATOUL Serge, DHAENE Jan, GALAND
Pierre, GABRIELS Jaak, GOFFOEL Marianne,
ISTASSE Jean-François, MILLER Richard, MONNOM
André, MOREELS Reginald, ONGENA Hugo, PATAER
Paul, PIERRART Pierre, REMACLE Eric, SANT'
ANGELO François,SILLIS Cecile, SLEECKX Jef,
VAN DIENDEREN Hugo, VAN LANCKER Anne, VERSNICK
Geert.
Quai aux Pierres de Taille 11,1000 BRUXELLES
tél. 02/219.80.60 ; fax 02/219.24.10
;
e-mail : kurdishbureau@pi.be www.kurdishbureau.be Cpte 310-1214627-79
|
|