SERHİLDAN
Û BERXWEDAN
KAR Û XEBAT
WEK PÊLÊN AVÊ Lİ HEV SÎYAR DİBE
Êdî kes nikare bêje ku Kurd mirî ne, kes nikare
bi navê tiştên ne dîyar me bixapîne. Êdî em
jî gor zemanê him li welat him jî der welat gav
davêjin. Xwefiroş û neyar nikarin pêşîya
pêlên serhildanê bigrin.
Pey serhildana Kurdistana bindestê
Surîyê, li hemû derên dinyayê, ji Hewlêrê bigre
heta Amûd, ji Mehabad ta Ûrmîye, ji Emerîqayê ta
gelek bajarên Avrûpayê Kurd rabûne ser pîyan.
Li derveyî welat pêwist e rola rêxistina HEVKARÎyê
li van çalakîyan da em bînin ser ziman. Bi rastî
ev rêxistin di van dawîyan da karên baş û kêrhatî
amade dike, erkê ser şanê xwe tîne cîh.
Bi banga HEVKARÎyê 17 mehê li serbajarê
Belçîkayê Brusselê, Kurd komî ser hev bûn. Di nîv
roj mabû ku îzn hate girtinê û ev çalakîya girîng
pêkhat. Roj roja xebata însanan bû, wextek kurt
da Kurd hêzên xwe seferber kirin û saet 11 xwepênîşandan
û mitîng pêkhat. Nêzikê 3 hezar kes di bin ala rengîn
da beşdarê çalakîyê bûn. Dilê xwe bi dîlê keç
xortên Dêrikê, Qamîşlo, Amûdê, Serêkanîyê,
Hasîça, Efrîn, Kobanî,bi kurdên Şam û Helebê
va kirin yek.
Ez bawer dikim ku dirûşmên jêrîn, naveroka
tawanbar kirina rejima Surîyê, piştgirîya Kurdan
baş nîşan dike.
“KURDİSTAN YEKPARÇE YE, QAMÎŞLO HELEPÇE
YE”, “ BİJÎ KURDİSTAN”, BİJÎ SERHİLDAN”,
“BİJÎ BERXWEDAN” “ BİJİ KURDİSTAN
BİMRE HUZAM” SERHİLDAN BO KURDİSTAN,
SİLAV Û RÊZ BO ŞEHÎDAN”, “ ŞEHÎD
NAMİRİN” “ BİJÎ KURDİSTAN; BİMRE
TEROR”
Di mitîngê da Parlemana Avrûpayê ya Belçîkî xanim
Neily Mors peyîvî û uha got:
“…. me we gelek baş fehmkir. Em bi we ra
ne.Hun ne tenê li Surîyê her usa li hemu parçên
Kurdistanê da dixwazin di nav aşitî û azadîyê
da bijîn. Divê vê lexzê di heqê vê yekê da lêkolîn
bê kirinê.. ….” Û gotara xwe bi “Bijî Kurdistan!”
va anî dawî.
Şandeyek Kurdan çûne Parlementoya Avrupayê
û ji wana, bo piştê nîvro pey xilas bûna çalakîyê
qewl dan ku hevra rûnên. Hin saet dudo nebûbû, heyeta
Kurdan bi grûba Çep ya Parlementoyê va rûniştin.
Piştra dor bi dor wê cîvîna wana bibûya. Carek
dîsa me dît ku heke em karê baş bikin, dilsoz
û dostên Kurdan roj bi roj wê pir dibe û her usa
me tenê nahêlin.
Gelek hunermend Kurd wek Şivan Perwer, Şirîn,
Seid Gabarî yên mayîn beşdarbûn. Bangê Hunermendên
avrupayê kirin ku piştgirîya gelê Kurd bikin.
Di nav Kurdan da yekitî û biratîyê xwestin. Di nav
partî û rêxistinên Kurdan da geş kirin û pêştabirina
tevxebatê kirin.
Ji alîyê beşdaran gelek gotar û helbest hatine
xwendinê. Bi her alî va plan û rûreşîya Baasîyên
şovinîst û diktator eşkere kirin. Yekmalbatîya
Baasîyên Sûrîyê û xwinrêjê gor bi gor saddam anîne
ser ziman.
Di qada xwepînîşandanê da gelek belavokên
bi zimanê îngilizî, belçîkî û kurdî hatine belav
kirinê. Her usa bo Parlementoya Avruupayê jî îmza
hatine komkirinê.
Her di we civîne da daxûyanîya HEVKARÎ jî hate
xwendinê. Li ser sîyaseta Baasî yên talan, zîndanî
kirin, kuştin û kirinên wanê kirêt hatibû destnîşan
kirinê. Her usa rejima Baasîyan sucdar hate îlan
kirinê. Di dawîyê da daxwazên Kurdan li xalên jêrîn
da hatîbû eşkere kirinê:
-
Rakirina hemû tiştên awarte dijî gelê me
li hemû heremên kurdî li Kuurdistana Sûrîyê.
-
Damezrandina komiteyeke paqij û dûrî nêrînên
Baasa Eflaqî, bi çavnêrîya, Amnestî û Komîteyên
Mafên Mîrovan di Rexistina Milletên Yekbûyî da.
-
Hamû berpirsîyarîyên vê komkujîyê radestî dadigehan
bikin, ku kujerên cengan dijî mîrovanîyê ne,
-
Nasandina mafê kurdan di qanûna bengehîn da bi
cîh kirin.
Usa dîyar e ku xwepênîşandanên Kurdên welatparêz
û dilsoz li derveyî welat wek pêlên deryayê her
biçe wê xurt bibe. Bo layîqê cangorîyên Kurd û Kurdistanê
bibin, kîjan erdê hebin wê dilopek tevî vê pêla
deryayê bikin. Heta bighijine armanca pîroz.
Cîvîn bi gotar û marşên netewî yen dilsozê
welat, Şivan Perwer va gihîşte pelekan
heri geş û coş. Beşdarvan nedixwastin
ku ji meydanê derkevin. Bi ragihandina revabirê
civînê gelê me bê dilê xwe ber bi trombel û basên
xwe meşîyan. Ji alîyê din bo rojek paşê
meşa li Denhagê plana xwe çedikirin.
|