Nêrînek di ramyariya
derveyî ya Amerîka da
Cankurd
Di serî da, pêwîste em bizanin, ku siyasetkarên
derodora serekê amerîkî Gorge W. Bush ne
wek adetê ji wan siyasetvanên rêpublîkanên qeraxê
rojhilatê Amerîka ne, ewana di binyada xwe da kevneşopin,
lê bi piranî ji başûr û rojavayê welêt in û
alîgirên desteya “Born again Christian”
in, ewên ku paş têkçûna sazmana komonîst di
Rûsiya û Ewrûpa Rojhilat da, bizavek
germ û fireh dikin, ku xwe wek hilgirê ramana avakirina
cîhanek nû ne, û li ser milên wan histobariyek mezin
heye, didin nasdan. Evana bi “îdiyolociya”
serkêşiya cîhanê ji aliyê Amerîka ve bawerin,
ew îdiyolociya, ku konsirvatîvên nûjen “NEWKON”
li tevnê xistine û lê xudan derdikevin. Li ba van
di ciyê lişt û berjewendiyan da, bêtir “Moral”
û giranbuhayîyên filetiyê ciyê balatir di rojeva
ramyarî da distînin û pêwîste ramyariya derveyî
jî li gor vê baweriyê bite ristin. Di vê îdiyolociyê
da weku di her îdiyolociyekê da, ewê li dij wê hevalê
Şeytên e û neyar e, û ewê li gel wê ye divê
dev ji rexneyê berde.
Gorge W. Bush paş 11ê septemberê 2000,
ku tê da herdu bajarên amerîkî yên navdar New
York û Washington ji aliyê tevgera “Alqaîde”
ve bi hovîtî hatin hêrişkirin, ji protokola
Kyoto derket, peymana çekên biyolocî û ya
dadgeha navnetewî ya tawanbarkirinê îmze ne kir,
rê da bo firoştina çekên hêrişkirinê bo
Taiwan, ku di navbera wê û Çînê da
neyartî ji zû ve tûj e û “Polîtîka Roşengiyê”
ya serekê Koreya Başûr li hember Koreya
Bakur bi kar dihanî li erdê xist. Li Rojhilata
Navîn jî wan bizavên bo aştiyê, ku serakê
amerîkî yê berê Bill Clinton di navbera Barakê
îsraîlî û Arafatê filistînî da kirine, di
cî da hêştin, û wilo diyar kir, ku ne xema
Amerîka ye çi di navbera Ereb û Cihowan
da çêdibe. Eve jî ji bo serhişkên herdu aliyan
wek delîveyekê bo xweragirtina req û hişk li
hember hevdu hat bi karhanîn.
Afganistan, weku welatekî giring bo kêşana boriyên
gaz û petrolê di navbera Asiya ya Navîn û
qeraxên zireya hindî da, ketibû bin destê Mele
Omer û şagirdên wî “Taliban” û ewana
jî bi tevayî ji serekên “Alqaîde” re, Usam
e Bin Ladin û Dr. Eymen Zewahîrî, bûbûn
wek gustîlkê tiliyan. Evana jî berpirsên wan hêrişên
têroristî yên hovane bûn dij bi Amerîka.
Gorge W. Bush ji ber baweriya xwe ya olî û baweriya bi rêberiya Amerîka
di cîhanê da, û ji ber ku ew serakê hêzdartirîn
dewleta cîhanê ye, dest bi livek şervanî kir
û di serî da li Afginstana, ku ji aliyê geostratîcî
va, bo Amerîka pir giring e. Rojnamevanê amerîkî
Jay Tolson, ku ji “US News & World
Report” e, gotibû, ku paş lêdana 11ê Sep.
2000 gelê amerîkî pêdiviyê serekekî livbaz bû, Gorge
W. Bush liviya, rast an çewt ne giring bû, hema
pir giring bû, ku yek tiştekî bike. Lê li ba
hembervanê wî yê demokrat John Kerry mera
nizane, ka ewê tiştekî bike an ne… Bo vê yekê
jî amerîkanan carek dî Gorge W. Bush hilbijartin,
tevî ewan dizanin, ku ew amade ye bo şerkirinê
bi her welatekî re, gava gumanek piçûk li ser hebe;
ew hema piçekî dilxweşiya xwe bi karê têrorîstan
bîne, û cobarka welatên ji “Qoçê hovbaz”in,
li ba Gorge W. Bush û hevkarên wî yên bawermend
cobarkek dirêj e.
Ji ber va nêrîna, ku wek “Bush Doktrin”
tê nasîn, Afganistan hat hêrişkirin
û deslatdariya Taliban hat roxandin û perçiqandin.
Iraq ji zû va, hîn di dema fermandariya Bill Clinton da,
wek welatekî “Neyar” hatibû berçavkirin,
lê belê hîngê tiştek bi seriyê Seddam Husên
ê hov ne hat kirin, lora ku Bill Clinton
di nêrînên xwe yên ramyarî da ne wek Gorge W.
Bush e, û hinde faktorên dî yên tawanbarkirinê
bo lêdanek leşkerî dij Iraqê pêwîst bûn, da
ew livbaziya leşkerî mîna “karekî rêbaz”
ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (UN) va bihata
pejirandin.
Paş cenga Kuweytê sala 1990î sîstema
Baas ê dîktator giha ber têkçûnê lê belê
bi egera şaşiyek serekê amerîkî yê berî
Bill Clinton, Gorge Bush, ku bavê
serekê niho ye, ew sîstem ji mirinê rabû, serhildanên
Kurdan û Şîîyan, ku piraniya
gelê îraqî ne, pelixandin û Seddam
neyartiya xwe li hember Amerîka gihand wê pileyê,
ku wêneyekî bavê serekê amerîkî yê niha di deriyê
hotêla Al-Rashîd da çêkirî bû, ji aliyê her
kesekî va dihat pêlêkirin. Bi ser va jî Seddam
Husên bizava xwe bo kuştina wî kiribû,
gava ew hatibû serîlêdana Kuweytê, paşku
dest ji serekatiyê berda bû.
Li kongireya dawî ya partiya Rêpublîkanî berî
hilbijartina paşîn, li New Yorkê, Gorge
W. Bush kanî bû hêrişa xwe li ser Iraqê
wek “Bereya navîn” a “Cenga li hember
Têrorê” bifiroşta endamên partiyê, tevî
ku hemî lêkolînên zanyarî bi cih kirin, ku Seddam
Husên ji aliyê bi destxistina çekên qirkirina
tevayî va ne giha bû wê pileyê, ku tirs jê bê, û
têkiliya wî jî bi têrorîstên “Alqaîde” re
ne hat diyarkirin. Eve jî serkeftin û piştvaniyek
bo ramyariya Gorge W. Bush bû. Di dîtina
vê ramyariyê da, an jî li gor “Bush Doktrin”ê
her welatekî, ku “neyar”e an ne di bin kontrola
Amerîka da ye û çekên qirkirina tevayî di destên
wî da hene, dibe ku wan çekan bide têrorîstan û
ev jî deriyê dijwariyek mezin li ser Amerîka vedike.
Lew re pêwîst e, ew welat bite hêrişkirin an
bindestkirin an kontrolkirin. Hêrişa ser Iraqê
û roxandina sîstema Seddam Husên ê dîktator
li ser vê bingehê bû û bi ûşt û egera „gumankirinê“
hat biryarkirin.
Weku di „Truman-Doktrin“ da, ya sala 1947ê, li ba hevalbendên ramyariya
Gorge W. Bush, pêwîst e ne tenê di cîhanê
da hêminî û cîbecîkirin hebin, lê belê pêwîst e
ew „baştir“ bite li darxistin û sazkirin.
Divê „Hîviya Demokratiyê, pêşkeftinê, bazar
û aborîya azad li her koşek cîhanê hebe…“
Kî li hember vê derkeve, xwe wek neyarekî Amerîka
an wek „Têrorîst“ dide tawanbarkirin û wê
hêza Amerîka berçav bike. Armanca vê polîtîkê, wek
zanayê alman Ernst-Otto Czempiel dibêje „Lîberal
e, hema stratîciya bi karhanînê Konsêrvatîva
nûjen e.“
Ji bingehên vê doktrînê ye, ku cîhan serkêşiya
Amerîka di dûzankirina tevayî da bipejirîne û mafê
wê hebe bo bi karhanîna zorê, gava gumanêd wê li
ser welatekî an saziyekê pêda bibin. Di ramyariya
amerîkî ya niho da „Moral“- li gor ravekirina
deselatdarên Mala Sipî ciyê serekîn distîne
û zor wek aceta pêşîn bi kar tê.
Baş e, wek Kurd dibêjin:“Te çi jê?!..“
Bêguman bi kêmtirîn du welat dî ji Iraqê pê ve,
ji van welatên, ku Kurdistan di nav xwe da
parkirine, wek welatên „ne dost“ ji aliyê
ramyariya amerîkî va tên jimartinê. Yek Iran
e û yê dî Sûriye ye. Heger em ramyariya amerîkî
baş binasin, emê baştir stratîciya xwe
li hember van herdu welatan birêsin. Li ser vê yekê
jî ez dibînim, guftegotin li ser ramyraiya amerîkî
ya derve bo avakirina stratîciyek kurdî ya rêk û
pêk pêwîst e û ji polîtîknasên kurd tê xwastin,
ku xwe bi vê yekê gêro û mijûl bikin.
Ta carek dî hûn bimînin di xêra Xwedê da.
02.12.2004
|