Li
Komeleya ÇIRA Diyarbekirê Roja Çîrokan
Di gotara bi mebesta pîrozkirina “Roja Çîrokan” de nivîskar
Ronî War û Receb Dildar li Komeleya ÇIRA Diyarbekirê çîrokên
xwe xwendin û li ser çîroka kurdî axifîn.
Gotara ku wê di 14 Sibatê de bihata kirin lê ji ber
hin sedemên teknîkî hatibû paşdexistin, di 19 Sibatê
roja yekşemê li Komeleya ÇIRA Diyarbekirê hat lidarxistin.
Pêşî nivîskar Receb Dildar derbarê çîroknûsiya kurdî
de hin agahiyan da. Dildar got ku çîroknûsiya kurdî bi
Mele Mehmûdê Beyazîdî dest pê dike. Mele Mehmûd di sala
1856an de bi navê Mem û Zîn çîrokek nivîsandiye. Lê wî
di destpêka çîrokê de gotiye ku “ez ji Ehmedê Xanî neql
dikim.” Dildar weha pê de çû; “Di sala 1913an de Fuad
Temo di kovara Rojî Kurd çîrokek nivîsandiye. Ev
çîrok jî wek yekem çîroka kurdî tê qebûlkirin. Piştî
1930yî kurdên ku çûn Binxetê li wir di kovarên Hawar,
Ronahî û Roja Nû de çîrok nivîsandin. Di van kovaran de;
Nûredîn Zaza, Qedrîcan, Celadet Alî Bedirxan, Kamuran
Bedirxan, Osman Sebrî çîrok nivîsandin.” Derbarê kurdên
ku li Qefqasan dijîn jî da got ku Tosinê Reşîd, Xelîlê
Çaçan, Têmûrê Xelîl, Eliyê Evdirehman, Ereb Şemo
û Serdarê Emerîk çîrok nivîsandine. Lê ji ber di nav kurdên
vir û yên Qefqasan de pêywendiyên xurt tune bûn, derbarê
ku çîrokên li wir hatine nivîsandin de ne zêde xwedî agahî
ne. Receb Dildar li ser çîroknûsiya kurdên başûr
jî diyar kir ku piştî salên 1960î ji aliyê Salih
Kurdî çîrok hatine nivîsandin û herweha Xelîl Duhokî,
Sidqî Hirorî, Enwer Mihemed Tahir, Hesenê Silêmanî çend
çîroknûsên başûr yên navdar in.
Receb
Dildar diyar kir ku hetanî salên 1980yî li bakur derbarê
çîroknûsiyê de xebatên balkêş tune bûne. Bi tenê
M. Emîn Bozarslan bi navê Meyro çîrokek û Rojen Barnas
jî di kovara Tîrêjê de çîrok nivîsandine. Piştî salên
1980yî kurdên ku çûne Ewrûpayê berhemên gelek hêja afirandine.
Yek ji wan Hesenê Metê ye. Her weha Loqman Polat, Şahînê
Bekirê Soreklî, Torî, Firat Cewerî, Helîm Yusif û Jan
Dost çend çîroknûsên diasporayê ne.
Paşê Ronî War derbarê pirsgirêkên kurdan yên derbarê
çîroknûsiyê de kir. War; got ku kurdan bi sê alfabe û
çar zaravayan çîrok nivîsandine. Ev bi tena serê xwe ji
bo wêjeya kurdî pirsgirêkek e. Wekî din hin kes dibêjin
ku zimanê kurdî ji bo wêjeyê têr nake, lê yê têr nake
ne kurdî ye, nivîskarên kurd in.
Paşê Ronî War û Receb Dildar çîrokên xwe xwendin.
Piştî xwendina çîrokan bername bi pirs û bersivên
li ser çîrok û çîroknûsiya kurdî bi dawî bû.
|