Komeleya
Çand û Hunerê ya Diyarbekir ÇIRAyê bi sînemager Şûayîp
Adlîg re gotarek li dar xist
Sînameger Şuayîb Adlig,
diyar kir ku derhênerê kurd Yilmaz Guney ji wê re gotiye
ku mirov dikare bi sînemayê şoreşa miletan pêk
bîne û gelê xwe bi dinyayê bide naskirin.
Komeleya Çand û Hunerê ya
Diyarbekir ÇIRAyê, 26ê Adarê roja şemiyê bi sînemager
Şûayîp Adlîg re gotarek li dar xist. Beriya gotarê
fîlma bi navê “Û Nêrgiz Bişkivîn” hat nîşandan.
Sînemagerê fîlmê, Şuayîb Adlig piştî danîşanê
weha dest bi axaftinê kir; “Salên 1970yî bû. Min gelek
ji Yilmaz Guneyî hez dikir. Ew li Qişleya Selîmiyeyê
girtî bû. Min jê re çend name şandin, lê min jê bersiv
negirtin. Di sala 1974an de çûm cem wî. Wî ji min re got;
‘Tu hatî bîra min. Te ji min re du name şandibûn.
Dema min nameyên te xwend, min got ya ev dîn e, ya saxik
yan jî pir cesûr e.’. Min jî ji wî re got ev her sê tişt
jî bi min re hene. Piştî vê hevdîtinê têkiliyên me
çêbûn û me bi hevûdu re gelek fîlm kişandin. Yilmaz
Guney digot ku mirov dikare bi sînemayê şoreşa
miletan bike û bi saya sînemayê gelê xwe bi dinyayê bide
naskirin.”
Derbarê
fîlmê bi navê “Û Nêrgiz Bişkivîn” de jî diyar kir
ku derhênerê fîlmê Mesûd Arif Salih û Huseyîn Hesen Alî
ye. Fîlm li Kurdistana Başûr hatiye kişandin
û ji xeynî çend lîstikvanên wê hemû lîstikvan kurdên başûr
yên ku bi tenê sempatiya wan ji sînemayê re hebûne pêk
hatiye. Di fîlmê piştî Peymana Cezayîrê, di salên
1980yî de zext û zordariyên li ser kurdan hatin kirin
li pêş çavan hatine raxistin. Ji nivîsandina senaryoyê
hetanî danîşanê di du sal û nîvan de temam bûye.
Adlîg got armanc ew bû ku em bi vî fîlmê bi dinê bidin
zanîn ku kurd ne alîgirê şer in. Dijminê kurdan,
ew mecbûrê şer kirine. Bi saya vê peyamê fîlm di
sala 2006an de li Pêşbirka Fîlman ya Berlînê Xelata
Herî Hêja ya Aştiyê girt. Fîlm di heman demê de lig
elek welatan hat nîşandan.
Adlig, da zanîn ku ew bi Yilmaz
Guneyî re di gelek fîlman de leyistiye, xeyala Yilmaz
Guneyî ew bû ku sînemaya kurdî li seranserê dinyayê bê
naskirin û navneteweyeyî bibe. Adlig, li ser pirsekê da
weha bersiv da;”Fîlmek bi kîjan zimanî bê kişandin
dibe fîlmê wî zimanî. Ger îmkana Yilmaz Guneyî hebûya
dê fîlmên xwe bi kurdî bikişanda. Lê wê demê kurdî
qedexe bû, nedikaribû fîlmên bi kurdî bikişanda.
Bikişanda jî kesî nîşan nedida. Lê digel hemû
astengiyan jî Yilmaz di fîlmên xwe de jiyan û civaka kurdan
dikişand.”
Sînemager Adlig, ji dewlemend
û karsazên kurdan jî fikare gazincên xwe kir. Adlîg got
ku dewlemendên kurd ji produktor û derhênerên kurd re
nabin sponsor. Ew karê sînemayê girîng nabînin. Lê em
hêvî dikin ku ji sinemagerên kurd re derfetan çêbikin.
Heta ku derfetên aborî tune bim, ne mimkûn e ku sînemaya
kurdî bigihije asta sînemaya dinyayê.
Şuayîb Adlig hinek behsa
projeya xwe ya nû kir. Adlig got ku bi navê “Ma Jiyan
Wusa ye?” fîlmekê dikşînin. Di wî fîlmî de lîstikvanê
navdar Al Pacîno û du lîstikvanên fransî hene. Bi vê projeyê
hêvî dikin ku fîlmeke kurdî li gelek welatan bê nîşandin.
|