Ferhenga
Çeko Kocadag hate danasîn
Rênas Sutçu/Dema Nû/Munîh
Roja Şemiyê li Komela KOMKAR ya Munîhê civînek
bo danasîna ferhenga Kirmanckî-Kurmancî ku ji aliyê nivîskar
Çeko Kocadagê ve hatiye amadekirin, hate lidarxistin.
Civîn ji aliyê KOMKAR Munîh û Dersîm e.V ve hat amadekirin.
Axaftvanê vê civînê nivîskar Çeko Kocadag bû. Kocadag
bi dirêjî 14 salan e ser dixebite ku ev ferhenga Zazakî
Kurmancî-Kurmancî Zazakî, amadekiriye.
Çeko
Kocadag di axaftina xwe de li ser amadekirina ferhengê
sekinî û armanca xwe ya ku bi vê karî wisa anî ziman;
“Bila kî çi dibêje bila bêje, zazakî-dimilkî-kirmanckî
Kurdî ye. Lazim e bo zaravayê Zazakî kar bête kirin û
ziman were standardîzekirin ku ew zarava hemû di warên
jiyanê de bêne bikaranîn. Divê sazî û dezgehên Kurdî,
rêxistin û partîyen Kurdan cihek taybetî bidine zaravayê
Kirmanckîye.ku ev zarav wenda nebe.”
Çeko
Kocadag di axaftina xwe da diyar kir ku Unesco di sala
2009an da bi daxuyaniyek li ser zimanê kirmackiyê belav
kir û di vê daxuyaniyê de gotin ku eger wisa biçe zimanê
zazakî wenda dibe.
Herweha beşdarvanên civînê jî bîr û baweriya xwe
di vî warî da anîn ziman.
Piştî civînê nivîskar Çeko Kocadag ferhenga ku
amadekiriye, bo xwendevanan îmze kir.
|