Daxuyaniya hejmarek ji Part û Saziyên
Kurdistanî li dor bûyerên vê dawiyê ên Başûrê Kurdistanê
Xelkê mafxwaz yên Kurdistanê!
Partî û saziyên siyasî!
Derketin û hatine ser şeqama hejmarek ji xelkê bajarê
Sulêmaniyê bi armanca xistine berçav a xwast û daxwazên
xwe, li roja Pêncşemî, 17’ê Şibata 2011’an,
mixabin gihîşte encamekê ku cihê nîgeraniyê bo hemû
aliyekê bû. Bajarê Sulêmaniyê tûşî alozî, tund û
tûjî û hin kiryarên dûr ji çavnihêriyê bûye ku bo me û
xelkê Kurdistanê û hemû dostên gelê Kurd cihê dax û nîgeraniyê
bû.
Em bi nirxandina rewşa siyasî a Herêma Kurdistanê
û ew seqaya demokratîk û medenî a ku di Herêma Kurdistanê
de heye û derfeta anîne ziman û nîşandana xwast û
daxwazên civatên xelkê bi awayeke asayî heye, li ser wê
baverê ne ku dibe ew cure daxwaziyane bikevin ber çavên
dem û dezgehên Herêma Kurdistanê ku bi awayek demokratîk
û yasayî ji aliyê xelkê Kurdistanê ve hatine hilbijartin
û hitbar û bawerî bi wan hatiye dayîn, bêguman bi hest
biberpirsyatiyê ve dê girîngiyê bi wan daxwazan bidin
û gavên pêwîst dê jêre bavêjin.
Di rewş û zurûfek hesas a weke niha de ku destkevtên
netewî û demokratîk ên gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê
ber bi seqamgîriyê ve diçin û Herêma Kurdistanê û desthilata
wê ya siyasî û netewî ji aliyê kom û komelên navnetewî
ve girîngî pê tê dayîn û bizava rizgarîxwaz a gelê kurd
ber bi pêşerojek geş ve gavan hiltîne, her cure
kiryarek li Herêma Kurdistanê ku gelê Kurd tûşî dilkutê
û nearamiyê bike û tesîr û bandorên nerênî li ser destkevtên
gelê Kurd hebe, di xizmeta berjewendiyên bilind ên xelkê
me de nabe. Lewma serdagirtin û êrîşkirine ser binke
û bargehên partî û nawendên hikûmeta Herêma Kurdistanê,
nikare xizmet bi armancên pîroz ên gelê me bike.
Em partî û aliyên siyasî ên Kurdistanî, daxwazê ji aliyên
pêwendîdar ên Başûra Kurdistanê, ji hikûmet û opozîsyonê
dikin ku bo dawîanîna bi vê aloziyê û çareserkirina pirsgirêkan
bi awayek îroyîn û bi canê biratiyê ve riya diyalogê bigrin
ber xwe û bi vê gava netewî, şanaziyek din bo gelê
me tomar bikin û pîlanên neyarên gelê me ku berdewam hewla
tevlîhevkirina rewşa Herêma Kurdistanê didin, pûç
bikin û ewlehî û aramiyê bo hemû bajar û bajarokên Herêma
Kurdistanê vegerînin.
Navên wan partî û saziyên ku ev daxuyaniye wajo kirine:
Ji Kurdistana Îranê:
-Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
-Saziya Xebat a Kurdistana Îranê
-Partiya azadî a Kurdistanê
Ji Kurdistana Sûriye:
-Heyeta Herêma Kurdistanê, Encumena siyasî a Kurd li Sûriyê
ku pêkhatiye ji 9 partî û saziyên siyasî
-Encumena Bilind a Hevbendiya Demokrat a kurd li Sûriyê
pêkhatî ji du hizb û hejmarek kesatiyên serbixwe
Ji Kurdistana Turkiyê:
-Partiya Sosyalîst a Kurdistana Bakûr
-Partiya Welatparêzên Demokrat ên Kurdistanê PWD
-Partiya Demokrat a Kurdistana Bakûr
22.02.2011
03.12.1389
|