HAK-PAR;
“Em mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî dixwazin”
Dengê Azad/Amed
Partiya Maf û Azadiyan-Hak-Parê ya Şaxê Diyarbekirê,
ji bo piştgirîdayîna li Kampanyaya îmzeyan ya ji
bo perwerdehiya bi zimanê zikmakî ya bi kurdî civîneke
çapemeniyê pêk anî û dest bi berhevkirina îmzeyan kir.
Ew kampanyeya îmzeyan ya ji bo perwerdehiya bi zimanê
zikmakî ya bi kurdî ku ji aliyê partiyên siyasî yên kurd
yên wek Hak-Par, BDP û KADEP û gelek saziyên sivîl yên
civakî ve hatibû destpêkirin, didome. Di vê çarçoveyê
de Şaxê Hak-Parê ya Diyarbekirê jî li Kuçeya Hunerê
ya Aamedê standek vekir û dest bi berhevkirina îmzeyan
kir.
Berî
ku stand bê vekirin, civîneke çapemeniyê hat lidarxistin
û daxuyaniyek hat belavkirin. Di daxuyaniya ku ji aliyê
Birêvebirê Şaxê Hak-Parê ya Diyarbekirê Nevzat Karakeçi
ve hat xwendin de hat diyarkirin ku ew wek HAK-PAR, mafê
perwerdehiya bi zimanê zikmakî diparêzin û dixwazin.
Herweha, ji dewletê hat xwestin ku tavildest ew dûreperêziya
ku daniye ser peymanên navneteweyî yên di vî derbarî de,
rabike, xalên nemirovî yên qedexekirinê yên makezagonê
û zagonên din bighurîne daku rê li ber perwerdehiya bi
zimanê zikamakî ya bi kurdî bê vekirin.
Karakeçi, di berdewaamiya daxuyaniyê de weha got; “Mafê
perwerdehiya bi zimanê zikmakî ku mafê herî xwezayî yê
mirovî ye, bi dehan sal e ketiye ber xezeb û polîtîkayên
helandinê yê Dewleta Tirk.
Komara
Tirkiyeyê ku hê jî bi zîhniyeta “îtîhatî terakî” tê îdarekirin,
bi dehan sal e di nav hewldanê de ye ku bi destezorî li
vê erdnîgariya pirnetewe “projeya yekneteweyiyê” pêk bîne.
Di vê çarçoveyê de ziman û çanda neteweyên din tune dihesibîne
û dixwaze bi destezorî ji holê rabike.
Di xala 42an ya Makezagonê de hatiye destnîşankirin
ku di sazî û dezgehên perwerdehiyê de, bi navê “zimanê
zikmakî” ji bilî zimanê tirkî bi çu zimanek din perwerdehî
nayê kirin.
Herweha, ji ber pêşîlêgirtina perwerdehiya bi zimanê
zikmakî ya bi kurdî, dûreperêz daniye ser xalên Peymana
Mafê Perwerdehiya bi Zimanê Zikmakî ya Mafên Zarokan û
Mafên Mirovan ya Navneteweyî.
Ev, helwesteke hov û nemirovî ye.
Kurd, gelekî herî kevnare ye ku li ser axa xwe dijî û
xwedî çand û zimanekî herî bi hêz û dewlemend e ku bi
dehan sal e li dijî hemû zordarî û polîtîkayên helandinê
li ber xwe dide.
Kurdên li Bakurê Kurdistanê jî ku hêjmara wan nêzîkê
20 milyonî ye, zimanê wan kurdî ye.
Em wek HAK-PAR, mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî diparêzin
û dixwazin.
Daxwaza
me ji dewletê ew e ku tavildest ew dûreperêziya ku daniye
ser peymanên navneteweyî yên di vî derbarî de, rabike,
xalên nemirovî yên qedexekirinê yên makezagonê û zagonên
din bighurîne daku rê li ber perwerdehiya bi zimanê zikamakî
ya bi kurdî bê vekirin.
Ji ber vê yekê ye ku em jî, beşdarê kampanyaya îmzeyan
ya ji bo daxwazkirina perwerdehiya bi zimanê zikmakî ya
bi kurdî ku ji aliyê hin saziyên sivîl û partiyên siyasî
ve hatiye destpêkirin, dibin û bi şêwyeke çalak îmze
berhev dikin.
Banga me li gelê me ew e ku bi îmzeyên xwe piştgiriya
vê kampanyayê bikin ku dê ji Parlamentoya Tirkiyeyê, Yekîtiya
Ewrûpayê, Neteweyên Yekbûyî û UNESCOyê re bê şandin.”
|