Daxuyaniya
Partiyên Kurd li Sûriyê
Di
14.05.2011an de, Partiyên tevgera siyasî kurdî li sûriya,
di semînerkî de, bi hazirbûn nûnerên Malper û rojname
û komelek ji Rewşenbîr û kesayetiyên serbixwe yên
kurd û ereb û aşûrî, destpêşxerek ji bo çareserkirina
rewşa sûrî ragihandin, li wê çivatê berpirs û nûnerên
wan partiyan beşdar bûn, ev yek helwistiya tevgera
siyasî di vê qûnaxa siyasî hestiyar de, hêviyeke mezin
li cem miletê me avadike, herwha rêzgirtinekê li cem tevgera
niştiman dide peydakirin, û fişarekê jî li ser
desthilatê dide eşkerekirin, lewma tevgera siyasî
kurdî îro li ber berpirsiyaretiyekê ye ko vê destpêşxerê
bide qebûlkirin ji aliyê hêzên siyasî yên demoqrat li
sûriya ve..
Daxuyaniya
Partiyên Tevgera Niştimanî Kurdî li Sûriya
ji bo çareserkirina Qeyrana ko Îro li welêt berdewame
Di
roja 15.03.2011 an ve, Cemawerê Sûrî bi germî dest bi
xwepêşananên aştiyane kiriye, û doza pêkanîna
Sîstemeke demoqratî dikin, ko xelkê Sûriya bi hemî rengên
xwe yên Netewî û Kultûrî û Ayînî û siyasî ve, karibin
mafên xwe yên serkî bi dest xwe bixin, ko ew Sîstem guncaw
be bi wan guhertinên li Herêmê rûdane, û li gor vê demê
be ko dinya berû Sîstemên demoqratî ve diçin, û azadî
û wekheviyê di parêzin.
Ev
serhildana ko îro li Sûriya serî hildaye, ew bi xwe Tevgereke
Niştimanî Cemawerî ber fireye, dixwaze guhertineke
demoqratî aştiyane, û çaksaziyên bineretî di hemî
waran de pêkbîne û bide meşandin,ko dawiyê bi dîktatorî
û bi desthilata takpartî bîne, û avakirina dewleteke şaristanî
nûjen li ser bingeha wekheyiyê di Erik û Mafan de, û pêkanîna
hevbeşiyek rasteqîn bo hemî haweletiyan ko bi tevayî
beşdarî rêvebirina karê welat.
Guh
ne dana desthilatê bi daxwaziyên milet di pêkanîna guhertinên
demoqratî û aştiyane de li welêt, û bi tûndî bersivdana
tevgera cemawerî û nerazîbûna wan ya aştiyane, qeyraneke
kûr da peydakirin, ko welatê me tajoyê berû metirsiyeke
mezin. Lewma pêwistî bi yek helwîs û yek rêzî li ser hemî
astan heye, ko dive pêkhatên miletê Sûriya yên netewî
û Siyasî û hemî çîn û qatên civakî li gel hev kom bibin,
û li ser xalên serekî û rêzên pan li hevbikin, û bi hevre
bigihin destpêşxereke giştî bo çareserkirina
vê qeyrana ko welatê me daye ber xwe, û bi hemî tiwana
xwe hewil bidin welatê xwe ji metirsiyan derbasbikin,
û ber bi pêşveçûn û geşepêdanê ve bibin.
Partiyên
Tevgera Niştimanî Kurdî li Sûriya, ko ew bi xwe jî
beşeke ji Tevgera Niştimanî û Demoqratî giştî
li welat, di bîne ko diyaloga niştimanî ya giştî
dinav hemî pêkhatên niştimanî de li welat, ewe baştirîn
rêga ji bo derbaskirina vê qeyranê û çareserkirina kêşeyên
ko hene. Û ji bo serkeftina vê diyalogê, em pêwîst dibînin
ko ev daxwaz jêr bi pele werin cîbicîkirin:
1-
Dûrketin ji bikaranîna tûnd û tûjî û kuştinê, meger
dibin çi behanê de be jî, û rêdan bi xwepêşandanan
ko bi aştiyane bi rêve biçin, û bi karanîna zimanê
diyaloga niştimanî di navbera hemî aliyên siyasî
yên niştimanî û roşenbîrên bawer bi diyalogê
wek tenha rêga bo li hevkirinê.
2-
Cîbicîkiria biryara serokatiyê bi rakirina rewşa
awarte, û hilanîna hemî yasayên awarta û ne rewa, herweha
azadkirina hemî girtiyên siyasî .
3-
Rêdan bi partî û hêzên siyasî, yên nûneratiya civaka xwe
dikin, ko bi aşkere xebata xwe ya demoqratî bi rêve
bibin, ta ko yasayek nûjen bo Partiyan were derkirin.
4-
Rakirina hemî siyastên nijadperestî, û biryarên nehînî
ko li dijî Miletê Kurd têne bi karanîn, û zû vegerndina
nasnamê bo wan kesanko berê ji wan hatiye sitandin, û
guhdan bi nawçên kurdî ko ji alî desthelatê ve hatine
piştguhxistin, û pêkanîna wekheviyê di nav wan û
nawçeyên din de li welêt.
5-
li darxistina Kongirekî Niştiman giştî, bê ko
tu alî têde destdirêj be, û yekem erkê vî kongirê dest
nîşankirina pirja destûreke taze, ko êdî desthilata
her aliyekî ne hêle, çi partiyek be yan netewek be jî,
û bawermend be bi ferelayeniya siyasî û netewe, û pêşkêşkirina
vê pirojê bo rapirsîna milet bi giştî, û danîna yasayeke
taze bo Hilbijartinên Navçeyî û Perlemanî, û yasayek were
derxistin bo damezrandina Partiyên siyasî jî ko taybetmendiyên
civka sûrî û pêkhatên wê bê cîwazî bi sedema netew û ola
wan, bi de parastin. û azadkirina ragihandin û rojnaman.
6- Ciyakirina hersê desthilan, ya dadwerî û perlemanî
û tenfîzî, û serxwebûna dadgehan û xwirtkirina rola wa.
7-
Çareserkirina pirsa netewî ya miletê kurd bi riyên demoqratî
rewa di çarçewî yekyîtiya welêt de, û qebûlkirina hebûna
wî ya netewî wek pêkhateyek serekî , û dabînkirina mafên
wî yên netewî.
8-
Parastin û dabînkirina mafên wî yên kultûrî yên kêm neteweyên
din liwelêt.
Guhdan bi vê destpêşxerê wek pêwist, ji aliyê hemî
hêzên siyasî û kultûrî bi hemî rengê xwe ve, wê bi keve
xizmeta berjewendiyên milt û welatê me de.
11.5.2011
Partiyên
Tevgera Niştimanî Kurdî li Sûriya
|