PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

DAXUYANÎYA CIVÎNA GIŞTÎ YA PLATFORMA KURDÊN EWRUPAYÊ

Hamburg(Geesthacht), 20-22 Sibat 2004

Miletê Kurd, yek ji neteweyên herî Kevin û mezin yê Rojhilata Navîn e. Weke hemû neteweyan, mafê wan jî heye ku qedera xwe bi xwe bi destê xwe û bi azadî tayîn bike; li ser axa xwe serbest û azad bijî û îdareya welatê xwe bi destê xwe bi rêve bibe.

Îroj, nifûsa kurdan ya li tevahîya Kurdistanê ji 35 mîlyonan zêdetir e. Bi tenê li Komara Tirkîyeyê (KT) ji % 30yê nifûsê kurd in.

Di hundirê hidûdên Yekîtîya Ewrupayê de (YE) nêzîkî 1 mîlyon kurd dijîn.

Tu miletî weke kurdan êş û azar ji destê terorê nekişandîye. Heta ku kurd mafên xwe yên neteweyî û demokratîk bi dest nexînin, ne li Kurdistanê, ne li welatên dagirkerên Kurdistanê (Tirkîye, Îran, Iraq û Surîye) û ne jî li Rojhilata Navîn aramî û demokrasî pêk nayê.

Divê YEyê, li ser çareserkirina pirsa kurd û Kurdistanê raweste û piştgirîya hêzên kurdan bike da ku çareserîyek rewa, daîmî û yê ku ji alîyê kurdan ve bê qebulkirin, derkeve hole.

PÊVAJOYA ENDAMETÎYA KOMARA TIRKÎYEYÊ LI YEKÎTÎYA EWRUPAYÊ Û PIRSA KURD Û KURDISTANÊ

Avabûna Komara Tirkîyeyê, li ser bingeha înkar û ji holêrakirina kurdan pêk hatîye. Ev xisûsîyeta Komara Tirkîyeyê ji roja avabûyînê heta îroj, bi sîyaseteke ku li ser bingeha qedexe, înkar û bi her awayî pêşîlêgirtina hebûna û pêsdecûyîna kurdan ve avabûye, hatîye birêvebirin. Ev sîyaset îroj jî li Komara Tirkîyeyê serdest e.

Platforma Kurdên Ewrupayê (PLATFORM) bawer dike ku, pêvajoya endametîya Komara Tirkîyeyê ya li YEyê, li ser rewş û pêşeroja kurdan jî xwedîyê tesîreke mezin û piralî ye.

Li gel vê yekê jî kurd bi îradeya xwe ya sîyasî û azad divê pêvajoyê de cîh nagrin. Divê kurd, di pirsa kurd û tesbîtkirina statuya Kurdistanê de xwedî peyv û desthilat bin.

Loma jî, di pêvajoya çareserîyek rewa ji bo pirsa kurd de, van daxwazên li jêrîn, şertên herî kêm in ku, dive berîya destpêkirina muzakereyên endametîyê di navbera KTyê û YEyê de,

ji bo bicîhanînê ji KTyê bên xwestin û YEyê jî bibe cavdêr û garantorê vê yekê.

  • Li KTyê, kurd bi nasnameya xwe ya neteweyî ve nayên naskirin. Hebûna kurdan wek netewe, gel yan jî grub, heta îroj bi awayekî resmî nehatîye binavkirin. Divê nasnameya kurdan ya neteweyî û hemû maf û azadîyên ku bi vê nasnameyê ve girêdayî ne, di qanûnaesasî(destur) ya KTyê de weke mafên kollektîf bên bi cîhkirin û garantîkirin.
  • Li KTyê, dive hemû cûreyên astengên ku bi rêya qanûnên bingehîn li ser mafên azadîya fikirînê, xweîfadekirinê û xwebirêxistinkirinê hene, bên rakirin. Azadîya fikirandinê û çapemenîyê bi hemû awayan ve, serbestîya damezirandina hemû awayên rêxistinan bi nasnameya kurdî, weke mafên bingehîn di qanûnaesasî de bên cîhkirin û garantîkirin.
  • Divê komara Tirkîyeyê, hemû şerhên xwe yên ku ji bona pêşîlêgirtina maf û azadîyên kurdan, danîye ser peymanên û konvensîyonên navneteweyî, rabike û pêwîstîyên pîvanên wan peymanan û konvensîyonan bi tevahî bi cîh bîne.
  • Zimanê kurdî weke zimanê tirkî dive bibe xwedîyê statuyeke resmî. Hemû qedexeyên li ser bikaranîna navên kurdî dive bên rakirin. Divê her hemwelatî bi zimanê xwe yê dayikê, di hemû sewîyeyan de bi be xwedîyê mafê xwendin û perwerdeyê. Her dê û bav yên kurd dive bikaribin li gora daxwazên xwe zarokên xwe bişînin xwendin û xwendegehên kurdî. Dewlet, ji bicîhanîna van erkan mukellef (berpirsîyar) e.

·        Kurdên ku di dema şer û îdareya awarte ya li KTyê de, bi awayên cuda mexdûr bûne,  ji hêla Ktyê ve tazmînat ji bo wan bên dayîn. Deverên Kurdistanê yên ku divê demê de hatine wêrankirin, bên avakirin. Her weha hemû mayinên li coxrafyaya Kurdistanê bên paqijkirin, zerarên li ser jîngeha (tebîeta) Kurdîstanê bên serrastkirin.

·        Divê hemû girtîyên siyasî  û fikrî bê qeyd û şert bêne berdan, siyasîyên li derveyî welêt bikaribin vegerin welatê xwe.

  • Divê YEyê, ji bona ku kurd bikaribin di pêvajoya peywendî û muzakereyên Tirkîyeyê li gel YEyê de beşdarî muzakereyan bibin, rêya mekanîzmayên beşdarîyê yên pêwîst ava bike.

 Dive Yeyê, ji bona van daxwazên li jor dîyarkirî nin, pêk bên, teqwîmekê amade bike û bi rêya Belgenameya Şirîkatîyê ya Tevlêbûnê KTyê taqîb bike û zorê bide KTyê ku wan daxwaza bi cîh bîne.

KURDÊN EWRÛPAYÊ (Û DAXWAZÊN KURDAN DI NAV YEyê DE)

Nêzîkî mîlyonek kurd li Ewrûpayê weke kurd û Ewrûpayî dijîn. Îroj bi hezaran kurd ji ber zilm û zordarîya dagirkeran berê xwe didine Ewrûpayê. Maf û berpirsîyarîyên kurdên li Ewrûpayê wek kurd û werûpayî hene. Pirsa kurd, bûye pirsek YEyê jî.

  • Bi hatin û pey re jî bicîhbûyîna kurdan li seranserê Ewrûpayê gelek pirsên nûh jib o civata kurdan bi xwe re derxistîye hole. Hemû pirs û daxwazên ku bi jîyana penaberîyê re derdikevin hole, ji bona nêzîkî 1 mîlyon kurdên li welatên YEyê de dijîn jî, rastîyek e û li pêvajoya entegrasyona kurdan de pirsên girîn in. Girîngtirîn pirsa entegrasyonê jib o kurdên li YEyê dijîn ev e ku, kurd li dewletên YEyê bi nasnameya xwe bên qebûlkirin da ku li ser vê bingehê entegreya civata YEyê bibin.
  • Ji ber sedemên dîyar, bi hezaran penaberên kurd, nemaze jî ji Kurdîstana Iraqê berê xwe dane welatên Ewrûpayê. Pirsa penaberên kurd îro yek ji girîngtirîn pirsên YEyê ye û dive bi awayekî mirovane bê çareserkirin- YEyê dive jib o çareserkirina vê rewşê xwedîyê înîsîyatîfê be.
  • Destpêka dîroka kurdên Ewrûpayê digihîje berê 30-40 salan. Ji ber sedemên sîyasî bi sedhezaran kurd mecbûr manin ku welatê xwe terk bikin û berê xwe bidin welatên cûrbicûr yên Ewrûpayê. Jîyana di surgunîyê de, cend nifşên kurdan bi perwerdeyeke taybetî yên wan welatan mezin kir. Ji ber rewşa welat û rewşa taybetî ya kurdan, nifên nûh ku li Ewrûpayê mezin dibin, xwe di nav xebata sîyasî, civakî û demokratîkî de bi aktîfî cîhe xwe girtin. Îroj di Parlamentoyên gelek welatan yan jî li Parlamentoya Ewrûpayê de hejmareke berbiçav ya kurdan hene. Wek nûnerên partîyên welatên lê dijîn hatine hilbijartin û xebatên xwe yên sîyasî didomînin.
  • Jîyana rêxistinî ya kurdan li Ewrûpayê gelek dewlemend e. Bi sedan rêxistinên sîvîl û demokratîk bi awayekî gelek aktîf ji bo piştgirîya welatê xwe û her weha ji bo pêvajoya entegrasyonê roleke girîng dileyzin. Divê YEyê hemû reng û cûreyên rêxistinî yên kurdî re bibe alîkar da ku kurd bi nasnameya xwe ve weke herkesî xwedî maf û azadîyên însanî û sîyasî bin. Divê li hemû welatên Yeyê de ji civata kurd re mafên kulturî û kêmneteweyî were dayîn.

PLATFORM
PLATFORMA KURDÊN Lİ EWRÛPAYÊ

PNK - Bakur:

Partiya Azadî Demokrasî ya Kurdistanê - PADEK, Partîya Îslami ya Kurdistanê - PIK, Partiya Sosyalist ya Kurdistanê - PSK, Rêxistina Sosyalist û Demokratik ya Kurdistanê - RSDK, Partiya Rizgarîya Kurdistan - PRK-Rizgarî

ÎKE - ÎNSÎYATÎF:

İnsîyatîfa Kurdên Almaniya-, İnsîyatîfa Kurdên Avusturya, İnsîyatîfa Kurdên Danimarka, İnsîyatîfa Kurdên Fransa, İnsîyatîfa Kurdên Hollanda, İnsîyatîfa Kurdên Ingiltere, İnsîyatîfa Kurdên li Swêdê, İnsîyatîfa Kurdên Swisre.

DEM – KURD:

Civata Kurd (Giessen) , Civata Kurd li Elmanya (Koln), Dengê Kurdan li Duisburgê , Hevkar-Elmanya, IVK (Mainz) Komela Navnetewi ya ji bo Mafên Mirov li Kurdistan (Elmanya), Yekitîya Komelên Kurdistan-KOMKAR(Elmanya) FKKS Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê, Kitêbxaneya Kurdî li Stockholmê, Komela Kurdistan li Belçîka, Komela Çanda Karkerên Kurdistan-KOÇ-KAK, Komela Karkeren Kurdistan -Avusturya, Komela Karkeren Kurdistan- Danîmarqa, Komela Karkeren Kurdistan Swîsra, Mala Kurd li Frensa, Kurdish Advice Centre (Brîtanya Mezin), XOYBÛN-Berlin, XOYBÛN-Danîmerqa, Yêkitiya Karkerên Kurdistan li Holland, )

                                                                                     

Ji bo têkilîyê:

FKKS, Federasyona Komeleyen Kurdista ne li Swêdê
Box 5013
131 05 Nacka
Tel:  0046-8-644 66 22
Fax: 0046-8-650 21 20
info@kurdiskarf.org

 

  Dengê Kurdistan © 2004