psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 
DAYIKÊN ŞEMIYÊ 106. CAR CIVIYAN

Dayikên kesên wenda ku her şemî li ber Parka Yaşam Anitiyê dicivin, çalakiya xwe ya 106an li dar xistin. Malbatên wendayan di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Ilyas Eren pirs kirin.

Malbatên Wendahiyan ku bi navê Dayikên Şemiyê jî tên zanîn li Amedê di 19yê Sibatê de 106. car civiyan. Di çalakiya ku birêvebir û endamên Komeleya ÇIRA Diyarbekirê jî beşdar bûn de li ser navê Komisyona Wendahiyan ya Komeleya Mafên Mirovan, Necîbe Guneş axifî. Guneş di axaftina xwe de got ku ew 106 hefte ye bûne hewara malbatên wenda. Guneş weha axifî; “Li gelek welatên dinê bobeletên bi vî rengî hatine rûreşkirin û ev jî bi saya Komisyonên Rastî û Dadiyê derketine meydanê. Em li Tirkiyeyê jî dixwazin ku ev komisyon bên avakirin da ku malbatên mirovên wan hatine wendakirin bi aqûbeta wendahiyên xwe bizanibin. Ger meclisa Tirkiyeyê biryareke bi vî rengî nestîne û komisyonan ava neke, wê ji bo hemû êş û elemên tên kişandin di ûjdanên mirovan de bên mehkûmkirin. Bila herkes bizanibe ku dinya ji tu qral, hukumdar, tîran û padîşahî re nemaye.”

Piştî Necîbe Guneş, Henîfî Eren ê birayê Ilyas Erenî, dest bi axaftinê kir. Eren, got ku salên 1990î salên wêrankirin, şewitandin û koçkirinê bû. Di van salan de gund dihatin şewitandin, mirov dihatin koçkirin. Paşê jî derdiketin nêçîra mirovên bêguneh.”

Henîfî Eren got ku gundê wan jî di sala 1993an de hatiye şewitandin û birayê wî Ilyas Eren mala xwe bar kiriye û li Pasûrê bi cih bûyê. Eren da zanîn ku birayê wî gelek caran hatiye binçavkirin. Cara dawîn di 11yê Adara 1997an de li Amedê danê nîvro li ber çavê gelek kesan, li termînala Pasûrê ji aliyê çend kesên ku xwe polês nîşan danê ve hatiye binçavkirin. Paşê jî tu xeberek jê nehatiye stendin. Eren diyar kir ku wan gelek caran serî li dozgeh û rayedarên dewletê xistine lê tu bersiv negirtine û binçavkirina Ilyasî hatiye înkarkirin.

Henîfî Eren weha pê de çû; “Her kuştin an jî wendakirinek şahidek xwe heye. Lê hetanî niha ji xeynî îtirafkar Abdulkadîr Aygan kes derneketiye û agahî nedaye. Hêviya me ew e ku şahidên van bûyeran derkevin û derbarê aqûbeta mirovên me de me agahdar bikin.

Eren her weha got ku generalê kevn Atîlla Kiyat jî îtiraf kiriye ku revandin û wendakirina mirovan wextekî polîtîkaya dewletê bûye. Piştî axaftina Henîfî Erenî malbatên wendayan û sazî û kesên beşdarê çalakiyê bûbûn pênc deqîqe çalakiya rûniştinê li dar xistin.

 
   
Dengê Kurdistan © 2011