”Demokratî
bo Sûrî”
Piştgir ji bo Şoreşa Sûrî
û Kurdistan li Bajarê Frankfurt am Main û Dorhêla wê ..
Ji dema 15. Avdarê . 2011 ve, ko
Şoreşa Sûrî bi agirê birûska zarokan ji Daraa
destpêkir, zarokan bi telî û neynokên xwe kirin ardûyê
Şoreşê li dibistana Şagirtên piçûkan, bi
nivisndinê li ser dîwaran û stranin Şoreşê wek
“Rojbûn Pîroz be, Gel dixwazê rejim herê, Gel vê recîmê
biêxe” ji ronahiyên ”Misir, Tunis, Yemen û Libiya” şewq
bûn, heya xwînxwarê sorokê bajarê Daraa, Faisal Kalthoum
pêket, zarokên piçûk di bin 10 Sali re hilda işkencê,
heya neynokên zarokên dibistana piçûkan hilkir û teliyên
wan jêkir, heya niha bêtirî 1100 şehîd ketine, bi
hezaran insan birîndar bune, bi 10 hezaran xistine zindanan,
kolan tejî xwin buye, berî serhildana rojavayî sûri jî,
ji berê de jî, wek serhildana 12 Avdarê 2004, yan
jî 1999 û yên dîn jî bi sedan, zarok, xort, keç, jin û
kalên Kurdistan, Şehîdên Qamişlo, Amûde,
Dêrîk, Efrîn û hemû şehîdên rojavayê Kurdistanê ji
bîr nakin, çirayên serhildan û azadiyê şîn dan.
Li
ser van raman û baweriyan Kurdên Frankfurt û dorberin
wê destpêkirin alikariya serhildana Gelê Sûrî bikin, hatin
ba hev û belavokek bi Almanî derxistin, li Mediya û partiyên
Alman û Biyaniyan belav kirin, wek rojname, kovar, radiyo
û televizyonan, pişt re li nava bajarê Frankfurt
am Main (Hauptwache) û (Goetheplatz), belavok belav kirin
û bi gel re axivin ê rewşa dawî ya serhilana Sûri
ronahî û hişkere kirin .
Komita Pişgiriya serhildana
Sûri- Frankfurt di bin şîara ”Deqoratî bo Sûri” xebata
xwe berdewam kir, komek dokumentasion berhevkir bi bêtiri
1000 navên ko li Qamişlo, Dêrik, Amude, Afrin, Dirbêsiyê,
Serê kaniyê, Şamê, Laziqiyê, Daraa, Banyas, Homs,
Hama, Halab, û Dêra Zorê hatin Şehid kirin,
bi dest dosta Kurdan kir û hevpeyvinek bi Uta Zapf, endama
SPD ye û endama meclisa Almanan beşê Hessen e, bi
alikarya Xorşid berpirsiyarê civaka biyaniyan li
Bajarê Neu-Isenburg û endamê Meclisa Civaka Biyaniyan
li Hessen AGAH, endama SPD Zapf ko berî du haftan
ji Kurdistana Azad( Hewlêr, Halabça) bi Heyeta xwe re
vegeriya bû, pişgirtiya xwe nişan da, di hefteyên
pêşiya me de Çalakiyên pêşin destpê bikin, emê
we Agahdar bikin.
Komita ”Demokratî bo Sûrî”
Aziz Zaxiranî
azizfotograf@msn.com
|