DESTEYA
KURD SERDANA PARLAMENA SWÊD KIR
Rojo 3/3-2011 an Komîteya Hevkarî ya Hêzên Siyasî
yên Kurd û Kurdistanî û Federasyona Komeleyên Kurdistanê
li Swêdê, li avahiya parlamena Swêdê serdana rêzdar Lars
Ohly serokê Partiya Çep (Vänster partiet) kirin.
Lejneya serdanê ji xanim Şermîn Bozarslan seroka
FKKSê û kek Selam Cizîrî pêkhatibû . Li ser navê hêzên
siyasî Şefîk Kaya berpirsê Komîteya Hevkarî, Serdar
Amîn, Mewlûd û kek Îsa Feîlî beşdar bûn.
Di hevdîtinê de, li ser rewşa dawîn li Başûrê
Kurdistanê agehdarî hat dayin, dîtin û helwesta desteya
kurd hat diyarkirin. Hemû endamên desteya kurd piştgiriya
xwe ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo Parlamen û
Serokayetiya Herêma Kuridstanê teze kirin û diyarkirin
ku ev desteftiyên li Başûrê Kurdistanê yên tevahiya
gelê kurd in û netewî ne. Di heman kat de, hat diyarkirin
ku herdu rêxistin Federasyona Komeleyên Kurdistanê û Komîteya
Hevkarî ya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî ku nûnerayetiya
partiyên siyasî yên ji herçar beşên Kurdistanê dike,
mafê bîrûraya azad diparêzin, piştgiriya hemû daxwazên
xelkê sîvîl yên di nav çarçoveya yasayî de dikin û herweha
mafê xwepêşandana yasayî û daxwazên heq yên gel mafekî
rewa dibînin.
Hat diyarkirin ku daxwazên gel yên rewa, mafê muxalefetê
û mafê xwepêşandanê ji hêla dewletên derdorê û alîgirên
wan ve, bi şêweyek ne yasayî û êrîşker û li
diî berjewendiyên netewî dihên bikaranîn. Di heman demê
de êrîşên erebên şovenîst yên ser Kerkûkê, ji
bo ku kurdan ji Kerkûkê koçeber bikin û êrîşên erebên
şovenîst li ser deverên din, hewildanên têkbirina
aramî û aştiya Kurdistanê mebesta wan eşkere
dike.
Di dawiyê de hat hêvîkirin ku gelê kurd bi yekdestî û
yekdengî li hemû destkeftiyên xwe yên netewî xwedî derkeve
û parêzerê welatê xwe be.
Federasyona Komeleyên Kurdistanê
Komîteya Hevkariya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî
li Swêdê
|