Doza
KOMKARê di Komîsyona Ewrûpayê de
Endama Parlamena Ewrûpayê Banû Dr. Renate Sommer, doza
KOMKARê ya li dijî rojnama Hurriyetê anî rojeva Komîsyona
Ewrûpayê.
Endama Partiya Demokrat a Xiristiyanan a Yekgirtî-CDU
Dr. Renate Sommer di pirsa xwe ya nivîskî de da zanîn,
ku Tirkiye li gor peymanên îmzakirî divê teblîxatên dozan
ragihîne destê dozbaran; lê belê dewleta Tirk teblîxata
doza KOMKARê negihandiye berpirsên Hurriyetê û hewldanên
Balyozxana Elmanyayê ya Enqerê ya bi riya Wezareta Der
ya Tirkiyê bê encam mane.
Banû Sommer eşkere kir, ku Tirkiye bi vê helwesta
xwe ve erka xwe ya li gor Peymana Teblîxatê ya 1965´an
a di navbera Elmanya û Tirkiyê girtiye ser xwe ne aniye
cîh û her weha ji ber ku sedem û hincetên vê helwestê
eşkere nekiriye, rexne li Tirkiyê girt.
Reqema pirsa nivîskî ya Banû Sommer „E-7095/2010“ ye
û wê daxwaz jê kiriye ku Komîsyon van sê xalên jêrîn bi
nivîskî bibersivîne:
1) Gelo haya Komîsyonê ji vê dozê heye an na?
2) Gelo ev doz di guftûgoyên bi Tirkiyê re de babeta
nirxandinê ye an na?
3) Ji ber ku erka xwe ya li gor peymanê bi cîh nayne,
gelo planeke Komîsyonê heye ku Tirkiyê îhtar bike?
Li ser navê Komîsyona Ewrûpayê, Rêzdar Fule çend roj
berê bersîva pirsên Banû Dr. Sommer da û da zanîn, ku
Peymana Teblîxatê ya 1965´an di navbera Elmanya û Tirkiyeyê
de hatiye girêdan, ji ber vê yekê jî herdu dewlet jê berpirsiyar
in û Yekîtiya Ewrûpa ne desthilatdar e ku tekildar bibe.
Di bersîvê de her weha hat ragihandin, ku di navbera endamên
Yekîtiya Ewrûpayê jî peymaneke bi vî awayî heye û piştî
pejirandina endametiya Tirkiyê ya YE ev peyman dikare
ji bo wê jî bibe girêdêr. Di bersîvê de her weha hat eşkere
kirin, ku di guftûgoyên bi Tirkiyê re de ev xal ne di
rojevê de ne.
Serokê KOMKAR.eu Kovan Amedî, nameyek şande Endama
PE Banû Dr. Sommer û ji bo pişgirî û elaqa wê spasdariya
xwe pêşkêş kir.
|