JI PARLEMENTA
EWROPA TÊ XWSTIN KU FEDERALISM BI TINÊ DIKARE BO BAKURÊ
KURDISTANÊ BIBE ÇARESERIYEK SIYASÎ Û ADIL
Dr. Musa KAVAL
Di çarceva daxwazên hevbeþ yên kurdan ku di BEYANA PARÎSÊ
de hatine diyarkirin dest
bi karên diplomasî
û siyasî di qada navnetewî de hatiyet
kirin. Di
10. 11.2004. hevdîtin li Parlementa
Ewropa hatin kirin. Di van hevdîtinan de hate xwastin ku bes Federalism dikare bibe careserî jibo pirsa gelê kurd li Bakurê Kurdistanê. Herwesan
hate xwastin ku
zimanê kurdî
li hemû
Bakurê Kurdistanê bibe
zimanê resmî,
herwesan li
herêmên din yên
ku gelê kurd tê de dijit, bibe zimanê xwandin û perwerdekirinê. Bi kurtî tiþtê tête xwastin ew e ku Turkiye bibe dewletek federal.
Tikiye ji du Netewên sereke pêk tê netewa Tirk û netewa Kurd.
Du zimanên sereke hene zimanê tirkî û zimanê Kurdî. Ji bilî van herdu netewan û zimanan gel
û zimanên din yên kêmjimar jî hene. Pêwist e ku du ziman li Tirkiyê bibin resmî zimanê kurdî li Kurdistanê û li herêmên ku kurd tê de pir in û zimanê tirkî li Tikiyê.
Her wesan jibo
Kurdistanê parlementek
û idareyek federal bêne
damezrandin.
Ku gelê kurd wek gelê qibrisî yê tirk, wek gelê Katelan li Îspanya bikare nunerên parlemana xwe
û îdara xwe
ya herêmî hilbijêre.
Bes bi vî awayî gelê kurd dikare ji bin barê tirsê û birsê derkeve û azad bibe. Naskirina statuyek federal bo
Bakurê Kurdistanê naête ankuya parçekirina Tirkiyê.
Birayetî, wekhevî, di navbira gelê kurd û gelê tirk de pêwiste, lê bes
bi vî awayî
ev birayetî
dikare bi rastî çêbibe.
Eger Yekatiya Ewropa weku dema Lozanê cardin gelê kurd ne êxite hisaba siyaî û piþgiriya careseriyek
adil jibo
pirsa wî ya netewî neke, Ewropa hem neheqiyek mezin hem
jî þaþîyek
dîrokî dike.
Ji ber ku Kurd netewek e ji
çar netewên mezin yên li Rojhelata Navin,
pêwiste ku
pirsa wî wek pirsek siyasî di platformên Ewropa de
bête niqa$kirin û careserkirin.
Her
weku di Beyana Parisê de jî hatiye (xal 5) Kurd
miletek e; û xudan xususiyetên dirokî,
zimanî, çandeyî,
û cografî ye. Nasnameya gelê
kurd xesere ne binnasname ye. (altkimlik) Bes yek careserî dikare
berdewam be û adil be, ew jî ew e ku statuyek federal
ji bo
Bakurê Kurdistanê bête
naskirin. Niqaþên ku îro bi munasebeta berendamitiya
Tirkiyê ji bo Yekîtiya Ewropa (YE),
li ser Kurdan
tên kirin
balkêþ in: Kurd kêmjimar in yan ne kêmjimar in? Nasnameya kurdan binnasnameya tirk e?
kurd unsurêk
esasî ye li
Tirkiyê, kurd
hemwelatiyên destorî ne?. Mixabin hind derdorên
kurd ku
xwe wek temsilkarên kurdan dihesibînin
van pirsan diparêzin û piþgiriya
wan dikin. Bila em xwe ne xapînin. Jibo
ku cewherê siyasî yê pirsa gelê kurd ne di qada netewî de, ne jî di qada navnetewî de, ne bite
cihê nîqaþên
siyasî,bi
zanyarî bal tê kiþînin li ser pirsên din yên berteref. Îro ew ketine rojeva niqaþa siyasî.
Di vî derbarî de dixwazim
bi kinî bêjim
ku herweku Roj di esmanê zelal de tê xewakirin wesan bo herkesê diyar e ku kurd netewek e, xudan nasnameya xwe ya xweser, û li Tikiyê bûye kêmjimar û her wesan
jî ne
bes li Tirkiyê, lê li Rojhelata Navîn ew unsurek esasî ye. Ev
rastiyek siyasî, çandî dîrokî, sosyolijî û
corafî ye. Qet
hewce nake
ku li ser van tiþtan niqaþ bête kirin.
Tiþê ku pêwiste li ser nîqaþ bête kirin û bête parastin ew e ku statuyek jibo gelê kurd bête naskirin,
mafên wî
yên siyasî, çandî, aborî, civakî û îdarî bêne naskirin. Hemû pêþniyariyên din
yê ku
statuyek
taybetê ji bo gelê kurd qebûul ne kin nikarin vê pirsê careser bikin. Tam bi eksê ew
vê pirsê aloztir dikin û di demên were de her wek
sedemek jibo bê istiqrariyê, gingaþê
û ji bo
þer berdewam bibe. Tecriba pirsên siyasî yên li cîhanê vê
rastiyê didete nîþandan. Pirsa Filistiniyan, pirsa
Qibrisê, pirsa
kêmnetewên li
Ewropa bi naskirina nasnameya wan careser dibin û bûyine.
Me
ev daxwazên hevbeþ yên ku di Beyana Parisê de hatine diyarkirin dane
Serokatiya Parlementa
Ewropa û Serokên Grûbên siyasî: grûba Partiyên muhafezekarên Ewropa
(PPE- DE) , grûba Partiyên sosyalistên
Ewropa (PSE)
grûba Keskên
Ewropa (Vert/ALE) û grûba Partiyên
cepên Ewropa
( GUE/NGL. Herwesan me ew dane birek
parlementên din jî.
Di van hevdîtina de bo min diyar bû ku eger gelê kurd bi awayek hevbeþ û gora normên siyasî û dîplomasî bixebite,
di demek
nêzîk de dê
bikare di qada navnetewî de bibe muxateb
û rûmeta daxwazên
wî dê
bêne kirin. Di van hevdîtinan de cardin
hin kesên
giring gotin
eger tevgera gelê kurd xwe bikete yek û daxwazên xwe bi
awaeyek hevbesh
bîne zimên
û biparêze heta pi$giriya mafên federalismê jî bo gelê kurd dê bête kirin.
Bê guman ev
careseriye a$tiyê, demoqrasî
û îstiqrarê tine. Ew ji bo berjewendiyên Ewropa, jibo Tirkiyê û jib o gelê
Kurd pir giring
e.
Bi
vê munasebetê ez bangê hemû Partî, sazî û kesatiyên kurd dikim ku dest ji kerb û kînên kevin berdin di xetek netewî de, li ser konsensusek hevbe$
bibin yek.
Em îro di demek wek SEVRÊ de dijîn, eger em xwe nekeyin yek û temsîlek
netewî çênekeyin, di
xetek netewî de negehin hev,
bêguman Lozan dê li ser me dubare bibe. Erê DIYAB AXA I rolelek qirêjî li dijê mafên gelê kurd bi munasebeta LOZANNE ê leyizt, lê eger tifaq û tefgera kurdan hebûya terefên dijkurd ne dikarîn çu encaman jê wergirin. EGER îro tevgera
gelê kurd xwe bikete yek çu kes nikare Lozanek din li serê gelê Kurd bike
bela.
|