Dr.
Qasimlo û hevalên wî hatin bîranîn
Li navenda Deftera Siyasî a Partiya Demokrat a Kurdistana
Îranê-PDKÎ li Koya, bi mebesta 22emîn salvegera şehîdkirina
Dr. Qasimlo, Abdulah Kaderî û Dr. Fazil Resûl, merasîma
bîranînê birêveçû.
Dengê Azad/Koya
Merasîma bîranînê, li bingehê Deftera Siyasî a Partî
Demokrat a Kurdistana Îranê-PDKÎ 13ê Tîrmeh siet 10:00ê
sibê, bi sirûda Ey Reqib û rêzgirtin bo yadî şehîdên
Kurdistanê destpêkir.
Di merasîmê de li ser navê Deftera Siyasî a PDKÎ, endamê
Deftera Siyasî û Cîgirê Sekreterê Giştî yê PDKÎ Hesen
Şerefî gotarek pêşkêş kir. Hesen Şerefî
weha got; “Îro 22ê Pûşberê 22emîn saliya roja şehîdbûna
rêberê gelê Kurd Dr. Abdurrahman Qasimlo, berpirsê devreyê
welat yê PDKÎ Abdullah Qaderî û welatparêzê Kurd Dr. Fazil
Resûl e. Ji wê rojê heta îro ne ku wek Hîzbî Demokrat,
belkî hemû ewladên neteweyê Kurd îro kombûnên bi hemû
şêweyên guncav carekî din ji nefret û bêzariya xwe
li hember Komara dîktator ya Îslamiya îran nîşan
didin û rêz li xebata tekoşerê mezin Dr. Qasimlo
digirin.”
Hesen
Şerefî di berdewamiya gotara xwe de weha axivî; “PDKÎ
li beramber ew hemû di pîlan, teror û kuştinan de
xwîn û bedelek mezin daye. Li sengera xebat de, li rêbaza
Qasimlo de, gehiştiye ew armancên ku Qasimlo hebû.
Rejîma Şah, beşek ji endam û kadirên hîzbê
îdam kir, beşek zindanî kir û beşek mezin jî
ji welatên xwe penaber bûn. Li gelek deveran teşkîlatên
hîzbên belav kir. Lê bi pêşengiya Dr. Qasimlo û kadirên
hîzbê, piştî avabûna komara Îslamî vegeriyan Kurdistanê
û teşkîlatên hîzbê ji nû ve avakirin. Bi zimanekî
din ve eger Qazî Mihemed Hîzbî Demokrat ava kiribe, Dr.
Qasimlo jî bi awayekî demokratîk û nûjen PDKÎ guncav kir
û li hemû dinyayê da pesendkirin.”
Piştî gotara Hesen Şerefî, bi navê Yekîtiya
Jinên Demokrat a Kurdistana Îranê û Yekîtiya Ciwanên Demokrat
a Kurdistana Îranê û Yekîtiya Xwendekarên Demokrat a Kurdistana
Îranê gotarek ji aliyê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya
Ciwanên Demokrat a Kurdistana Îranê Dara Natiq hate pêşkêşkirin.
Merasîma bîranînê bi xwendina helbest û sirûdan bi dawî
hat.
Partiya Sosyalîst a Kurdistanê-PSK jî beşdarî di
merasîma bîranînê de kir.
|